Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
du wêne ji Şingalê دو وێنە ژ شنگالێ
2014-08-31 15:00
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
1
ji Şingalê
Jineka ducan
direviya
ji hêrişa Daişiyan
xwegihand çiyayê perîşan
jê bû kurek
nav lê na Ferman.
Minê misilman
serê xwe şor kir û
şerim kir
bipirsim çima Ferman


2

Şaha şahan
dehsaliya baxê xeman
hesret û rondika dîroka xemgîn
min tu dîtî
tozgirtî
û reşebaya alareşan li pey te
li gel bi hezarên wek te
kesîre dihatî
kinc û laş peritî
ji tirsan behitî
xewn û hêvî lê kuştî
nemabûn gund û war
ne jî kesûkar
bes hîviya xilas bibin
ji destên pîs û har
Ji te dipirsin: Çawa yî?
Tu dibêjî:
Diêşim,
her dera min diêşe,
birsî me,
têhnî me,
mandî me
tenahî nîne
ya me dîtî
ferman û serbirîne
Dipirsin: Ber bi kû derê diçî?
Tu destê xwe dirêjî çiyayî dikî û dibêjî:
Ber bi hembêzên Xudê
belkî xilas bim ji fermanê
ji bihîstina peyva cîhadê
ji şûr û serbirînê
ji hilgirên kerb û kînê


--------------------------------------------------------
Sidqî Hirorî - sidqi@kulturname.com - www.kulturname.com

------------------


١
ژ شنگالێ
ژنەکا دوجان
درەڤیا
ژ ھێرشا داشیان
خوەگھاند چیایێ پەریشان
ژێ بوو کورەک
ناڤ لێ نا فەرمان.
منێ مسلمان
سەرێ خوە شۆر کر و
شەرم کر
بپرسم چما فەرمان

٢
شاھا شاھان
دەھسالیا باخێ خەمان
ھەسرەت و رۆندکا دیرۆکا خەمگین
من تو دیتی
تۆزگرتی
و رەشەبایا ئالارەشان ل پەی تە
ل گەل ب ھەزارێن وەک تە
کەسیرە دھاتی
کنج و لاش پەرتی
ژ ترسان بەھتی
خەون و ھێڤی لێ کوشتی
نەمابوون گوند و وار
نە ژی کەسووکار
بەس ھیڤیا خلاس ببن
ژ دەستێن پیس و ھار
ژ تە دپرسن: چاوایی؟
تو دبێژی:
دێشم،
ھەر دەرا من دێشە،
برسی مە،
تێھنی مە،
ماندی مە
تەناھی نینە
یا مە دیتی
فەرمان و سەربرینە
دپرسن: بەر ب کوو دەرێ دچی؟
تو دەستێ خوە درێژی چیایی دکی و دبێژی:
بەر ب ھەمبێزێن خودێ
بەلکی خلاس بم ژ فەرمانێ
ژ بھیستنا پەیڤا جیھادێ
ژ شوور و سەربرینێ
ژ ھلگرێن کەرب و کینێ