Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Dayîka Fatê
2014-01-07 21:06
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Şikran ACAR
--

Gava ko mirov rûpelên dilê dayîka Fatê diqulipîne, mirov dibîne ko bingehê jîyana dayîka Fatê li ser qîm û baweriyê hatiye ava kirin.

Wekî ko tê zanîn, di jîyanê de hebûnek bêbingeh nabe, Dayîka Fatê jî, têkilîyên xwe bi malbata xwe û kesên ko jîyana wê de cih girtî, bi teybetî jî, bo aramî û bextewariya civakê bi wijdanî karê xwe dimeşand. Ji bo dayîka Fatê berî her tiştî divê mirov dilpaqiş be. Wê her tim digot, kesên ko xwediyên van mîrasan be wê tûcar pişta wan li erdê nekeve. Ji bo nifşên nû jî, wê bibine mînakên herî baş.Her weha dayîka Fatê miroveke pir zana û bi qîmet bû. Mirov dikare ji dayîka Fatê re her tiştî parve bike.

Rojekê, min ji Dayîka Fatê pirsî. Dayê tu çawa dikarî bi her tiştên xwe holî dîlovan bî? Gote min hevala delal, tû bi qenciya xwe dibêjî, lê belê ez dikarim bibêjim binasê exlaqê min, rehmet lê be, diya min bû.

Gava ez biçûk bûm heya em mezin bûyin ya qencî çi be, dayîk min, ew bi me dabû zanîn. Her tim digot ,ger tu nezanî feke cîranî. Dayîka Fatê dest bi gotinê kir û got.Du cîranên me hebûn yek ji wan feqîr û yê dî jî dewlimend bû.
Ji hevdû pir hez dikirin. Herdu jî mirovên gelek camêr bûn. Ji bo paşeroja malbatên xwe dîfikirîn. Ji ber ku malên wan biçûk bûn, yê feqîr Elî divîya bêji yê ko dewliment Hisên, heke te derfet hebi xanîyê min ji bo xwe bikire da ko ez jî, ji bo malbata xwe dereke firehtir bibînim.

Lê belê Elî nedikarî bêje Hisên xaniyê min bikire. Her weha Hisên jî dixwest ko xaniyê Eli bikire lê fedi dikir ko bêje Elî xaniyê xwe bifiroşe min. Lê çawa çêbû rojekê Hisên bêdengiya xwe xira kir û got :

Elî! birayê min holî çênabe ev çend roj in ko ez difikirim, cihê te jî teng e û yê min jî. Ger tu bixwazî xanîyê xwe bide min û ez ê ji bo te yekî din çêkim. Elî jî got Hisên weleh ev çi qase ez jî difikirim, ger tû bixwazî ez bi çêbûna vê tiştê keyfxeş bibim. Piştî çent rojan dest bi xirakirina xanî kirin. Çawa dîwarê ewil anî xwar tiştek wisa dîtin ko wan bi çavên xwe bawer nekirin. Beguman xizîne bû. Hisên cerik rakir û li berî da û ceri vekir. Hemû livên zêran bûn. Keyfa wî gelek hatibû. Elî li wî aliyê xanî bû. Hisên gazî wî kir.

Elî çû nik wî, çawa ko Elî cerikê zêran dîbîne matmayî dimîne û bi çavên xwe bawer nake lê bêgûman ya dîtî hemû rast bû.Cergê xwe birin û çûn malê.Hisên dest û pî axaftinê kir got: Elî birayê min ev xizîna henê heqê te ye, ji ber ko, bin dîwarê mala te de derket. Elî jî dibêje na wİllah min xanîyê xwe firûtîye te bêgûman ew heqê te ye. Ew li hev nehatin.Her dûyan biryar dan û çûn nik melayê gûnd şerîetê.Ji seydayî re gotin: Seyda çi ji xwedê û çi ji benîya. Hal û meselê me ev e.

Mela jî mirovekî rast û dirust bû lê belê melayî çi kir û nekir nekarî cergê zêra li wan bide qebûl kirin.Gote wan ezê tiştekê dawî bibêjim. Werin em van zêran bidîne dexil û em biçînin çi bîbe karê we bikin sê behr, her yekê jî bû we behrek ya din jî bidene malbatên feqîran. Elî û hisên ji bo vê gotinê pir keyfxweş bûn.Dest û pî çandina dexlî kirin piştî xebata helal û û zehmet roj sere derbas bûn û dexil hate dûritinê.Seyda çû nav dexlî gerîya û çi bibîne başe, dexil bêbela sewaye û simbîla dexlî jî bûye zêr.Wê gavê Seydayî careka din baş fam kir ko sê mirov bi hev re rast be, wê ax jî destê wan de bibe zer û simbila dexlî jî.Dayîka Fatê got gava kû dîya min ev çîroka henê ji bo min gotî ez yazdeh salî bûm.Lê belê bandorek pir mezin li ser min kiribû. Dayîka fatê çawa kû çîroka xwe xelas kir, min careke din fam kir ko , Ji bo zarokan, malbat pir giring e.

Her weha dayîka Fatê zarokên gûndî û cîranên xwe jî , weke zarokên xwe dîhesîband.Nîfşên nû paşerûja me nîn dîgot. Dayîka fatê lazim e em li wan miqate bin.Di vê rîyê de em dikarin bêjin Dayîka Fatê bandorek pir mezin li ser hestên zarokên xwe, li gûndî û cîranên xwe û ser min jî dikir.Min Dayika Fatê ji bo xwe weke minakek didît. Min dixwest ko her tim weke wê bim. Ji ber ko çavê wê li ser gişan bû. Wê dixwest jîyana hemû kesê di nava aramiyê de derbas bîbe. Karê wê her tim bi vî alî de bû. Bi kurtasî ez dikarim bêjim mirov nikare bi gotina Dayîka Fatê xîlas bike.

Rojekê ez ho diçûm û ho dihatim. Heya nîvro min karê xwe yê rojane xelas kir. Lê belê acizîyê ez bernedidam û Dayika Fatê jî nedixuya. Pehîza dereng bû, dara pelên xwe weşandibûn, ez di nava hesteke bêwate de bûm.Ka çima ji siharê ve dayîka fatê nedixûya.

Bêgûman tirseke bedena min rapêçabû .Min got qîza xwe ez ê biçim mala Dayîka Fatê ji ber kû sibehêve ne xûyaye. Keça min got bila dayê. Ez çûm ber deriyê wê, derî vekirî bû hêdika ez çûm mal de. Min dît ew li ser cihê xwe neçar dirêşkirî ye û digirîya. Çawa ez dîtim çavê xwe paqiş kir. Ji ber kû ne dixwest kesek wê welê bibîne bi lez çûm ber serê wê rûniştim.

Ez ji xwe gelek aciz bûbûm bila min zûtir fekiribayê. ji ber kû kesekê wê tûnebû, du qîzê wê hebûn. Hîvî û Daxwaz, wan zanîngeh dixwend. Xale Ehmed hevjînê Dayîka Fatê bu lê ew berîya pazdeh sala çubû rehmetê. Xale Ehmed gundê xwe de mamoste bû. Her weha karê rênçberîtîyê jî dikir. Baş tê bîra min bi rastî jî mirovekê jîr û çelenk bû. Ji bo wî berî her tiştî zarokên me kurda lazime perwerdeyeke baş bistîne û bibin xwedî paşerojeke baş. Di vî alîde pir zehmetî di kişand, lê ew hertim ji halê xwe qane bû.

Çi karê bikeve ser milê wî bi keyfxweşî dianî cih û gav bi gav kedawî ya helal digihişt asteke baş. Hertim ji xwedayê alemê re şikirdar bû. Dayîka Fatê û Xalê Ehmet ji hev dû pir hesdikirin piştî kû çûyî rehmetê wê xalê ehmet tû car ji bîrnekir gel şewata dilê xwe her tim li ber xwe dida ew tiştên ku, li serê wê derbaz bûyî ji kesekê re nedigot. Lê belê ji bo îro ez nikarim wê tiştê bêjim ji berku çawa destê min girt. Min zanî ew dixwaze gel min biaxive, çawa çavê wê tije bû, dîyar bû dilê wê jî weke îsqana avê tije bûye. Min tiştek jê nepirsî ez mam hêvîya wê.

Ger bixwaze wê kula dilê xwe ji min re veke, destê min neberda. Fekir çavê min, gote min: wextê te heye bêhnekê nik min rûnî. Min got ser çavê xwe. Dayîka Fatê got rûjek ji rûjên heyva adarê bû, serê sibê dengê dîkilan ji dûrve hedî hêdî ket nav xewa min. Min digot qey xewne, ez dibînim min çavê xwe vekir û bilez rabûm ser pîyan. Min pace vekir. Hêj tavê tîrêjên xwe nedabû serê çîyayî. Bêhneke xweş li ber pacê sekinîm. Baranek hûrik dibarîya, wekû dibêjin, xwedîyê miriyan korin.

Bawerke jî rast bû piştî zivistana zor û zehmet bûhar hatibû û hîvîyên mezin ketibû dilê min. Bûhara şirîn xemla sosin û beybîna bêhna şîlan û nêrgizan xeyalê min xemilandîbûn. Bêguman keyfxweşîya min cih de bû. Tucar ji bîra min naçe. Hesten min ên wê gavê baranek hûr hûr dibare, dil bi xewa şirîn aramîyê de maye dar û daristan ji xwedayê alemê re zikirdar e. Şikir ji bo te ya rebbî min got û min paş xwe ve fekir Ehmet hêj xewda bû. Min dil neda wî li xewa şirîn rakim her weha ew roja betlanê bû û ez hêdîka çûm melbexê her diçû hestê min zêdetir dibû ji ber ko ji bû min hebûna Ehmet û zarokên min bextewarîyeke bêhempa bû. Gel wan hestên xwe, min taştê amade dikir.

Wê gavê gûrmînîyek kete guhê min. Tiştek mezin ji dilê min qetiyabû û Daxwazê qêrînîyek da, dayê babê min babê min got. Mirov dibêje xwedê kesê şaş neke, ez wê gavê şaş bûm. Her diçû qêrîna Daxwazê û Hîvî yê zêdetir dibû. Lê ez wî cihî de neçar û matmayî mabûm. Daxwazê xwe avête min disa got, dayê babê min ez çawa çûm eywanê nayê bira min. Min bi çavê xwe bawer nekir Ehmet li erdê bêhiş maye. Min serê wî danî ser çûkên xwe, destê wî cemidî bû, hey hewar min got serê vê sibê ev çi xewne ez dibînim. Kesek nine min ji vê xewnê şîyar bike. Çiqas bêjim Ehmet me nehêle û neçe jî, lê belê Ehmet em hêlişt û çûbû rehmetê. Her tişt bêfeyde bû.

Çavê Dayîka Fatê tije girî bû, recifeyekê bedena Dayîka Fatê rapêça got.Ey bilbil tu çi qas ji min dûrî, her weha nêzîk. Li asîmanê bilind per û baskên xwe di weşînî li ser rûbarê çavê min, diherike sitrana evîna min yek bi yek. Bi rondikên çavan were ey bilbil Bibe mêvan carekê ji bo min were ser dara evîna min jî bistire, were nav xewn û xeyalê min jî bigere ey bilbil, çîroka evîna min jî bibêje li ser çêl û çîya li ser dar û daristana li ber newal û rûbara bila biherike sitrana evîna min ey bilbil.