Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Kitêba şi’ran a nû ya Dîlan Şewqîyê, bi navê “Ez tev de pencere me” di nav weşanên Avestayê de derket.
2014-07-17 16:51
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Kitêba şi’ran a nû ya Dîlan Şewqîyê, bi navê “Ez tev de pencere me” di nav weşanên Avestayê de derket. Kitêb jimara 24an a koleksiyona Şahmaran e ku taybet e bi berhemên edebî yên jinên kurd.



Ji şi’ra “Ez tev de pencere me”

ez tev de pencere me..
xemên nazik
ji bo min vedibin.
ez wan dûrî te didim.
dûrî avî û tava te.
ez bi wana,
rengê gulê xweştir dibînim.
û tu...
di rezê eşqê de,
dilê xwe
ji min tenê re diguvêşî.

DÎLAN REŞAD ŞEWQÎ

Sala 1970yî li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûye. Ji bo karê bavê
wê eynî salê mala wan diçe Serêkaniyê. Xwendina xwe heya lîsa dawî li Serêkaniyê
xilas dike lê ji ber malbata wê ji kurdên Sûrî yên bê nasname bû, xwendina piştî lîse
nikarîbû temam bikira. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsandiye. Ji tirkî û kurdî gelek
şiîr wergerandine erebî.
Berhemên wê:
- Ramûsanên sor (helbest, Heleb, 1998)
- Hevdîtina pêxemberan (helbest, Şam, 2006)

Ez tev de pencere me
Dîlan Şewqî