Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] ez fahîşe me!
2011-03-17 22:50
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Ez Fahişe me...

Baran Mîlan
Wergêrandina ji Farsî: Dêrsim Oremar

Şerefa ""zilam"" ê min di nav lingên min de nefesa dawiyê heldikêşe.
Her roj ji roja berê fahişetir im.
Her rojê jinbûnek di hundirê min de dimre.
Her roj jinek ji nifşê min xencera namûsê dixwe.
Li ciyatî hemû jinên cîhanê,
Min bikujin.
Ez bi her tiştê di wê dinyayê de hevxew im.
Ez bi xema nan re hevxew im,
Bi bêwelatiyê re,
Bi çeka te re,
Bi sengera te re,
Bi derbideriya te re,
Bi salane hevxew im.

Bi birînên te re,
Bi qirêja cilên te re,
Bi medbexê re hevxew im.

Ez bi pênusê re hevxew im,
Bi xeyalên ku dinivîsim re,
Bi pirtûka helbestên xwe re,
dûr ji çavên te, hevxewim.

Bi te re ku ji te hez nakim,
Hevxew im.
Ji min fahişetir peyda nakî!
Ez bi gulên Yasê re,
Bi bêhna bax,
Bi tenêtiyê re,
Bi gêsik re,
Bi kuçkê re,
Bi semawer,
Bi îstîkana çayê re,
Hevxew im.

İmza biken!
Rica dikim îmzayek li wir,
Na, na, îmzayek li wê!
25 ê Novambrê
Rojek ji rojên berê bi kentir
Tu bi serê pîr û başan îmza biken!
Tu bi serê pêxember îmza biken!
Eza ku olê ez berbaran (Ricim) kirime,
Û ayînê ez xistime tûrikekê, û hêj min dikujin!
Beriya her dereng bûyinekê
Her roj xencerek li ser qirika min e
Her roj kutiket ser serê min tê xwarê
Her roj kevirek li qafa serê min dikeve
Her roj şeref min dikuje.

Her roj namûs li min dixe
Îro ji her rojê bêhtir fahişeme
Ewqas bi tenêtiyê re li ser pêxevekê razame,
Ku tiştek ji şerafetê nemaye.

Ewqas bi hizra evînekê re
Ku te ji min qedexe kiriye hevxewim,
Ger her roj jî min bikujî, dîsa jî bêşerefî.
Min ewqas canteyê xwe di sînoran de
Di hembêza xwe de girtiye ku êdî,
Hembêza min bo te venabe.
Min ew qas xwe rapêçaye ku
Êdî bedewî ya min di xewnê de jî nabîbî.
Ez ji her roj fahişetir im,
Ez her rojê fahişeyek im.
Ez bi xema zarok,
Bi qondaxa wî/ê re,
Bi qondaxa tifenga te re,
Di gel bê paşerojiya me,
Di gel bê welatiya me re,
Di gel canteyê walayê şagirdê/a xwe re,
Di gel êş û birînê re,
Bi axînê re,
Bi xeyalên xweşiyan re
Hevxew im.

Min bikuje!
Ji min qehbetir,
Ji jina Kurd qehbetir peyda nakî.
Li çavên min yên mandî binêre!
Nêrîna min bibîne,
Boy te derdikeve
Ku ji ""Namûs"" a te ya kezayî westiyame
Ji şerefa xwazrawa te bêzarim.
Bêzar im,
Bêzar im,
Bêzar im.