Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Navê ''Gundê Robozikê'' ne ''Gundê Roboskî'' ye.
2013-12-29 00:34
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Navê ""Gundê Robozikê"" ne ""Gundê Roboskî"" ye.
--
Li Kurdistanê gelek cih hene ko ew bi navê çiya, çal an jî bi ro û newalên wî cihî têne binavkirin. (wek: Çelê, Sêgirik, Mêrgesor, Sipîndarok)
--
Vêca li rexa Robozikê jî ""Ro""yek ""boz"" derbas dibe û Robozikê jî xwe bi wê nav kiriye.

Ro-boz-ik
--
Ro/robar: Ava ji çemî biçûktir e
Boz: Rengekê li nêvbera spî û gewrî de ye.
İk: paşgira biçûkkirinê an jî binavkirinê ye. (wek girik: girekê biçûk e, ew hevîrê ko mirov bi destekê dikare bi""gir""e girik e. girik navek e.)
--
Robozikî çi ye?
Ew kesên ko ji Robozikê ne Robozikî ne.
Wek: Dihokî, Cizîrî, Mêrdînî.
--
Robozigî çi ye?
Xelkê Botanê ji bo sivikkirina axiftinê piraniya ""k""yên paşiyê wek ""g"" dibêjin.
Xelkên Gundikî dibêjin ""em Gundigî ne"" yên Robozikê jî di axiftina rojane de dibêjin ""em Robozigî ne""
--
RoboSikî çi ye?
Her dîsa di sivik axiftina rojane de, gelek caran ""z"" û ""s"" dikarin cih biguherin. Ji xwe xelkên Robozikê dema ko diaxivin mirov gelek caran ji herfa ""z""yê zêdetir herfa ""s""yê dibihîse.
Wek: ""ez Roboskî me ""s"", ez ji Gundê Robozigê me ""g"".
Her dîsa herdu guhortin bi hev re ti caran nayê gotin.
Yanî ew kesên dibêjin ""ez Roboskî me"" û dibêjin:""ez ji Gundê Robozgê me"" nabêjin ""ez Robosgî me"" an jî ""ez ji Gundê Robosgê me""
--
Mixabin gundekê me yê Kurdistanê bi kirineka nexweş û dilêş bi nav û deng bû, dîsa mixabin bi navekê ""xelet-çewt"" li ser wî gundî, nûçe, helbest û kitêb hatin nivîsî û belgefîlm hatin çêkirin.

--
Mirad Gundikî