Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[kurteçîrok] hesko , kevçik û çetel
2011-03-02 19:38
:: Dilşad
info@kurdigeh.com

>> Dilşad

Hesko ji daristana serê çîyayê Cûdî bû û hêj malbata wî li wê derê bû û gellekê bêrîya malbata xwe dikir. Her roj bi heskoyî xwarin dihat çêkirin û her roj hesko diçû di nav ava kelayayî de û her derê wî dişewitî. Rojekê disa piştî xwarinê hesko kevçikî dibîne.

Kevçik jî ji malbata wî hatîye qetandin. Lê ew nizane malbata wî li kû derê ye. Ew jî bêriya malbata xwe dike û bi hêvîya dîtina wa dijîya. Ew jî wek heskoyî ji halê xwe ne qane bû û li hêvîya roja xilasbûnê bû.

Hesko : Kevçiko bira çima stoyê te disa xwar e?

Kevçik : Dîsa zarokan şerr kirin û dîsa ez bûm sîleha wan. Erê ez bûm sîleh çima tu bûyî qujîjok?

Hesko : Min jî dîsa xwarin çê kir û ez dîsa çûm di nav ava kelayayî de. ( bi xef) Kevçiko bira ji ti kesan re nebêje lê ez hew dikarim li vê derê bi sekinim. Ez ê birevim ez ê bigihîm malbata xwe. Ev zilma li me tê kirin bes e.

Kevçi : Bi Xwedê tu rast dibêjî ev zilm nayê qebûl kirin. Ma tu dizanî? Ez nizanim ka malbata min li kû derê ye heke tu qebûl bikî ez dixwazim bi te re bême daristana te.

Hesko : Bila hema were em ê vêk re biçine daristana min û paşê heke tu bixwazî tê li malbata xwe bigerî.

Kevçik : Hişşşş hişe eve çetel hat

Çetel her çiqas mirovê kevçikî jî be ti caran xwe nezîkî wî nekirîbû û ew her dem ji xwe kêm dîtîbû. Ti cara çetelî behsa malbata xwe nekirîbû û bêrîya malbata xwe nekirîbû . Her dem xwe ji wê mala tê de hesibandîbû û her dem li dijî kevçkî û hesko şixûlîbû.

Çetel : Tiştên hewe behsê kirî min seh kirin ez nahêlim hûn bi revîn

Hesko : Feke min! Heta îro min tiştek negotîye te lê ji rêya me rabe . Heke tu bixwazî tê hevalê me bêyî û tê azad bibî heke te nevê jî bimîne kole.

Kevçik : Rabe ji rêya me an ez ê tilîyên te bişkênim
……hesko û kevçi direvin daristanê . Her çi qas ne ji yêk malbatê jî bin jîyana wan gellekê xweş û azad derbas dibû.

……çetelî piştî çûyîna hesko û kevçikî mabû bi tenê û êdî zarokan ew dikirin sîleh û du tilîyê wî di şerê nav zarokan de tê şkestin.

.. û çetelî zanî “serhildan jîyan e.”