Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Erebên Şingalê jî bi Kurdî diaxivin
2014-08-20 10:39
Zinarê Ednanê Melleyî
info@kurdigeh.com


Seydayê min, Edîbê Çelkî, di dîwana xwe ya duyê "Dara Çil Awaz"ê da dibêjît: Êzdîyatî olekê yek-Xweda-peristî anko tewhîdî û kevnarê Kurdî ye.

Ew ferhengeka zengîn a zimanê Kurdîyê ye. Ew çeperê herî pêşî yê bersinggirtna ferman, enfal û Erebkirina Kurdistanê bûye. Vê dîyanetê deryayeka astengan derbazkirîye û her zindî maye. Êzdîyatî kanîyek a dewlemend a parastina ziman ê Kurdîyê ye.

Herwesa seyda dibêjit: Şêx Fexrê Adîya, Dawidê bin Derman, Xidirê bin Xidir, Hesedê Altewrî, Pisê Cem, Derwêşê Qatanî û Pîr Reşê Heyran navdartirîn qewilnivîsên Êzdîyan in. Ew helbestvanên Kurd in û wan kevintirîn têkistên Kurdî nivîsîne. Pîr Reşê Heyran yekemîn helbestvan e ko navê Kurdistanê di qewlê Şerfedînê da ko helbesta wî ye înayî. Seyda gelek caran amajeyê bi mîsolocî û serpêhatî yên Êzdîyan dikit û dîyar dikit ko wan pişkeka mezin ji ziman û ferheng û warên dî yên jîyana Kurdan parastine.

Helbet ev rast e. Cih û war ên Êzdîyan dikevin ser tixûbên navbera me û Erebên Îraqê. Lewma hemî hêzên dijmnan li berahîyê digehiştin nav wan û paşî jêhel dihatin. Şingal jî yek ji wan cihan e ko dikevit navber a me û Ereban. Herçende Şingal wî demî di bin dest ên dijminan ve bû û şer ê çekdarîyê li dijî xelk ê wê nedihat kirin. Lê dijminî hemî bizavên Erebandinê li dijî wan dikirin. Wan zimanê Erebîyê li wê derê xurt kir, cil ên Erebî li wan deran mişe kirin û her tiştê ji wan hatî kir. Wan bizavan guhertin êxistin cil ên Kurdên Şingalê, ferhenga zimanê wan têk da û hindî ji wan hatî ew ji Kurdên dî dan paş. Lê dîsa jî xelkê xweragir ê Şingalê xwe ji bîr nekir. Her ko peyv ên Erebî li ferhenga ziman ê wan zêde dibûn, wan zêdetir ew peyv bi reng û awa yên Kurdî digotin. Nixavtina bejnên wan bi kiras û egale û xemla Erebî û xortbûna ziman ê Erebîyê nekarîn eslê wan binixêvin.
Berivajî; min dîtîye ko Erebê Şingalê jî bi Kurdî diaxivit. Şingalî her bi Kurdî diaxivin, her bi Kurdî difikirin û her bi Kurdî dijîn. Seyda Şabanê Silêmanî xweş dibêjit: "Şingal, eyî Feqîr a te zimanek zengîn kirî."

Ez dizanim hûn dê bibêjin ko zimanê wan tijî peyv ên Erebî bûye û parastî nemaye. Lê ziman tenê bi peyvan nîne. Di zimanî da tişt ên ji ferhengê giringtir destûr û rêziman in. Şingalîyan destûr û rêziman ên Kurdîyê gelek baş parastine. Bi min, wan ew ji me jî baştir parastine. Wekî seydayê Hizirvan dibêjit: "dema Şingalîyek dibêjit: "ez li soqê meşîyam", Kurdî ye. Lê dema Kurdekê bakûrê dibêjit: "me we dît", Kurdî nîne." Rast e ko Kurd ên Şingalê gelek peyv ên Erebî dixebitînin. Lê ew wan peyvan li qalibekê Kurdî didin. Yanî ew peyv ên Erebî li dû destûra zimanê Kurdîyê dixebitînin. Rast e jî ko Kurdên bakurê zêdetir peyvên Kurdî dixebitînin. Lê ew wan peyvan li qalibekê tirkî didin. Yanî ew peyvên Kurdî li dû destûra Tirkîyê dixebitînin.

Piştî hemî derdeserî û afat û nexweşî û bela yên bi ser ê wan hatîn, Şingalî hêşta jî bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî difikrin û bi Kurdî dijîn. Niha jî qêrî û nalîn û hawar ên wan ên bi Kurdî dinyayê dihejînin. Karesata mezin kuştin û dagîrkirin a miletan nîne. Mezintirîn karesat nehêlan a zimanî û ji-bîr-birina esl ê xudanî ye. Çi hêzek ji nû neşêt ziman û eslên me ji bîr a me bibit. Her bijî Kurd! Her bijî Kurdistan!

Têbînî; dibêjin ko niha ji sedê sîh ta çil ji xelk ê Şingalê Misilman in. Herwesa hindek Mesîhî û Ereb jî li wê derê dijîn.

-----------------
Zinarê Melleyî
-------------------