Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] dolên RISTEMî
2011-02-24 23:15
:: Xecê OMERÎ
info@kurdigeh.com
Dolên RISTEMî

Li xayiziya kemané di-ingire xunav

Xwe ji arîka esmané reşeqetranî ve

Di valahîyên bêna de wer dike

Çilkên narîn bi axa stewr şa dibin…

Û destnimêja sedsalan dişike

Dolên Ristemî dibizirînin malzaroka axê

Ji bo tayekî bi tenê…

Heft şev û heft rojan di sicûdê de dimînin

Pîre jinên çira malê vemirî û bê semyan

Qewmê ku bi hebûna xwe re dibelhizîn

Bi vejîneke nû di binê zinaran de diseridin

Bûkên gûlîbir û rû-dirandî

Ji nû ve hinne dikin destên girtî

Qebeqeba kewan e !

Vê carê ne ji dijminayî, ji dostanî…


>> Xecê omerî