Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çandî] Zîp: Mîmiran çû malbabê ew ê çarşema bê vebigere
2011-03-09 08:46
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Zîp: Mîmiran çû malbabê ew ê çarşema bê vebigere

Îro çarşema paşî ya sibatê ye. Serê zîpan e.
Îro Mîmiran çû malbabê.
Ew ê çarşema bê vebigere.

Heger rewşa hewayê xweş be, malbaba wê dê mişk, mar û heywanên zivistanê nivistî bike xelat û bide wê. Ew ê wan mişk û maran bi xwe re bîne û her yekê bavîje ber kursekê.

Zîp

Di zîpan de jinan biska xwe dibirîn, zelaman jî yan serê xwe temamî kur dikirin yan jî piçek ji pirça xwe jê dikirin û piçek jî ji pirça zarokan jê dikirin.

Mirov keziyên hemî dewarstûr û dewarreşên xwe jê dike. Lê ji pezî, tenê yên beran û nêriyan jê dike.

Paşê mirov wê pirçê li ber bayê diberde û dibîjê:
Îş, elem, ta û ba li ber vê bayê biçi û pif dike wê pirçê û li ber bayê berdide.


Sibat di rojan ji adarê deyn dike

Gîsk derdikeve ser sergoyî xwe dihilavîje û dibêje:
sibata qonşilûk tu jî çû yî.

Sibat banî dike Adarê:
Adarê dergûdarê bide min di roja xedarê de da ez gîskilo bi serê sergo de bikim xarê.

Adar du rojan dide sibatê û lewra jî herdu rojên ewil yên adarê ji zivistanê tên hesabkirin û rojên xedar in.

Hesenê Heyatê