Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
ÇÎROKA HATÎ KUŞTIN...چیرۆکا ھاتی کوشتن
2013-12-01 08:58
Zero BEXTEWAR
info@kurdigeh.com
Ji ber reşiya qederê di odeyeke kuf-girtî de digiriyam. Hêj nehatîm malê, hêj di nîvê rê de bûm, min li kolana mezin ji zarokeî neh-deh salî selpakek kirrîbû. Lê niha selpak jî têra hêstirê çavên min nakin. Stran li ser stranê, guhên min û dilê min bi hev re rîtimek girtibûn, rîtimek xwerî kul. Xapandina mêran jî ne di xema min de bû.

“Lê di xema kê de bû?”

Bi serê zarokên selpakfiroş ‘kim ku ez pê nizanim..

“Nezanîn, ji te re hepsa koletiyê ye; tu vê jixwe baş dizanî.”

Zanyariya min, ji evîndariyê tê. Lê evînê ji min re xiyanet kir an jî ez li gel evînê qels mam. An wî hez nekir; an jî min wî nas nekir. An Xwedê qedera xwe şaş kir; an jî ez im ewa ku çavkor. Qet ji bîra min naçin hêviyên min ên zarokhez, kenxweş û kêfxweş…

Yanê ew tiştine klasîk ku gava mirov wan diponije, bişirîneke şkestî li wechê mirov peyda dibe.

Ji evîneke guneh derketim. Beriya saetek. Na na, beriya ez nizanim çend sedsalan. Ez jî nizanim lê hin lehengan digot ji zû de ye tu di nav evînên guneh de yî. Cira min û gunehiyê ji hev ne xweş bû. Ez bi gunehiyê re diketama kirr. Lê niha wek sêveke li dara xwe riziyayî bi serê xwe me. Kes hê bi diraneke fîq nehatiye min gez nekiriye û li erdên bawermend nebûye gunehkar.

Di odeyê de li dora xwe dinihêrim, pirtûkên ji min xeyîdî xwe zer kirine. Dîwarê odeyê li ber çavên min reş dibin. Lê wêneyê diya min bi çavên zîq li min dinihêre. Diya min di dola ku bi kulîlkan hatî xemilandin de ji wênekêş re dibişire. Na, na! Ji min re dibişire. Wênekêş ez bûm. Hate bîra min; li ser riya gundeke Botanê, (ew gund bi cehşitiya xwe namdar bû, hema bêje di her malê ew kîrkujinên qoriciyan hebûn) me bêhna xwe vedikir. Vêca bavê min li rex me bû an ne li rex me bû ez qet pê nizanim. Jixwe ne hewce ye ku ez vê jî ji xwe re bikim xem! Min cara ewil di jiyana xwe de ji dil û can biryarek standiye ku êdî ez ê xemsariyê bikim! Minê ha!

Di aliyê terikandinê de belkî gelekî jêhatî bûm. Refeke girî di çavên min de şoreşek bênav dikin.Ez çi bikim? Evînî li ba me şerm bû. Ne dihata xwendin û ne jî dihata behskirin. Ez rabim ji we re behsa evîna xwe bikim; de qene ez xwe li ber dilê we şêrîn bikim divê ez bibêjim ku evîna me bi azadiya welêt re jî girêdayî bû. Eger ne wiha be kes wê vê serpêhatiyê wek evîneke qebûl neke, kambaxê! Lê ez ê cara ewil derewan nekim, hezkirina min tenê ji ber valahiya giyanê min qewimî. We ye lê, te dî dema mirov stranan guhdar dike, helbestan dixwîne û bi keçên xwedî destgirtî re digere mirov dixwaze destgirtiyek wê jî hebe û jê tiştên xweş guhdar bike. Kurikek bû, ji Heskîfê bû, navê wî yê esîl Ayetûlah bû, ji navê xwe qayîl nebûbû û navê xwe kiribû Aytaç, ewqas ne delal bû, lê her ro di kafeya Minesotayê de bi tena serê xwe rûdinişt û pirtûkan dixwend. Xwediyê kafeyê ji ber ku nivîskar bû (we digotin hevalan) pirtûkên pirr dewlemend di wê kafeyê de hebûn. Di dest Aytaç de pirtûkên William Faulkner, Louis Aragon, G. Marquez, Murat Menteş, Kawa Nemir, Şener Ozmen hwd. hebûn. Aytaç diçû w.c.yê û vedigiriya li ser maseya xwe, cixara Parliament ji kûrika xwe derdixist û dikişand. Tenêtiya wî û xwendinên wî yên ez niza di çend deqeyan de çend rûpel dizîvirand, bala min dikişand, lê min ê ji kû bizaniya ew kîrquzdê sivîl polîs e, ew kurê dêlegurran sîxûr e, xwe xistiye di şeklê xwendekarek Kurdê welatparêz de û de qene bala ehmeqên wek min bikişîne pirtûkan li ser maseya xwe raxistiye.

…………............................................... straneke Tom Waits ............

……………………………. Çavên wî ……...................................................................

……………………………....................................................................Kurd, ...........................

........................................................................

.......................dema em ketin di odê de............................................................................

.... û pişt re telsiza xwe nîşanî min da.................................

....................................................................................................................................

........................................... Ji serê wî û bavê zêde bû dest bavêje.................

....................



Min, ............................................................................

……… jixwe dema Melîsaya devçeltik hat …………..........................

…………..”



(Nikarim binivîsim! Divê bimire!)







Min go, belkî dîsa aştî di navbera min û pênûsa min de çêbe. Her ku ez pê xeyalên xwe jînek ava dikim pênusa min xwe digihîjine bêdengiya min û qîra min vedide. Li ser singê xwe min behrek gul û baxçeyek rûbar bi navê welatê bêtixûb ava dikir. Lê tiştên ku min ji kesayeta min dûr xistîn, nehiştine ku ez bi pênûsa xwe li ser mirovokan de bibim bombeyek û biteqim. Eger ez ne di wê odeyê de bûma an jî di girtîgehek de bûma min ê lihevketinên hişk biafiranda li ser miriyên nivîskaran, li ser rêhevalên min ên şehîdketî. Lê wext ji şûn ve diçû. Gerek e ku ez rabûma, vê carê ez ser biketama. Gerek e ku tilîliyên min rabûna hilîpepanê. Bin neketima. Laşê min nericifiya û ez li ser vê nivîsa nîvkuştî de biçûma û min wê vebijanda. Hilm dixwaziya! Min poşmanî û tirsên xwe binpê bikira. Lê nebû! Lê nabe! Hey la hezik û helemîn pê de hatiyê, de here!



Min tirbeke vala dîtibû û xwe li wir çal kiribû? Li kû me? Hê hêêêy, kes tune ma? Hêêê…!



Lê êdî zêde dereng dimam. Helbestkar çawa mirin, belkî tê bîra wan; lê ez ne helbestkarekê ji dinê bûm; ez jî “lehengeke mirî” bûm. Tu cudahiya min û nivîsa min a nîvkuştî nemabû. Dereng mam… Ne dikarime bibim pênûsa destannivîs, ne jî dikarim dengê xwe bigijînim destanguhdaran. Ez çawa mirim, nayê bîra min; lê ez zanim mirina min pêwîst bû wek hêmû lehengên romanên vê xakê.



Zimanê min xwe lepitand:

Ez mehkûmê jibîrkirinê bûm. Jibîrkirin, wek Melkemût, bedena min parçe parçe dikir û diketa namûsa giyanê min. Weke şervaneke termê wî/ê winda û bêxwedî. Kesek wî/ê nabîne, nizane û nabihîze. Lehengiya min jî weke lehengên hatîn jibîrkirin bû. Ez dizanim; lê ez qebûl nakim: jîn, weke çemekê ji her tiştê dûrketî diherike. Dê her tim biherike jî; lê ez qebûl nakim!

Ecêb! Pa bi willehî, billehî û tillehî zêde zêde ecêb! Min go ka ez dilkutka mirovan im, li ser de jî kes û kûsan zîz dikim. Ecêbiyên kerî bi kerî... Lê min xwe dixapand! Nehatin lehengên min, nayên! Min, jiyanoka xwe bi tenê bi xeyalan xêz dikir. Paşê re jî min, jiyanoka xwe ya bi xeyalan ve hatî xêzkirin têxist di nav singê xwe de û rê diçûma. Lê lêê rêwiyê tu li kû ve diçî?



Jiyanê çavên min gez dikir heçko. Çavên min jî ji jiyanê direviyan. Lê ez qebûl nakim: şer diherike lê ez û ew û yên din dimirin. Ka, kî/ê me afirand?



Xweditiya min û rêhevalên min kes nikare bike lêêê…

Em, namûsa mirovan in.

Em tunebin ew ê her tim bi hev re bigewixin.

Lê va îro xwedayên me, ango yên ku dibêjin em xwedayê we ne, me dikujin!

Porkurê, tu ne xama bû ku pora te kur kirin, îro kî/ê me biafirîne paşê jî ji me aciz dibe û me carina di çiyayeke Botanê de, carina li ser riya Diyarbekirê, carina Zagrosan, carina di cêlîbûnê de dikuje an jî deriyê xwekuştinê nîşanî me dide.

Xwelîlisero, ku malbatek ji te re nehiştin û te bi tena serê te hiştin, îro kes destê xwe dirêjî me nake… Weşanxaneya ku em tê de welidîne jî şûşe li ser şûşeyan şarabê vedixwe û paşê re jî keda me difiroşe meyfroşan. Ma, ew pê nahesin ku em tên kuştin!?



Ka, dengê xwe bidin min lehengino!!! Îro em bibin yek û em li hemberî xayînên ku dil bi xwe de xwedîtiyê li me dikin, serî rakin! Ew serê me jî jê kin qet ne xem e êdî. Mesele ew e ku em xêza xwe eyan kin! Bila ji me bizanin serhildanê… Mirina me, dîsa hinek kesan dikuje, lê me serî rakiriye; em her car namirin!

Hûn nikarin êdî me bikujin!

----------------------------------

Zero Bextewar - Adar/2012
www.kurdigeh.com
---------------------------------------

چیرۆکا ھاتی کوشتن...



ژ بەر رەشیا قەدەرێ د ئۆدەیەکە کوف-گرتی دە دگریام. ھێژ نەھاتیم مالێ، ھێژ د نیڤێ رێ دە بووم، من ل کۆلانا مەزن ژ زارۆکەی نەھ-دەھ سالی سەلپاکەک کڕیبوو. لێ نھا سەلپاک ژی تێرا ھێسترێ چاڤێن من ناکن. ستران ل سەر سترانێ، گوھێن من و دلێ من ب ھەڤ رە ریتمەک گرتبوون، ریتمەک خوەری کول. خاپاندنا مێران ژی نە د خەما من دە بوو.

“لێ د خەما کێ دە بوو؟”

ب سەرێ زارۆکێن سەلپاکفرۆش ‘کم کو ئەز پێ نزانم..

“نەزانین، ژ تە رە ھەپسا کۆلەتیێیە؛ تو ڤێ ژخوە باش دزانی.”

زانیاریا من، ژ ئەڤینداریێ تێ. لێ ئەڤینێ ژ من رە خیانەت کر ئان ژی ئەز ل گەل ئەڤینێ قەلس مام. ئان وی ھەز نەکر؛ ئان ژی من وی ناس نەکر. ئان خوەدێ قەدەرا خوە شاش کر؛ ئان ژی ئەزم ئەوا کو چاڤکۆر. قەت ژ بیرا من ناچن ھێڤیێن منێن زارۆکھەز، کەنخوەش و کێفخوەش…

یانێ ئەو تشتنە کلاسیک کو گاڤا مرۆڤ وان دپۆنژە، بشرینەکە شکەستی ل وەچێ مرۆڤ پەیدا دبە.

ژ ئەڤینەکە گونەھ دەرکەتم. بەریا ساەتەک. نا نا، بەریا ئەز نزانم چەند سەدسالان. ئەز ژی نزانم لێ ھن لەھەنگان دگۆت ژ زوو دەیە تو د ناڤ ئەڤینێن گونەھ دەیی. جرا من و گونەھیێ ژ ھەڤ نە خوەش بوو. ئەز ب گونەھیێ رە دکەتاما کڕ. لێ نھا وەک سێڤەکە ل دارا خوە رزیایی ب سەرێ خوە مە. کەس ھێ ب درانەکە فیق نەھاتیە من گەز نەکریە و ل ئەردێن باوەرمەند نەبوویە گونەھکار.

د ئۆدەیێ دە ل دۆرا خوە دنھێرم، پرتووکێن ژ من خەییدی خوە زەر کرنە. دیوارێ ئۆدەیێ ل بەر چاڤێن من رەش دبن. لێ وێنەیێ دیا من ب چاڤێن زیق ل من دنھێرە. دیا من د دۆلا کو ب کولیلکان ھاتی خەملاندن دە ژ وێنەکێش رە دبشرە. نا، نا! ژ من رە دبشرە. وێنەکێش ئەز بووم. ھاتە بیرا من؛ ل سەر ریا گوندەکە بۆتانێ، (ئەو گوند ب جەھشتیا خوە نامدار بوو، ھەما بێژە د ھەر مالێ ئەو کیرکوژنێن قۆرجیان ھەبوون) مە بێھنا خوە ڤەدکر. ڤێجا باڤێ من ل رەخ مە بوو ئان نە ل رەخ مە بوو ئەز قەت پێ نزانم. ژخوە نە ھەوجەیە کو ئەز ڤێ ژی ژ خوە رە بکم خەم! من جارا ئەول د ژیانا خوە دە ژ دل و جان بریارەک ستاندیە کو ئێدی ئەزێ خەمساریێ بکم! منێ ھا!

د ئالیێ تەرکاندنێ دە بەلکی گەلەکی ژێھاتی بووم. رەفەکە گری د چاڤێن من دە شۆرەشەک بێناڤ دکن.ئەز چ بکم؟ ئەڤینی ل با مە شەرم بوو. نە دھاتا خوەندن و نە ژی دھاتا بەھسکرن. ئەز رابم ژ وە رە بەھسا ئەڤینا خوە بکم؛ دە قەنە ئەز خوە ل بەر دلێ وە شێرین بکم دڤێ ئەز ببێژم کو ئەڤینا مە ب ئازادیا وەلێت رە ژی گرێدایی بوو. ئەگەر نە وھا بە کەس وێ ڤێ سەرپێھاتیێ وەک ئەڤینەکە قەبوول نەکە، کامباخێ! لێ ئەزێ جارا ئەول دەرەوان نەکم، ھەزکرنا من تەنێ ژ بەر ڤالاھیا گیانێ من قەومی. وەیە لێ، تە دی دەما مرۆڤ سترانان گوھدار دکە، ھەلبەستان دخوینە و ب کەچێن خوەدی دەستگرتی رە دگەرە مرۆڤ دخوازە دەستگرتیەک وێ ژی ھەبە و ژێ تشتێن خوەش گوھدار بکە. کورکەک بوو، ژ ھەسکیفێ بوو، ناڤێ وییێ ئەسیل ئایەتوولاھ بوو، ژ ناڤێ خوە قاییل نەبووبوو و ناڤێ خوە کربوو ئایتاچ، ئەوقاس نە دەلال بوو، لێ ھەر رۆ د کافەیا منەسۆتایێ دە ب تەنا سەرێ خوە روودنشت و پرتووکان دخوەند. خوەدیێ کافەیێ ژ بەر کو نڤیسکار بوو (وە دگۆتن ھەڤالان) پرتووکێن پڕ دەولەمەند د وێ کافەیێ دە ھەبوون. د دەست ئایتاچ دە پرتووکێن وڵام فاولکنەر، لۆوس ئاراگۆن، گ. مارقوەز، مورات مەنتەش، کاوا نەمر، شەنەر ئۆزمەن ھود. ھەبوون. ئایتاچ دچوو و.ج.یێ و ڤەدگریا ل سەر ماسەیا خوە، جخارا پارلامەنت ژ کوورکا خوە دەردخست و دکشاند. تەنێتیا وی و خوەندنێن وییێن ئەز نزا د چەند دەقەیان دە چەند رووپەل دزیڤراند، بالا من دکشاند، لێ منێ ژ کوو بزانیا ئەو کیرقوزدێ سڤیل پۆلیسە، ئەو کورێ دێلەگوڕان سیخوورە، خوە خستیە د شەکلێ خوەندەکارەک کوردێ وەلاتپارێز دە و دە قەنە بالا ئەھمەقێن وەک من بکشینە پرتووکان ل سەر ماسەیا خوە راخستیە.

…………............................................... سترانەکە تۆم واتس ............

……………………………. چاڤێن وی ……...................................................................

……………………………....................................................................کورد، ...........................

........................................................................

.......................دەما ئەم کەتن د ئۆدێ دە............................................................................

.... و پشت رە تەلسزا خوە نیشانی من دا.................................

....................................................................................................................................

........................................... ژ سەرێ وی و باڤێ زێدە بوو دەست باڤێژە.................

....................



من، ............................................................................

……… ژخوە دەما مەلیسایا دەڤچەلتک ھات …………..........................

…………..”



(نکارم بنڤیسم! دڤێ بمرە!)







من گۆ، بەلکی دیسا ئاشتی د ناڤبەرا من و پێنووسا من دە چێبە. ھەر کو ئەز پێ خەیالێن خوە ژینەک ئاڤا دکم پێنوسا من خوە دگھیژنە بێدەنگیا من و قیرا من ڤەددە. ل سەر سنگێ خوە من بەھرەک گول و باخچەیەک رووبار ب ناڤێ وەلاتێ بێتخووب ئاڤا دکر. لێ تشتێن کو من ژ کەسایەتا من دوور خستین، نەھشتنە کو ئەز ب پێنووسا خوە ل سەر مرۆڤۆکان دە ببم بۆمبەیەک و بتەقم. ئەگەر ئەز نە د وێ ئۆدەیێ دە بووما ئان ژی د گرتیگەھەک دە بووما منێ لھەڤکەتنێن ھشک بافراندا ل سەر مریێن نڤیسکاران، ل سەر رێھەڤالێن منێن شەھیدکەتی. لێ وەخت ژ شوون ڤە دچوو. گەرەکە کو ئەز رابووما، ڤێ جارێ ئەز سەر بکەتاما. گەرەکە کو تلیلیێن من رابوونا ھلیپەپانێ. بن نەکەتما. لاشێ من نەرجفیا و ئەز ل سەر ڤێ نڤیسا نیڤکوشتی دە بچووما و من وێ ڤەبژاندا. ھلم دخوازیا! من پۆشمانی و ترسێن خوە بنپێ بکرا. لێ نەبوو! لێ نابە! ھەی لا ھەزک و ھەلەمین پێ دە ھاتیێ، دە ھەرە!



من تربەکە ڤالا دیتبوو و خوە ل ور چال کربوو؟ ل کوو مە؟ ھێ ھێێێی، کەس تونە ما؟ ھێێێ…!



لێ ئێدی زێدە دەرەنگ دمام. ھەلبەستکار چاوا مرن، بەلکی تێ بیرا وان؛ لێ ئەز نە ھەلبەستکارەکێ ژ دنێ بووم؛ ئەز ژی “لەھەنگەکە مری” بووم. تو جوداھیا من و نڤیسا منا نیڤکوشتی نەمابوو. دەرەنگ مام… نە دکارمە ببم پێنووسا دەستاننڤیس، نە ژی دکارم دەنگێ خوە بگژینم دەستانگوھداران. ئەز چاوا مرم، نایێ بیرا من؛ لێ ئەز زانم مرنا من پێویست بوو وەک ھێموو لەھەنگێن رۆمانێن ڤێ خاکێ.



زمانێ من خوە لەپتاند:

ئەز مەھکوومێ ژبیرکرنێ بووم. ژبیرکرن، وەک مەلکەمووت، بەدەنا من پارچە پارچە دکر و دکەتا نامووسا گیانێ من. وەکە شەرڤانەکە تەرمێ وی/ێ وندا و بێخوەدی. کەسەک وی/ێ نابینە، نزانە و نابھیزە. لەھەنگیا من ژی وەکە لەھەنگێن ھاتین ژبیرکرن بوو. ئەز دزانم؛ لێ ئەز قەبوول ناکم: ژین، وەکە چەمەکێ ژ ھەر تشتێ دوورکەتی دھەرکە. دێ ھەر تم بھەرکە ژی؛ لێ ئەز قەبوول ناکم!

ئەجێب! پا ب وڵەھی، بڵەھی و تڵەھی زێدە زێدە ئەجێب! من گۆ کا ئەز دلکوتکا مرۆڤانم، ل سەر دە ژی کەس و کووسان زیز دکم. ئەجێبیێن کەری ب کەری... لێ من خوە دخاپاند! نەھاتن لەھەنگێن من، نایێن! من، ژیانۆکا خوە ب تەنێ ب خەیالان خێز دکر. پاشێ رە ژی من، ژیانۆکا خوەیا ب خەیالان ڤە ھاتی خێزکرن تێخست د ناڤ سنگێ خوە دە و رێ دچووما. لێ لێێ رێویێ تو ل کوو ڤە دچی؟



ژیانێ چاڤێن من گەز دکر ھەچکۆ. چاڤێن من ژی ژ ژیانێ درەڤیان. لێ ئەز قەبوول ناکم: شەر دھەرکە لێ ئەز و ئەو ویێن دن دمرن. کا، کی/ێ مە ئافراند؟



خوەدتیا من و رێھەڤالێن من کەس نکارە بکە لێێێ…

ئەم، نامووسا مرۆڤانن.

ئەم تونەبن ئەوێ ھەر تم ب ھەڤ رە بگەوخن.

لێ ڤا ئیرۆ خوەدایێن مە، ئانگۆیێن کو دبێژن ئەم خوەدایێ وە نە، مە دکوژن!

پۆرکورێ، تو نە خاما بوو کو پۆرا تە کور کرن، ئیرۆ کی/ێ مە بافرینە پاشێ ژی ژ مە ئاجز دبە و مە جارنا د چیایەکە بۆتانێ دە، جارنا ل سەر ریا دیاربەکرێ، جارنا زاگرۆسان، جارنا د جێلیبوونێ دە دکوژە ئان ژی دەریێ خوەکوشتنێ نیشانی مە ددە.

خوەلیلسەرۆ، کو مالباتەک ژ تە رە نەھشتن و تە ب تەنا سەرێ تە ھشتن، ئیرۆ کەس دەستێ خوە درێژی مە ناکە… وەشانخانەیا کو ئەم تێ دە وەلدینە ژی شووشە ل سەر شووشەیان شارابێ ڤەدخوە و پاشێ رە ژی کەدا مە دفرۆشە مەیفرۆشان. ما، ئەو پێ ناھەسن کو ئەم تێن کوشتن!؟



کا، دەنگێ خوە بدن من لەھەنگنۆ!!! ئیرۆ ئەم ببن یەک و ئەم ل ھەمبەری خایینێن کو دل ب خوە دە خوەدیتیێ ل مە دکن، سەری راکن! ئەو سەرێ مە ژی ژێ کن قەت نە خەمە ئێدی. مەسەلە ئەوە کو ئەم خێزا خوە ئەیان کن! بلا ژ مە بزانن سەرھلدانێ… مرنا مە، دیسا ھنەک کەسان دکوژە، لێ مە سەری راکریە؛ ئەم ھەر جار نامرن!

ھوون نکارن ئێدی مە بکوژن!

----------------------------------

زەرۆ بەختەوار - ئادار/٢٠١٢
ووو.کوردگەھ.جۆم
---------------------------------------