Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Çima "carbekir" û ne "çêrik"
2010-12-29 14:04
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Gelek caran mirov dibihîse, bê çima dêrikî ji “Dîyarbekirê” re dibêjin “Carbekir” û ji “Dêrikê” re nabêjin “Cêrik”. Bi gelek kesan pir xerîb tê ko dêrikî çima weha nakin. Gelo çima? Çima "Carbekir" û ne "Cêrik"? Helbet gelek deverên zimanê me netevdayî ne û loma jî gelek pirsên me lêkolînên pirhêl ferz dikin. Ev pirs jî yek ji wan pirsên netevdayî ye ko divê mirov pê dakeve û xwe bispêre dîsîplîna zimannasîyê, lê bikole û bi têgehên zanistî şirove bike.

Hemû zimanên zindî ji guharînan re vekirî ne. Heta niha tu sîstem nehatiye peydakirin ko karibe pêşî li guharînan bigire û zimanan wek xwe bihêle. Loma di hemû zimanên mirovî de, di hundirê demê de guharînên dengan an jî dengguharîn çêdibin û ev guharînên dîrokî taybetmendîyeke zimanan ya giştî ye. Ev pirs di dengnasîyê de, yek ji wan problemên klasîk tê hesibandin. Loma ev wek bûyereke gelekî normal tê dîtin. Ji ber ko guharîn bi carekê re çênabin û hêdî hêdî çêdibin, loma axêver zû bi zû pê nahisin. Hema bi carekê ferq dikin ko deverek ji devereke din cudatir dipeyive.

Tore Jansonê profesorê zimannasîyê di wê nivîsa xwe de ko ji bo Ansîklopedîya Neteweyî nivîsîbû, dibêje; ”Hemû beşên sîstema zimanekî dikarin bên guharîn. Wek qaîdeyeke giştî, guharînên dengan û yên hebana gotinan zûtir pêk tên, lê weha xuya ye ko guharînên rêzimanî di demeke dirêjtir de pêk tên.” Mijara me jî dikeve kategorîya guharîna dengan, ango yek ji beşê zimanî yê zûtir tê guhartin. Guharînên dengan asayî ne. Lê divê mirov balkişandina Professor Bengt Sigurdî (Ziman û lêkolîna zimanî) di ser guhên xwe re navêje ko dibêje; “Pirseke balkêş ew e ko kîjan guharîn xwezayî ne û ziman bêyî ko wek navgîna ragihandinê têk biçe, dikare tehamilî kîjan guharînên fonolojîk bike.”

Sedemên ko ji bo guharîna dengan têne pêşkêşkirin

Mirov tesbît dike ko li navçeyekê hin gotin ji deverên din cudatir tên bilêvkirin. Hin dengên di hin gotinan de hene, ne wek yên deverên din tên bihîstin. Guharîneke pêkhatî dîyar e. Gelo ev guharîn ji ber çi pêk hatiye? Gelo sedemên dengguharînan bi giştî çi ne?

Helbet yek ji wan pirsên ko zimannasan serê xwe pir pê êşandiye, sedemên dengguharînên di zimanan de ne. Ji bo ravekirina vê pirsê gelek lêkolîn hatine kirin û gelek sedem hatine nîşandan. Saussure lêgerîna van sedeman yek ji wan pirsên zimannasîyê yên herî dijwar dihesibîne û behsa sedemên cuda cuda dike ko hatine pêşkêşkirin û herweha di ”Dersên Zimannasîya Giştî” de dibêje; “Gelek ravekirin hatin pêşkêşkirin, lê yek ji wan jî ne tam e.”. Saussure her di heman berhemê de dibêje ”Em dikarin bi hêsanî destnîşan bikin, bê dengên gotinekê di bin tesîrê de mane û di demeke dîyar de ev tesîr çi qas e, lê em nikarin pêşîn bibêjin ko gotin bi berfirehîyeke çawa bûye nenasînbar an jî dê bi berfirehîeyeke çawa bibe nenasînbar.”

Di nav sedemên hatine pêşkêşkirin de qanûna hewildana herî kêm heye. ”Qanûna hewildana herî kêm hat pêşkêşkirin ko divîya artîkulsyonanek têketaya şûna du artîkulasyonan an jî artîkulasyoneke dijwar bi yeka hêsantir bihataya guhartin.” Saussure giringîyê dide vê yekê û dibêje ko ev yek heta radeyekê dikare ronahîyê bide sedemên guharînên fonetîk an jî qet nebe, nîşan bide bê mirov dê di kîjan hindavê de lê bigere.” Lê gava ew di hin zimanan de çav li nimûneyên berevajîya vê dikeve, bo nimûne gava çav lê dikeve ko di almanî de “ū” bûye ”au”, ”ǖ” jî bûye ”eu” hingê ji bo guharînên vî cureyî, ji berdêla ”hewildana herî kêm”, îcar behsa ”hewildana herî mezin” dike. Ji ber ko li vê derê heger pirs pirsa hêsankirin an sivikkirinê bûya, hingê divîya herdu monoftongên navbirî nebûna dîftong. Lê em di herdu nimûneyên dayî de dibînin ko monoftong bûne dîftong. Loma Saussure di hizra xwe ya netemambûna ravekirinan de israrê dike.

André Martinet jî di pirtûka xwe ya “Zimannasîya giştî ya fonksîyonel” de balê dikişîne ser qanûna hewildana herî kêm û dibêje ko li vê derê jî reftarîya mirovan li gor qanûna hewildana herî kêm e. Weha xuya ye ko Martinet di guharîna zimanî de, ji gelek kesên din bêtir giringîyê dide vê yekê. Martinet ji alîyekî ve di her qonaxa guharînê de, behsa wan pêwîstîyên ragihandinê dike ko gelek in û yekîneyên competent ên xweser ferz dikin û ji alîyê din ve jî dibêje ko bêlibatîya mirovan dibe sedema wê yekê ko mirov berê xwe didin yekîneyên kêmhejmar ên xwedîyên qîmeteke giştî û wan zêdetir bi kar tînin. Li gor wî, di her qonaxa guharînê de, di navbera van pêwîstîyên ragihandinê û bêlibatîya mirovî de balansek peyda dibe.

Professor Bengt Sigurd (Ziman û lêkolîna zimanî) dibêje; “Gelek caran tê gotin ko sivikkirinên bilêvkirinê sedemên dengguharînan in. Eşkere ye ko mirov dikare gelek dengguharînên pêkhatî wek sivikkirinên di bilêvkirinê de nîşan bide, bo nimûne guharîna bilêvkirina ´assimilation < adsimilation`ê. Lê ev ne ravekirinek e ko îmkana pêşbînîyan dide, ji ber ko deng û kombînezonên dengan yên ko di zimanekî de hêsan dibin dikarin di zimanekî din de bimînin. Piranîya raveyên dîrokî yên ji bo dengguharînan di bin tesîra heman qelsîyê de ye.”

Östen Dahl jî di “Yekîtîya zimanî û pirhêlîya wî” de dibêje; ”Mirov ji bo ravekirina dengguharînan gelek caran behsa ´sivikbûnên bilêvkirinê` dike. Ji bo derbirîna heman tiştî awayekî baştir ew e ko dengguharîn qismen dikarin bi wê hewildana axêveran bê ravekirin ko gava dipeyivin heta mimkun be, xwe hindik diwestînin.” Lê li gor wî, ev bêdilîya li ba axêveran bi wê pêwîstîyê ve tê bisînorkirin ko mirov divê zelal bipeyive, da guhdar tiştên tên gotin bibihîse.

Tendenseke din heye ko -belkî ne zêde xurt be- dixwaze guharîna dengan bi mixalefeta cîranî (naboopposition) rave bikin. Gelo guharînên weha dikarin bi têgeha mixalefeta cîranî bên ravekirin ko ji qewla Bengt Sigurdî (Gotin di derheqê gotinê de); ”Mebest bi vê dîyardeyê ew e ko mirov bi zanayî dijîtîyan derdixîne, da xwe ji cîranê xwe cuda bike”? Ma di zimanan de û nemaze di guharîna dengan de tesîra vê tendensê çi qas e? Bo nimûnê li Lunda herêma Skåneyê (li Swêdê) behsa devokê Lundê tê kirin ko bi hin xweserîyên xwe ve, mîna bi tunebûna dîftongan, bikarneanîna derbirînên devokî û carinan bi nebûna [r]ya radîks (koka zimanî) ve ji devokê herêma navbirî cudatir xuya dike. Lêkolînerê arşîvkar Ola Svenssonê ko li Lundê di ”Arşîva dîyalekt û navên deveran” de dixebite, di rojnameya ”Sydsvenskan-ê” (Dîyalektê Lundê weha çêbû - 19.08.2005) de îdîa dike ko ev guharîn ji ber hin taybetmendîyên bajarê Lundê tê. Li gor wî, ji ber ko Lund xwedîya unîversîteyeke mezin bûye, cihê dêreke xurt bûye, şênîyên wê bihereket bûne û tesîra desthilatên navendî hebûye -hem ya Swêdê û hem jî ya Danîmarkayê- û li gel vê jî ev bajar her wek bajarekî bazirganîyê û navendeke çandê jî xuya bûye, devokê vê deverê xweserîyek wergirtiye. Û herweha ji ber nabooppozîsyonê… Li gor arşîvkarê navbirî, lundîyan li Lundê xwastiye bi awayekî nîşan bidin ko devokê wan ji yê ji herêma derbajarî û gundîyên dorhêlê cuda ye. Loma ew dixwaze ji bo vê cudabûnê, ji berdêla têgeha dîyalektê, têgeha sosyolektê bi kar bîne.

Di guharînan de, bêşik faktorên civakî, çandî, dînî, aborî û hwd rolekê dilîzin û her yek ji wan xwedîya tesîreke taybetî ye. Helbet faktora ”naboopposition”ê jî tê de hemû hêjayî lêkolînê ne, lê li vê derê, ya ko ez bêtir dixwazim li ser rawestim, dîyardeyên zimanî ne û qaîdeyên guharînê û ravekirinên wê yên fonetîk in.

Qanûna dengî

Ji bo ravekirinên guharînên dengan jî behsa ”qanûnên dengan” tê kirin. Di gelek deveran de û herweha di Ansîklopedîya Neteweyî ya Swêdê de jî ev bûyer wek dengguharîneke biqaîde tê tarîfkirin ko di heyameke dîyar de di zimanekî de pêk hatiye. Tore janson jî dibêje; ”Qanûneke dengî dide zanîn, bê dengek di dorhêleke dîyar de, wek prensîp di hemû gotinên zimanî de çawa tê guharîn.” Û ji bo guharîna dengên di zimanê swêdî de, vê nimûneyê dide; ”[k]ya di swêdî de, berî vokala pêş, ango berî [i], [e], [ä], [y] an jî [ö]yê hatiye guharîn û bûye [tje] (ş-M.Aydogan), bo nimûne; di [kila, kela, kärna, kyla, köl]ê de, lê ne berî vokalên din yên wek di [kaka, kåpa, ko, kula]yê de.

Têgeha qanûna dengî

Lê giring e, bê gotin ko têgeha qanûna dengî têgeheke weha ye ko gelek zimannas bi germî lê nanêrin. Östen Dahl jî li dijî binavkirina qanûna dengî derdikeve û dibêje ko têgeha qanûna dengî mirovî diajo ser şaşîyê, ji ber ko ev yek meseleya dîyardeyekê ye ko bi dem û cihî ve bisînorkirî ye û ne dîyardeyeke weha ye ko bi qanûneke giştî ve girêdayî ye. Loma her çi qasî zimannas di pêşveçûna zimannasîya dîrokî de, giringîyeke mezin didin lêkolînên Jacob Grimmê almanî (bi danzanîna Qanûna Grimmî ko guharîna navbera zimanê hindûewrûpayî û germanî bi awayê ”p→f, t→þ, k→h, b→p, d→t, g→k, bh→b, dh→d, gh→g”yê nîşan dabû), xebatên ekola Leipzigê yên bi navê ”Junggrammatiker-an” (Rêzimannasên Ciwan), pêşkêşkirina Qanûna Vernerî û hwd jî bi dudîlîyeke mezin nêzî qanûnên dengan dibin. Gelek zimannas dixwazin têgeheke din ya alternatîv bi kar bînin, Loma Bengt Sigurd di pirtûka xwe de (Gotin di derheqê gotinê de), li ser pirsekê her çi qasî vê têgehê bi kar tîne û dibêje ko qanûnên dengan wek prensîp bêawarte ne û awarte dikarin wek qaîde bên şirovekirin jî di ´Struktura Zimanî` de dibêje; ”Qanûnên dengan tevî vê jî ji bo giştî derbas nabin, ji ber ko gelek caran gotin hene ko wek mirov dipê nehatine guhartin. Loma rexne li têgeha qanûna dengî hatiye girtin û ji berdêla wê, mirov behsa wan tendensên dengguharînan dike ko ji alîyê demê û cografyayê ve bisînorkirî ne.” Loma gava ez vê têgehê bi kar tînim, ez dixwazim ev dudilî û ev sarbûna li hember têgehê jî bên zanîn. Ji ber vê yekê, divê mirov ji bîr neke ko dengguharîn ne ebedî ne û herweha bi dem û cih ve bisînorkirî ne û ”qanûna dengî” jî ji bo ravekirina tiştê bûyî ye.

Kategorîyên dengguharînê

Heçî kategorîyên dengguharînê nin, ji alîyê zimannasîya dîrokî ve bi giştî weha xuya dibin: 1) Guharînên birêkûpêk (guharînên mintezam) ango ew guharînên ko di her şert û mercan de û ji bo hemû gotinan derbas dibin. 2) Guharînên nebirêkûpêk (guharînên nemintezam) ango guharînên merckirî, yên ko bi şertan ve girêdayî ne ko bi tenê di hin şertan de pêk tên û gava ew şert pêk hatin, ew jî xuya dibin. 3) Guharînên yekcarinan, guharînên ko di tek û tûk gotinan de xuya dibin.

Ji bo guharînên kategorîya yekem, mirov dikare bibêje “guharînên nemerckirî” û ji bo guharînên kategorîya duyem jî navê “guharînên merckirî” bi kar bînin.

Guharînên fonemî û nefonemî

Helbet guharîn ji alîyê fonemî û nefonemîbûnê jî tên kategorîzekirin, ango “guharînên fonemî” hene û yên “nefonemî” hene. Guharînên fonemî ew celeb guharîn in ko foneman bi xwe diguharînin û fonema heyî dike fonemeke din. Östen Dahlî ko di ´Tevahîya zimanî û pirhêlîya wî` de dibêje; “… bo nimûne; di swêdî de di gotinên wek fisk (masî) û fader (bav) de [f] heye, lê di latînî û hin zimanên hîndûewrûpayî yên din de [p] heye (piscis û pater). Di van nimûneyan de guharînên fonemî xuya dibe. Gava mirov bala xwe bide farisî kurmancîyê jî mirov dikare fonemguharîna ji bo heman gotinan bibîne; bo nimûne, di farisî de “ab” di kurmancî de “av”, di farisî de “şeb” di kurmacî de “şev”. Di hin devokên kurmancîyê de jî ev yek dikare bê dîtin; bo nimûne [û] dibe [î], wek “bûk” dibe “bîk”, “dûr” dibe “dîr” û hwd. Lê di devokên din de ev guharîn pêk nehatiye. Ev jî guharîneke fonemî ye û xweserîya wî devokî ye. Helbet giring e, bê dîyarkirin ko tu şertekî weha tune ye ko divê di devokên din de jî pêk bê. Ji xwe, pêşbînîyeke weha nikare bê kirin.

Heçî guharînên nefonemî ne, foneman bi xwe neguharînin, lê “allofon”an çêdikin. Ango deng bi xwe nayê guhartin, varyasyoneke heman dengî xuya dibe. Lê divê neyê jibîrkirin ko ev guharînên nefonemî dikarin ji bo guharînên fonemî rêyan vekin.

Cografyaya vê guharînê

Helbet divê bê gotin ko ne dêrikî bi tenê, herweha li gelek deverên girêdayî wîlayeta Mêrdînê, bo nimûne li Qosarê û dorhêla wê bi xwe jî di warê heman pirsê de hin nîşanên guharîna dengan û herweha nîşanên ketin an wendabûna hin dengan bala mirovî dikişînin. Lê ez di bin sernivîsa “Çima Carbekir û ne Cêrik”ê de dixwazim nemaze li ser wê guharînê rawestim ko bi taybetî di devokê Dêrikê de bi awayekî sîstematîk xuya dibe. Ya rastî, guharîna di devokê şênîyên Çîyayê Mazî de xuya dibe… Belkî mirov ji cografyayeke berfireh bêtir, xwe bi devera çîyayî bi sînor bike dê baştir be. Dibe ko ev guharîn ji ber gelek tesîrên cuda li gelek deverên din an berî ko pêvajoya xwe biqedîne têk çûbe û li gotinên ko divîyabû bidana ber xwe belav nebûbe, an li gor devera navbirî bisînorkirî mabe, an jî wek guharîna hew di çend gotinan de pêk hatibe. Loma li gel behskirina hin ji van jî ya ko ez dixwazim li ser rawestim ew guharîna herî biistiqrar û sîstematîk e; ew guharîna devokê şênîyên çîyayê navbirî ye, Loma gava ez dibêjim devokê Dêrikê, qesda min ev devera çîyayî ye. Dîyarkirina sînorên îsoglossa vê guharînê giring e. Bi vî awayî cografyaya vê guharînê dîyar dibe. Lê tevî hertiştî, ez balkişandina zimannasan ji bîr nakim ko dibêjin, gava mirov encamên dîyakronîk ji raveyên pêvajoyên senkronîk derdixîne, divê mirov pir bidîqet be.

Gelo [d] hertim dibe [c]?

[d] ji alîyê cîderkê an cîyê artîkulasyonê ve dengekî “diranî” (dental) ye û ji alîyê awayê artîkulasyonê jî “teqok” (klusîl) e û [c] ji alîyê cîyê artîkulasyonê ve “pidûmekamî” (alveopalatal) ye û ji alîyê awayê artîkulasyonê ve “nîvteqok” (afrîkat) e. Herdu deng jî “dengdayî” (voiced) ne. Cîyên wan dîyar in, lê ji ber ko ji bo mijara me giring e, ez dixwazim taybetmendîyên van herdu awayên artîkulasyonê bidim xuyakirin. Di çêkirina teqokan de, rêya bayî berê tê girtin û dû re ji nişka ve tê vekirin. Eva Lundström û Peter af Trampe di pirtûka xwe de (Fonetîka elementer), ji bo afirandina kulîsîlan behsa sê qonaxan dikin; yek jê qonaxa girtî ye û ya din jî ya teqandinê ye, ango ya vebûnê ye ko ba derdikeve derve. Di encamê de, di ji sêsedî yekê sanîyeyê de dengek çêdibe. “Teqokên nehewadar” (neaspîrekirî) di encama van herdu qonaxan de pêk tê. Beşê sisêyan jî qonaxa aspîrasyonê ye ko ew jî ji bo teqokên hewadar e.

Heçî awayê nîvteqok e, ev awa ji kombînezona du awayên cuda pêk tê. Profesorê fonetîkê Claes- Christian Elert di “Fonetîka giştî û ya swêdî” de li ser vê pirsê weha dibêje; “Heger mirov destûrê nede ko bihur bi carekê re bigihêje firehîya xwe ya temam, lê ji berdêla wê, tepisandina ko tavilê bi dû qonaxa girtî ya klusîlekê re tê ragire, di encama vê de klusîl diguhare û frîkatîvek li pêy tê ko bi giştî di borîya dengî de di heman cîderkê de çêdibe. Ji dengekî weha yê hevedudanî re dibêjin afrîkat.” Peyiva klusîl ji peyiva latînî “clusus”ê tê. Navekî klusîlê yê din “eksplosiv” e, ango teqok, yê zû diteqe. Loma heger mirov bi awayekî din bibêje, di artîkulasyona klusîlan de beşdarên artîkulasyonê bi temamî digihêjin hevdu û rêya bayî bi yekcarî digirin û nahêle ko ba di ber devera pevgihandî re biçe. Bi dû vê girtina temam de, rê ji nişka ve vedibe û bayê ko ji alîyê beşdarên artîkulasyona dengî ve rê lê hatiye girtin, bi derbekê re derdikeve derve. Di wê esnayê de teqîn pêk tê. Awayê artîkulasyona dengê [d]yê bi vî rengî ye. Û heger girtina rêya bayî berî ko bigihêje sînorê girtina temam û ji qewla Östen Dahlî, heger vekirin jî ji vekirina klusîlan hêdîtir pêk bê, ango ji ber ko rê bi temamî negirtî ye, ba di ber re here, hingê dengekî afrîkat çêdibe. Dengê [c]yê jî encama proseseke weha ye.

Îcar em dikarin vegerin ser pirsa xwe. Heçî pirsa me ye, pirsa devokê Dêrikê ye; guharîna [d]yê bo [c]yê ye û herweha guharîna duyem e ko di destpêka gotinan de bi dû wê de peyda bûye. Qenaetek li ba gelek kesan heye ko [d]ya teqok a diranî di devokê Dêrikê de hertim dibe [c]ya nîvteqok a pidûmekamî. Gelo di devokê Dêrikê de ev [d] hertim dibe [c]? Heger ev qenaet rast bûya, di devokê Dêrikê de, bo nimûne; divîya “dar” bibûya “car”, “daristan” bibûya “caristan”, “derî” bibûya “cerî”, “badan” bibûya “bacan”, “serdar” bibûya “sercar”, “guldank” bibûya “gulcank”, “berdilk” bibûya “bercilk”, “dem” bibûya “cem”, “derya” bibûya “cerya”, “derve” bibûya “cerve”, “derpî” bibûya “cerpî” û hwd. Mirov dikare nimûneyên weha bêtir rêz bike, lê ez dibêjim qey ev nimûneyên hanê ji bo nîşandana wê qenaeta şaş têrê dikin.

Hingê [d] kengî dibe [c]?

Ji ber vê yekê ye ko ez dibêjim [d] di her gotinê de nabe [c]. Loma ev guharîn ne guharîneke nemerckirî ye ko di hemû gotinên zimanî de pêk tê. Ev awarte ye û ev awarte jî bi qaîdeyekê ve hatiye girêdan. Ango ev ne guharîneke weha ye ko bê qeyd û şert di hemû gotinan de xuya bibe. Ev guharîneke merckirî ye û bi pêkhatina şertekî ve girêdayî ye. Ev şert jî bi kombînezona [d, î, y]yê ve pêk tê. Heger mirov berê xwe bide vê tabloya jêrê, hingê mirov dê vê kombînezona ko ez behsa wê dikim jî baştir bibîne. Heger mirov bala xwe bidiyê, mirov dê bibîne ko heger ev kombînezon di koka gotinê de tune be jî bo nimûne, gava bi alîkarîya veqetandekekê jî pêk bê, dîsan guharîn çêdibe û [d] dibe [c].; wek “erdî, dendî, xwedî, gundî, zindî” û hwd.

Kombînezona /d, î, y/yê di nav gotinê de

Radîyo — Racîyo
Hedîye — Hecîye
Erdîyek — Ercîyek
Dendîyek — Dencîyek
Qedîya — Qecîya
Gundîyê me — Guncîyê me
Eydîya we — Eycîya we
Xwedîyê me — Xwecîyê me
Omidîyê me — Omicîyê me
Mirdîyaq — Mircîyaq
Ji zindîyan — Ji zincîyan
Qardîyan — Qarcîyan

Guharîna [d]yê bo [c]yê di kombînezona behskirî de, hem guharîna cîderkê ye ko ji dentalê ber bi alveopalatalê ve hildikişe û hem jî guharîna awayê klusîlê bo awayê afrîkatê ye. Tendenseke denagan ya weha heye ko berê xwe didin taybetmendîyên hevdu û hewil didin ko wan taybetmendîyan bişibînin yên xwe. Lê hin qanûn jî hene, rê nadin ko ev guharîn bigihêje radeya ko ziman wek navgîna ragihandinê nema karibe fonksîyona xwe bi cî bîne. Herweha giring e, bê dîyarkirin ko ev guharîn di heman rewşê de, bêyî ko maneya peyivan biguharînin pêk tê.

Awayê dengguharîna yekcarinan li Qosarê bi tenê di peyiva “mirdîyaq”ê de xuya dibe

Ji van nimûneyên jorê bi tenê gotina “mirdîyaq”ê ya ko di devokê Çîyayê Mazî de li gor qaîdeya awarte ye, li dorhêlên din, bo nimûne li Qosarê jî bûye “mircîyaq”. Lê [d]ya di nimûneyên din de, li Qosarê wek [d] hatiye parastin. Ji derveyî vê nimûneyê, li dorhêla Qosarê, ez li tu gotinekê din rast nehatim ko [d] di heman kombînezonê de û di hindurê gotinê de bibe [c]. Ev awayê dengguharîna ko li Çîyayê Mazî sîstematîk e û merckirî ye, lê li deverin din bi tenê di gotinekê de dîyar dibe, hingê ji bo guharîna wan deveran bi kategorîya guharînên yekcarinan an jî guharînên ji bo tek û tûk gotinan tê binavkirin. Divê bê dîyarkirin ko ev awa jî awayekî nesîstematîk e. Ev jî nîşana wê yekê ye, ne şert e ko prosesên guharîna dengan li her deverê heman encaman bidin. Herweha mirov nikare tu pêşbînîyan bike ko bo nimûne, li devokê dorhêla Qosarê ev guharîn dê berdewam be û bivê nevê bigihêje encamekê.

Wek ji nimûneyên dayî jî dîyar dibe, ev guharîna ko hertim pêk nayê, di kombînezokê de veşartiye. Ya rastî ew e ko ev guharîn bi şertekî ve hatiye girêdan û gava ev şert pêk hat, [d] di devokê navbirî de, ne bi tenê di peyiva “Dîyarbekirê” de wek [c]yê derdikeve pêşîya mirovî, herweha di wan peyivan hemûyan de pêk tê ko ev kombînezon tê de heye. Ango ev guharîn dorhêleke dîyar ferz dike. Ev yek şert e û bêyî pêkhatina vî şertî [d] nabe [c]. Sedem ev e ko em ji bo vê guharînê, behsa guharîna merckirî dikin.

Ev guharîna merckirî herweha guharîneke fonemî ye. Heger em ji fonema yekem re bibêjin A û ji ya din jî re bibêjin B, hingê em dikarin weha nîşan bidin; A > B. Loma guharîna [d]yê bo [c]yê guharîneke fonemî ye.

Hingê Dîyarbekir çima bûye Carbekir û ne Cîyarbekir?

Ê baş e, piştî van nimûneyan û vê tesbîtê, tê fahmkirin ko [d] di devokê navbirî de hertim nabe [c] û kombînezoneke taybetî ferz dike. Em dibînin ko ew kombînezon di “Dîyarbekir-ê” de heye, lê [î] û [y]ya vê peyivê bi ko de çûye? Îcar “Dîyarbekir” çima bûye “Carbekir” û ne “Cîyarbekir”?

Dikare bête gotin ko gava “d”, “î” û “y” di gotinekê de li dû hevdu bên, hinge hersê deng bi hevdu re dibin yek deng, ango dibin “c”. Dibe ko weha jî xuya bibe, lê gava mirov berê xwe dide nimûneyên din, mirov dibîne ko ev guhartin di wan de tune ye. Ango “d”, “î” û “y” bi hevdu re hertim nabin “c”. Heger weha bûya, divîya ”hedîye” bibûya ”hece”, ”eydîya we” bibûya ”eyca we”, ”gundîyê me” bibûya ”guncê me” û hwd. Lê em di van nimûneyan de dibînin ko [d] dibe [c] lê [î] û [y] dimînin.

Guharîna dengekî dikare bibe sedema guharînên din

Guharîna [d]ya diranî ya teqok bo [c]ya pidûmekamî ya nîvteqokê dikare tesîra xwe li [î]ya palatal a li pêş, girtî û negiroverkirî û herweha li [y]ya palatal a frîkatîv (fîtikî) kiribe. Ji xwe, palatalbûna hersê dengan (bi tenê c alveoplatal e) di destpêka gotinan de, di artîkulasyonê de hewildaneke bêtir, zehmeteke mezintir ferz dike. Ji ber ko cîderk jî pir nêzî hevdu dibin, zehmetîya di derxistina wan de peyda dibe, ji ya di nava gotinên de bêtir e. Loma ketina herdu dengan ya piştî peydabûna [c]yê bêtir ber bi aqilan ve tê. Ango mirov dikare bibêje ko di kronolojîya guharînan de, berê [d] bûye [c]. Ji xwe, neşidandîbûna kîteyê faktoreke giring e ko şertên ketina dengan xurttir dike. Di vê rewşê de, mirov belkî bikaribe vê encama dîyakronîk ji van raveyên pêvajoya senkronîk derxîne. Loma mirov ji berdêla yekbûna sê dengan, belkî behsa ketina herdu dengên piştî [c]ya destpêka gotinan bike, dê rasttir be.

Awayên ketina dengan

Bi giştî mirov dikare behsa sê awayên ketina dengan, ya rastî sê kategorîyên ketina dengan bike. 1) Ketina dengê/dengên di nav gotinê de (syncope). Li vê derê pêwîst e, bê behskirin ko haplolojî jî tê maneya ketina dengan, lê şertê wê cuda ye. Heçî haplolojî ye, gava di bêjeyekê de du komedengên bişibin hevdu li pey hevdu bên, hingê komedengek dikeve, ango kîteyeke temam wenda dibe. Bo nimûne; di swêdî de”-del”a di ”tiondedel”ê de wenda bûye û niha ”tiondel” bi tenê maye. Bêjeya ”stipipendium”ê ya di latînîya kevin de, di latînîya nû de bûye ”stipendium”. Ji qewla Crystalî, di îngilîzîya kevin de ”lo”ya di ”Englalond”ê de, di îngilîzîya nuh de ketiye û ”England” bi tenê maye. 2) Ketina dengê pêşîyê (aphesis) 3- Ketina dengê dawîyê (apocope). Ji ber ko [î] û [y]ya wendayî di nav gotinê de bûn û ne di serê gotinê de bûn, hingê ji van hersê awayan ya ko bi mijara ve eleqedar e, awayê yekem e; ango ketina dengên di nav gotinê de ye; ”syncope” ye. Her çi qasî Peter A. Sjögren ”Termer i allmän språkvetenskap”ê de synkopeyê wek ketina vokala di kîteya qelsşidandî de dide nasîn û Concise Dictionary of Linguistics jî wê wek wendabûna vokaleke gotinekê ya neşidandî tarîf dike jî li deverên din bo nimûne di Ansîklopedîya Neteweyî de, ev têgeh bi ketina vokaleke neşidandî an jî bi ketina kîteyeke gotinê ve tê ravekirin. Loma ne şert e ko dengê ketî vokal be. Ji xwe, di tirkî de jî ji vê re dibêjin “ketina dengê hindurîn” û ji bo ketina dengê hindurîn jî nimûneya “arslan” (şêr) tê dan ko “arslan” bi ketina “r”ya hindurîn bûye “aslan”.

Ji bo sedema ketina dengan, tevî netemambûna ravekirinê jî di Ansîklopedîya Neteweyî de weha tê gotin; ”Meyildarîya herî giring hêsankirina bilêvkirinê ye. Axêver belasebeb zorê nade xwe û loma deng û cudahîyên ji bo têgihiştinê ne pêwîst in, wenda dibin an jî hêsan dibin. Di swêdî de bo nimûne di gotinên wek natt, åtta de dengê [x]ya berî [t]yê wenda bûye. Ev deng di almanî de maye; Nacht, acht.”

Awarteya qaîdeya heyî bi qaîdeyeke din rave dibe

Awarteya qaîdeya heyî ya ko kombînezonekê ferz dike, bi qaîdeyeke din rave dibe. Ew jî ev e ko heger ev kombînezona dengan ya ko şertê guharîna [d]yê bo [c]yê pêk tine, di destpêka gotinê de be, hingê herdu dengên kombînezonê yên dawîyê, ango [î] û [y] dikevin û ji berdêla kîteya ji [c], [î] û [y]ê pêkhatî, dengê [c]yê bi tenê dimîne. Ango rewşek weha pêk tê; A > tune û B> tune an jî A, B > tune. Wek “ca min”, “Carbekir” û “carî”. Ji ber ko “ca”ya “ca min” di eslê xwe de berê “dîya” bû ango “dîya min” û ji ber wê kombînezona navbirî, ji ber kombînezona [d, î, y]ê, [d]ya “dîya min” bûye [c] û ev peyiv jî berê bûye “cîya min”. Di peyiva “Dîyarbekir” û “dîyarî”yê de jî her weha bûye. “Dîyarbekir” berê bûye “Cîyarbekir” û “dîyarî” bûye “cîyarî”. Ango prototîpa “carî”yê “cîyar” e, prototîpa “ca min” “cîya min” e, prototîpa “Carbekir”ê jî “Cîyarbekir” e.

Kombînezona /d,î,y/yê di serê gotinê de

Dîyarbekir — Carbekir
Dîya min — Ca min
Dîyarî — Carî
Dîyar — Car

Loma mirov dikare îdîa bike ko guharîna merckirî ya [d]yê bo [c]yê guharîneke weha ye ko berî vê guharîna duyem, ango berî ketina herdu dengan [î, y]yê pêk hatiye û “Carbekir” û “carî” berhemên wê pêvajoyê ye ko bi ketina herdu dengên vê kombînezonê ve encam daye. Di van nimûneyên jorê de dîyar dibe ko gava di sere gotinê de be, ji kombînezona [d, î, y]yê, [d]ya ko dibe [c] bi tenê maye. Ev nimûne li dorhêla Qosarê jî bi şertê xwe yê navbirî sîstematîk e. Ji xwe, ji bo guhartinek bibe qaîde divê ev guhartin sîstematîk be û ne ji bo çend nimûneyan bi tenê be. Vê guharînê fonotaksa deverên navbirî guhartiye û loma di destpêka gotinê de, [c], [î] û [y] bi awayê [cîy] bi dû hevdu de nayên û heger hatin jî hinge [î] û [y] dikevin û [c] bi tenê dimîne. Heger mirov bala xwe bide nimûneya “cîyê min” jî hingê mirov dê bi hêsanî wê tendensê bibîne ko [î] û [y]a ko di sere gotinê de piştî [c]yê tên, wenda dibin an jî dikevin û loma hem li Çîyayê Mazî û hem jî li dorhêla Qosarê dibe “cê min”.

Ji ber vê yekê, heger navê “Dêrik-ê” “Dîyêrik” bûya, bê şik dê bi vê guharînê [î] û [y] wenda bibûna û ev gotin piştî wendabûna van dengan, ango piştî peydabûna synkopeyê dê bibûya “Cêrik”. Helbet li gor nimûneyên dîyarkirî, berî ko bibûya “Cêrik” divîya bibûya “Cîyêrik” û dû re guharîna din pêk bihataya. Bi vî awayî, êdî em dizanin ko awarteya qaîdeya heyî bi qaîdeyeke din rave dibe û bê çima em ji “Dêrik-ê” re nabêjin “Cêrik” û ji “Dîyarbekir-ê” re dibêjin “Carbekir”.

Çavkanî

Bingehên fonetîkê (Fonetikens grunder), Olle Engstrand
Dersên zimannasîya giştî (Kurs i allmän lingvistik), Ferdinand de Saussure
Ferhenga têgehên zimannasîyê ya ravekirî (Açıklamalı Dilbilim Terimleri Sözlüğü), Berke Vardar
Ferhenga têgehên rêzimanî (Gramer Terimleri Sözlüğü), Zeynep Korkmaz
Ferhenga zimanî û ziman (Dictionary of Language and Languages), David Crystal
Ansîklopedîya Zimanî ya “Cambridge”ê (The Cambridge Encyklopedia of Language), David Crystal
Ferhenga zimannasîya ya kurtkirî (Concise Dictionary of Linguistics), P. H. Matthews
Fonetîka elementer (Elementär fonetik), Eva Lundström-Holmberg & Peter af Trampe
Fonetîka giştî û ya swêdî (Allmän och svensk fonetik), Claes-Christian Elert
Malzemeyên hevpeyvînên li gel axêverên cografyaya devokî
Ansîklopedîya Neteweyî (Nationalencyklopedin)
Pirtûka rêzimanî ya Akademîya Swêdê (Svenska Akademiens Språklära)
Mucîzeya ko jê re dibêjin ziman (Dil Denen Mucize), Walter Porzig
Struktura zimanî (Språkstruktur), Bengt Sigurd
Têgehên di zimannasîya giştî de (Termer i allmän språkvetenskap), Peter A. Sjöberg
Tevahîya zimanî û pirhêlîya wî (Språkets enhet och mångfald), Östen Dahl
Zimannasîya fonksîyonel (İşlevsel Genel Dil Bilim), André Martinet
Ziman û lêkolîna zimanî (Språk och språkforskning), Professor Bengt Sigurd
Ne bi tenê gotin (Inte bara ord), Britt Backlund
Gotin di derheqê gotinê de (Ord om ord), Bengt Sigurd
Bihuşt û cengela zimanî (Språkets lustgård och djungel), Margareta Westman
Boçûn û têgeh di sosyolîngvîstîkê de (Grepp och begrepp i språksociologin), Mats Thelander
Rojnameya ”Sydsvenkan”ê, 19.08.2005

(Ev nivîs di hejmara kovara Çirûskê ya duyem de û di nefelê de jî hatiye weşandin)