Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[peyvistan-çandî] malmîratî û jihevcidabûna bi awayê kevin
2011-03-08 14:05
Hekîmê Şirnexî
info@kurdigeh.com
>> Hekîmê Şirnexî [Şirnex]



Dema ko ez di civatekê de peyveka xweş û guhertî seh dikim kéfa min zehf xweş dibe. Ji ber ko ew peyv resen in û di nav gelî de cih girtîne. Her yeka ji wan peyvan jî qasî dinyayeké qedirgiran in.

Herém bi herém, dever bi dever, gelî bi gelî peyv téne guhortin. Ev jî zenginiya zimén e. Her çiqas gelek caran ev zenginiya peyvan dibe sedema encamén neyinî jî wek >>ji yekûdu fémnekiriné<< dîsa jî mirov bihizirîne wé bibîne ko hebûna wan peyvan ji tunebûna wan çétir e. Bi taybetî hésinc û alavén cotyariyé û termînolojiya şivanetîyé gorî peyvén jiyana rojane pirtir téne guhortin. Ji ber ko jiyana kurdan li ser van her du xebatan (cotyarî û ajalvanî) ava ye.


Péşiya sé mehan ez çûm Şirnexé û li wé deré kurxaleté min qeydekî balkéş nîşanî min kir. Di wé qeydé de serî heta binî behsa hésinc û alavén kevin téne kirin û hemî peyvén wé nenas in. Ji ber ko ew hemî peyv di jiyana kevneşopiyé de hatine şixulandin/bikaranîn û îro piraniya wan tune ne.

Tişta ko héj zêde bala min kişandî ew bû ko axavtina vé qeydé ya devoka derdora Xisxér (Berwarî ya Sérté) e û bi tené qasî 40 kîlometreyan Ji Şirnexé dûr e; lé belé dîsa jî peyvén me û yén wan ji yék nagirin. Ew jî taybetmendiyeka zimané kurdî ye.

Ew qeyda ko min behsa wé kirî li ser mallévekirin û cudabûné ye. Yek ji wan bi awayekî helbestî daxwazé xwe vedibéje û çi tiştén ko malé de hene ji xwe re dibe û neheqiyé li birayé xwe dike. Wek gotina wî bi xwe “şihîna wî xwehr”e.
Ne hewceyî diréjkiriné ye, ké gotibe seheta wî xweş be û ez ji kurxaleté xwe re jî ji bo alîkari û keda wî gelek spas dikim. Bi héviya qedirzaniyé:

JIHEVCIDABÛN (JÊKCIDABÛN)

Ehmed gote Meheme Elî,
Bila Saleh neçite gelî,


Go rûnin ez é we cuda kim,
Êdî dest l’ser we rakim.
Ji xwe ne hewceyî Melé ye,
Tişta ez béjim lé ye.

Ez é ji xwe re ‘ewil bînim,
Hinde tiştan hilînim.
Malé piçek sivik kim,
Paşé li we lé ve kim.

Tiştén min divén ev in;
Bevş e sing û dar-tevn.
Hestîve, testik û tenûr,
Her sal kehré bizina çûr

Tifik û kélbetan û bistik,
Mişarok, mangax û dasik
Tevré gûniyan û awîte,
Teşî, sûjin û kerkîte.

Stûne, kéran û du piri(k)
Muqate û hinek tirî
Bangewîlka bédestî
Kowilké çembilşkestî

Nerî ye tiştîr û du gîsk
Kode-dan û hebanek nîsk.


Du cot sîxké héstiré
Çeqmek û fitîla çiré.

Mikare û badek û tefşo,
Hesan-strok û firaxşo.
Hesko ye û yazdeh kevçi(k)
Hevsar û werîsé heçi(k)

Ew bizina şîra kulek
Ew odeya békulek
Mezreke, parzûn û moxil,
Aşîrek, meşk û kuncké kil.

Kovik, hincan û çorak
Gésn, kilabe û xwédank.
Héstir, simtraş û mehes,
Mûçink, qilix û meqes.

Dîklozok û çar varîk,
Ew mirîşka kurk û pûnik.
Du lastîqokén teşkan,
Kérka şerf û kelika keşkan.

Taxe-bér û milhîva dar,
Peré gîské par û pérar.
Kaşo,çovxas û kinoşik,
Béderiyé toviké reşik.

Qetka taxan, kotan û gov,
Zeviya beyar, çand û şov.
Çi pezé béte dotin,
Tişta béte firotin.

Çakîté we û kepene,
Giloloka mû û yé bene (benik/bendik)
Éde hevîrtirş û havén,
Ji xeyrî van min tu navén.

Tişta mayî ya we ye,
Téra we herduyan heye.
Ne ‘enire û ne qehire,
Ne béje ev ji behr e (par)

Ma qey hûn nizanin
Şihîna min her xwehr e..
_______________

PEYVISTAN
________________

Lé vekirin : Parvekirin.

Befş: Aleveka dar û pehn ya dar-tevné ye.

Hestîve: Alevek ya méşvaniyé ye û pé hingivî ji kurbikan téte derxistin.

Tifik: Kuçik. Cihé ko ji pijandin û behtiné re hatî amadekirin. Bi taybet ji
sé kuçan(keviran) pék tét û li ser wé wecén agirxwaz téne pékanîn.

Mangax: Ew tişta ko dema pale dirûné dikin diéxin tiliyé desté xwe da ko zehfttir giya an go wîşî li ber desté wan bikeve. Seré wan tél in û biné wan çerm in. Qeynaxé dirûné (devoka Şirnexé)

Awîte: Alavek ya ji çolé pincar (kereng, goriz hwd..) komkiriné ye û seré wé hésin û destiké wé dar e. Adodek.

Piri(k): Kuçik/tifika seyar û hésin. 2. Ew hésiné ko ser kuçké re téte dayin da ko quçkane ne keve.

Muqate: Ji bo xurtkirina tişteké ew stûna ko li ber téte çikilandin û nehéle béte xwaré. Gilte(devoka Şirnexé)

Bangewîlk: Banger, bangur.

Kowîlk: Metereyé ko ji axé hatî çékirin. Cerik
Tiştîr. Bizina mé ya ko [piştî du salîyê] héj ne zayî . Néré tiştîré kûr e. Ew tiştîra ko bizé jé re kowişkî téte gotin.

Hebane: Kevilé ko tiştén hişk/zuha téte xistin. Ew kevilé nermtir tiştén wek dohn/ron, penîr dikevité jé re “eyar” téte gotin û kevilé ko tiştén rehn dikevité “meşk” e.

Mikare: Hésincekî stûr, seré wî pehn û zirav e û bi taybet pé darén mezin û hukmé biviré jé negire téte hûrkirin.

Badek: Metqeba kevnar. Badar

Strok: Alavekî ji şaxé/qiloçé ajalan e û ji bo hésandina alevén wek tirpan,şalok,dasik, bivir hwd. téte bikaranîn û hûndiré wî ji bo hesanî daxirtî dohn e.

Hesko: Kepçeya mezin a dar. Simker. Koder.

Aşîrek: Alavekî ya dirûtiné ye. Biné wé dar e bi taybet ji bo kunkirina tiştén ko wek meşkan stur té şixulandin. Diréşik(devoka Şirnexé)

Kovik: Hûnî

Çorak: Ceriké ji axé yé biçûk. Şerbik.

Kilabe: Darikén ko stûyé dewaré cotî ve téte girédan.

Simtraş: Ew alava ko pé simén dewaran téte birîn.

Varîk: Mirîşka salé. Mamir

Dîklozok: Dîkilé salé. Feric/fericok

Taxe-bér(bér): Merbûra ko sedîsed/xwerû ji darî hatî çékirin. Bi taybet ji bo réx-avitiné téte şixulandin.

Milhîv: Séguha/sétilka ko ji darî. Heft anjî neh tilîyé wé hene û pişta tiliyan çerm e.

Kaşo: Wexta ko demsala zivistané berf tét û hatinûçûyîn zehmet dibe li ser vé alavé çilo diînin ji ajalan re. Alavekî xijek e. Qol(devoka Şirnexé)

Kotan: Erdé ko hatî sînckirî û tixûbé wé eşkere. 2. Hevşiyé péz