Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[ziman] ergatîvî mohra kurmancîyê ye
2011-03-18 00:28
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
>> Newzad Hirorî

Kurmancî, mîna bi sedan zimanên dî yên vê cîhanê, nîşanên ergatîviyê li xwe diyar dike. Ergatîvî ew diyardeya rêzimanî ye ya ku ziman tê de eynî formê dide subjekta lêkera netransitîv (derbasnebûyî) û objekta lêkera tranasitîv (derbasbûyî) û lêker hemahangiyê li gel subjekt yan objekta hevokê nîşan dide.

Kurmancî bi xwe zimanekê SOL e. Bi gotineka dî, di hevokekê de, objekt (O) berî lêkerê (L) têt û subjekt (S) li pêşiya herduyan e.

Nimûne: (1) Diz (S) direvin (L) (2) Diz (S) keçikê (O) direvînin (L)

Subjekt (S) di van herdu hevokan de xwedî heman formê ye. Form jî diz e. Lêkerên (L) herdu hevokan di dema niho de ne. Lêkera hevoka (1)-ê netransitîv e û bi paşbenda »-in«-ê peywendiya xwe bi subjektê ve dinimîne û xuya dike ku ew subjekt pirhejmar e. Bi eynî awayî, lêkera hevoka (2)-ê, ku lêkereka transitîv e, hemahengiya xwe bi xêra paşbenda »-in«-ê bi subjektê ve diyar dike. Lê, em bi rêya lêkerê nizanin ka kes û/yan hejmara objektê çi ne, çunkî çi alavên hevbendiyê di navbera wan de nînin. Bi tewandina navdêra ku bûye objekta hevokê bi paşpirtika »-ê«-yê, mirov dizane ku ev objekt ji bo kesê sêyê ye, yekhejmar e û mê ye. Vêca, qanûnên ku mirov ji van herdu nimûneyan fêr dibe ev in:

1) S (netewandî) + L (netransitîv, dema niho, hevbend li gel S-ê)
2) S (netewandî) + O (tewandî) + L (transitîv, dema niho, hevbend li gel S-ê)

Gelo, çi dibe heger miorv lêkerên herdu hevokên li jorê di dema borî de bi kar bîne?

Nimûne: (3) Diz (S) revîn (L)(4) Dizan (S) keçik (O) revand (L)

Subjektên (S) herdu hevokan êdî ne xwedî heman form in. Subjekta hevoka (4)-ê bi alîkariya paşpirtika »-an«-ê hatiye tewandin û subjekta hevoka (3)-ê bê tewang maye. Lêkera (3)-ê ya netransitîv bi piştgiriya »-n«-ê diyar dike ku subjekta hevokê pirhejmar e. Lê, lêkera transitîv ya hevoka (4)-ê hîç nîşanên hevbendiya li gel subjektê berçav nake. Ji dêvla wê, ew, bi lêzêdenekirina paşbendê di vê hevokê de, taybetmendiyên objektê diyar dike ku ew objekt yekhejmar û kesê sêyê ye. Objekt bi xwe jî, berevajî hevoka (2)-ê, nehatiye tewandin. Qanûnên ku mirov ji van nimûneyan hîn dibe ev in:

3) S (netewandî) + L (netransitîv, dema borî, hevbend li gel S-ê)
4) S (tewandî) + O (netewandî) + L (netransitîv, dema borî, hevbend li gel O-ê)

Heger em herçar qanûnên xwe bi hev re li jêrê binivîsînin, rewşa hevbendiyên ku di navbera parçeyên hevoka kurmancî de hene zelaltir dibe.

Dema niho S L(s) S O L(s)
Dema borî S L(s) S O L(o)

Em dibînin ku objekta lêkera dema borî, wek subjeta lêkerên dema niho û subjekta lêkera netransitîv ya dema borî, nahête tewandin. Herweha, lêkera transitîv ya dema borî, ne wek adetî, xwe li gel objekta hevokê diguncîne. Ji ber van sedeman, kurmancî zimanekê ergatîv e. Heger kurmancî ne ergatîv bûya, diviya hevoka (4)-ê weha bûya:

(4) Diz keçikê revandin

Nimûneyên xerabkirina vê qanûna ergatîviyê di weşan û çapemeniya kurmancî de pir in. Ev rewş baş xuya dibe dema subjekta hevokê kesê sêyê yê pirhejmar be, bo nimûne:

Îbrahîm El-Caferî û hikûmeta wî sonda destpêkirina karê xwe xwarin
(Anku, Wan sondek xwarin)

Ez dizanim hin kes dê îdîa bikin ku piraniya kurdan wisa dibêjin. Hîç kurmancek nabêje: »Me sondek xwarin« yan »We sondek xwarin«, lewre divêt hîç kurmancek »Wan sondek xwarin« nenivîse. Li gor qanûnê, lêkera transitîv ya dema borî xwe li gor objektê, ne li gor subjektê, eyar dike. Lewre, awayê dirist dibe:

Îbrahîm El-Caferî û hikûmeta wî sonda destpêkirina karê xwe xwar

Vêca mirov dê çawa hemî caran bizane ka subjekt û objekt kîj in? Ew jî pir hêsan e. Navdêran (di hizra xwe de) bike cînav û hevokê wesa vehîne û paşî serrast bike!. Nimûne:

Sînemê sêvek xwar bike Wê yek xwar
Sînemê du sêv xwarin bike Wê du xwarin
Sînemê û birayê xwe sêvek xwar bike Wan yek xwar
Sînemê û birayê xwe du sêv xwarin bike Wan du xwarin

Weha, Rêxistinên siyasî civînek çêkirin bike Wan yek çêkirin. Tu dê bibînî ku ev ne li gor qaîdeya ergatîviyê ye. Ya rast Wan yek çêkir e. Hinek nimûneyên dî:

wan bal kişandin ser…; rastkirin bal kişand ser…
wan berê xwe dan…; rastkirin: wan berê xwe da…
wan dest bi civînan kirin; rastkirin: wan dest bi civînan kir

Heger objekta hevoka dema borî cînava »xwe«-yê be, lêker hemî caran yekhejmarîyê nîşan dide. Nimûne,
Endamên lîsteya îraqî ya yekgritî bi helwêsta xwe ya ku wan di rêûresimên sondxwarinê de nîşan dabû xwe şermezar kir
Anku, Wan xwe kir (lê ne: xwe kirin)

Heger objekt bi aşkerayî nehatibe dîyar kirin, lêkera “gotin” di hevokê de hemî caran “got” e. Nimûne:
Çavdêrên biyanî yên ku serperiştiya hilbijartinan dikir got ku… (Wan yek/tiştek got) [Wan yek/karek/tiştek dikir]
Çavdêran têbîniyên xwe ji komîteya karî re gotin. (Wan du/gelek tişt gotin) [xwe li vê derê ne objekt e]

Tu jî hevokên xwe li gor qaîdeya li jorê serrast bike, tu dê bibînî bicihkirina qanûna ergatîviyê çi qas hêsan e.

Serkanî: nefel.com