Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] bajarê parçeyên dilî lê pirtûbelavbûyî
2011-03-06 09:25
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
>> Mirad Gundikî

Zerê digot qey di dinyayê de bi tenê ew dijî.

Hêsrên çavên wê nedikarîn bi jiyanê re xweveşartokî bilehîzin û diherikîn. Hatibû balafirxaneya pîxanebajarekê mezin. Di dorê de gav û gav bi pêş diket. Pora wê wek perdeyeka reş bi herdu aliyê rûyê wê de daheligî bû. Xemên wê giraniya xwe berdayibû ser rihê(giyanê) wê, çend hûr û mûrên xwe li çenteyekê kom kiribû lê parçeyên dilê wê li wî bajarî pirtûbelav bûbû. Bi destmaleka spî hêsrên çavê xwe paqij kir û bû fişşe-fişşa difina wê.

Dora derbaz-bûnê hat wê û ew jî derbasî balafirê bû.

Qet li derûdora xwe nenêrî û rast-û-rast çû ser cihê ko ji xwe re dabû veqetandin.

Rûnişt ...

Di dilê wê de şerrekê dest pê kiribû. Di got qey her gava ko ji wî bajarî bi dûr bikeve dê ji xemên xwe jî bi dûr bikeve. Lê dilê wê wek çûkeka çeng-şkestî li cihê xwe diperpitî. Bêhna wê diçikîya.

Li germahîya rûyê xwe hesîya. Destmaleka şil bi rûyê xwe de anî.

Birtebirta denginan ji derûdora wê dihat ...

Û..

Dîsa ket di kûrahîyên xema xwe de ...

Xema wê lê giran dihat, destgirtîyê wê hima ji nifşkê ve jê re gotibû em ne yên hev in..

Zanîbû ko destgirtîyê wê hez ji yeka dî kiribû.

Ne di wê xemê de bû ko ji wî sto-şkestîyî cida bûye. Lê wê xeyalê jiyaneka bi wî re kiribû û ew jiyan pirrt û ji destê wê firrîyayîbû.

Ew elimîbû wî ...

Ne di wê xemê de bû ko ji wî cida bûye lê di xema elimandina xwe de bû ...

Na, na ne di wê xemê de bû ko jê cida bûye lê li dilê wê giran dihat ko wî, ew xapandibû.

Wê ji hemî hevalên xwe re gotibû ko ”min xwe ji pîsîyekê paqij kir” lê dilê wê hê jî gurpûgurp navê wî pîsê heram dubare dikir.

Digot pîsê heram ...

Lê dîsa ew pîsek hizir dikir...

***

Xalê Cindî li wî pîxanebajarê mezin yê tirkan baş bi tirkîyê nedizanî. Li balafirê siwar bûbû û li cihê xwe digeriya, jina wî dabû pey mêrê xwe. Serê wê nifs bû. Kitana xwe li serê xwe werandibû û bi awayekê ji halketî bi pêş diket.

Xalê Cindî ji jinika xebatkar cihê xwe pirsî, jinikê jê fêm nekir, kaxeza xwe ya cih veqetandinê nîşanî wê kir û jinikê wek ya ko bibêje erê serê xwe vehêjand û ket pêşiya wan. cihê wan nîşanî wan kir.

Cihê wan cihekê sêtane bû. Li serê cihî keçikeka por-reş rûniştibû. Wê serê xwe pesartibû(spartibû) rexa pencereyê û bi pencereyê re li derve dinêrî.

Jina xalê Cindî rûniş kêleka wê keçikê û Xalê Cindî jî rûnişt nik jina xwe.

Balafir dê bi rê biketaya, dengekê bang dikir ko digot: ” bila her kes kemera xwe girê bide balafira me dê bi rê bikeve”

Zerê serê xwe ji pencereyê ba da û kemera xwe girê da. Li çirqeçirqa jinika li rexa xwe hesîya wê dixwest kemera xwe girê bide lê nedizanî. Bi destên xwe yên cermînbûyî hewl dida herdu serê kemerê bigihîne hevûdu. Destên wê direcifîn û weke hawara xwe bigihîne mêrê xwe digot

- Cindîîî ... Nikarim ...

Zerê li halê wê pîrejina li rexa xwe nêrî û jê re got.

- Xaletê(xaltîyê) heke tu bixwazî ez ê ji te re girê bidim.

Ji xemê weka ko girêyek li gewriya Zerê çêbûbû, dengê wê xera bûbû û girregirr jê dihat.

Jinika kitan li serê xwe alandî serê xwe ber bi Zerê lil rakir. Çavên wê bûbûn wek kaniya xwînê. Çawa ko perika çavên wê hat girtin hêsrên çavan xwe çavên wê yên zeytûnî berdan ser qermîçekên bin-çavê wê.

Zerê zanî ko Xaletê jî xemgîn e, Zerê berê xwe ba da destmalik bi rûyê xwe de anî û nexwest Xaletê rûyê wê yê xemgîn bibîne. Serê xwe nimz kir û ji aliyekê ve nîşanî Xalê Cindî jî kir û got:

- Ahaa Xalo bi wî awayî li gor xwe kemerê firreh bike û herdu serên kemerê bi wîîî awayî bigihîne hevûdu.

Zerê kemera Xaletê girê da û balafir bi rê ket.

Xaletê bêhn dikir wî qapûtê ko li xwe kiribû û horûhor digirîya. Xalo jê re di got.

- Xwe ne qehirîne rêya me hemiyan ew e.
Xaletê dengê xwe nedikir û bêhn dikir qapûtî û dîsa digirîya.

Xalo digot:

- Keçê te ji duhî ve xwe bi girîyî kuşt, tu ne nivistî(razayî) û tu ne xwarinê dixwî. Ka li ser xatira min hinekê biraze.

Jinikê sere xwe ji xewê re hêdîka pesart cihê xwe. Jinik piçekê ber bi xewê ve diçû û diciniqî û digot:

- Kurê minnnnn, delalê dêya xwe …

Û dîsa bi xewê ve diçû.

Xalê Cindî dît ko Xaletê bi xewê ve çû da ko piştrast bibe lê nêrî. Ew nivistî bû.

Ha hinge Xalê Cindî herdu destên xwe danî ser rûyê xwe û dest bi girîyekê dijwar kir.

Zerê xwe negirt û got:

- Xalo we xêr e. Hûn ji ber çi digirîn.
Xalê Cindî ew keçika bi zimanê wî diaxaft gellekê nêzîkî xwe dît. Ji Zerê re got:

- Keça min! Ji beriya çar mehan me kurê xwe bir nexweşxaneyê û em pê hesiyan ko penceşêrê kurê me girtiye û divîya me ew bibiriya nexweşxaneyeka mezintir lê pereyê me nebû. Ji beriya du meha kurê min got:

- Demê min ê çûyina eskeriyê hatiye babo. Ez ê biçime eskeriyê li eskeriyê eskerên nexweş dibine nexweşxaneyên baş yên eskerî. Babo ez ê li wê derê sax jî bibim û bêm.

- Kurê min ji beriya mehekê çû Stenbolê eskerîyê lê li wê derê nexşiya wî lê giran bûye û pêr çû remetê em ji duhî ve hatibûn termê kurê xwe.

Qapûtê li ser jinikê nîşanî Zerê kir

- Aha ev jî qapûtê berxê min e.
Çavên Zerê zill bû. Di cihê xwe de cemmidî û bi dengekê bi reçîfek got:

- Ma xalo cenazeyê kurê te di vê balafirê de ye.

Xalê Cindî dîsa dest bi girîyî kir û bi kotekî got

- E
Hingî qapûtê jinikê bi milê Zerê ve dihat tezînek bi laşê Zerê de diçû.
Ji Xalê Cindî re gotê Xalê Cindî hûn dê çawa bikarin tabûtê bibin

Xalê Cindî:

- Li Diyarbekirê mirovên me ji siharê ve hatine balafirxaneyê ji duhî ve haya wan ji hatina me heye.

Zerê xwest hema zûka rê xelas bibe û xwe ji wê balafirê bavêje derve.

Dema balafirê dada Zerê xatirê xwe ji Xaletê û Xalê Cindî xwest û paş xwe ve nenêrî û çû...

Dilê wê dîsa bi dengê berê diperpitî lê dizanî ko li dinyayê ne bi tenê ye û xem ne bi tenê yên wê ne...




____