Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Sond - سۆند
2015-05-18 11:53
Tewfîq Bayram
bayramtt@gmail.com
Sond

Bi çavên te sond, ko evîna te li nik min rengê dînîtiyê ye
Bi çavên te sond ko evîna te wek agir e di dilê min de, wek xwînê ye

Eger bibim yarê te, bi van destên xwe yên westayî
Ez ê ji te re hêlînekê çêkim li vî dilê xwe yê şikestî

Bi çavên te sond, bi çavên te sond

Ez weqas ji evînê tejî me, weqas ji derdan tejî me
Ko evîndarên dinyayê nikarin bigihînê

Ax êdî xew nakeve çavên min
Heta hêviya dîtina te nebe

Ji derdan tejî me ax eywax
Û dermanê serê min nîn e
Dermanê serê min nîn e

Bi çavên te sond, ko evîna te li nik min rengê dînîtiyê ye
Bi çavên te sond ko evîna te wek agir e di dilê min de, wek xwînê ye
Bi çavên te sond, bi çavên te sond

Tu, ko nîn î, bawer ke li nik min êdî ti kes nîn e
Di vê jînê de êdî ti tiştê wesa bixwazim nîn e

Ez ji xemê dinivîsim, dinivîsim ko bixwînî
Ez ji dilî dinivîsim da xema eşqê bizanî

Lê tu ji halê yê aşiq hîç nizanî, nizanî, nizanî

Bi çavên te sond, ko evîna te li nik min rengê dînîtiyê ye
Bi çavên te sond ko evîna te wek agir e di dilê min de, wek xwînê ye
Bi çavên te sond, bi çavên te sond

Leila Kasra

Wergera ji Farsî: Tewfîq Bayram

Têbînî: Min ev helbest li ser daxwaza biraderê ezîz Daskan Dibbo wergerandiye. Spas bo wî ko ev helbesta holê xweş li min da naskirin.

*****



سۆند

ب چاڤێن تە سۆند، کۆ ئەڤینا تە ل نک من رەنگێ دینیتیێیە
ب چاڤێن تە سۆند کۆ ئەڤینا تە وەک ئاگرە د دلێ من دە، وەک خوینێیە

ئەگەر ببم یارێ تە، ب ڤان دەستێن خوەیێن وەستایی
ئەزێ ژ تە رە ھێلینەکێ چێکم ل ڤی دلێ خوەیێ شکەستی

ب چاڤێن تە سۆند، ب چاڤێن تە سۆند

ئەز وەقاس ژ ئەڤینێ تەژی مە، وەقاس ژ دەردان تەژی مە
کۆ ئەڤیندارێن دنیایێ نکارن بگھینێ

ئاخ ئێدی خەو ناکەڤە چاڤێن من
ھەتا ھێڤیا دیتنا تە نەبە

ژ دەردان تەژی مە ئاخ ئەیواخ
و دەرمانێ سەرێ من نینە
دەرمانێ سەرێ من نینە

ب چاڤێن تە سۆند، کۆ ئەڤینا تە ل نک من رەنگێ دینیتیێیە
ب چاڤێن تە سۆند کۆ ئەڤینا تە وەک ئاگرە د دلێ من دە، وەک خوینێیە
ب چاڤێن تە سۆند، ب چاڤێن تە سۆند

تو، کۆ نینی، باوەر کە ل نک من ئێدی ت کەس نینە
د ڤێ ژینێ دە ئێدی ت تشتێ وەسا بخوازم نینە

ئەز ژ خەمێ دنڤیسم، دنڤیسم کۆ بخوینی
ئەز ژ دلی دنڤیسم دا خەما ئەشقێ بزانی

لێ تو ژ ھالێیێ ئاشق ھیچ نزانی، نزانی، نزانی

ب چاڤێن تە سۆند، کۆ ئەڤینا تە ل نک من رەنگێ دینیتیێیە
ب چاڤێن تە سۆند کۆ ئەڤینا تە وەک ئاگرە د دلێ من دە، وەک خوینێیە
ب چاڤێن تە سۆند، ب چاڤێن تە سۆند

لەلا کاسرا

وەرگەرا ژ فارسی: تەوفیق بایرام

تێبینی: من ئەڤ ھەلبەست ل سەر داخوازا برادەرێ ئەزیز داسکان دببۆ وەرگەراندیە. سپاس بۆ وی کۆ ئەڤ ھەلبەستا ھۆلێ خوەش ل من دا ناسکرن.