Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
PEVREBÛN
2017-10-04 10:26
H. Henûn
hh@kurdigeh.com
Xatû Geremol
Em dîsa pev re ne
Eger tu ji min bipirsî
Ev e hal û wezîeta min
A ji dar û diyaran gêrbûyî
Berew rast û besteke der helwêst
Timî dereng dimînim wekî eyan e
Wekî beyan e hûr hûr meşewerdeka qewmê min
Ê li xwe naheyire di hemû demên borî yên têdeyî de
Lewma ye ji Eşîra Lêkerên Têneper in
Tênaperin ji ti dem û dewranan
Tika ye bide xatirê pêşîyên me yên folklorhebîn

Xatû Geremol
A soxî em pev re ne
Dibê qey li gornistaneke Carbekirê
Ji xewn û aşopê dûr bi nûr
Li ber rehma çax û benga kevnare
Destxeteke averêbûyî
Û bengz û beşera Sebrî Osmanyan
Nanivîse tê de
Nanivîse merema dilê çargopal
Kêşana lêkera pevrebûnê di zimanê têper de
Gelo çi dellên li lay we ji bo pevrebûnê?

Xatû Geremol
Bê şik û guman em pev re ne
Ma jixwe em her tim pev re ne te go çi?
Kêlîyekê nexşeya destê te ye li ber me vedibe
Kêlîyekê bi çavên te re li hev rûdinin
Kêlîyekê zimanê te li me dibe mêvan
Kêlîyekê em li bêvila te dinêrin
Û di ber xwe de hêdîka dibêjin:
Xwedêyo çiqasî piçûçik e!
Haya te ji te tuneye – ma dê ji ku hebe
Vê kêlîyê pora te bi me re ye
Pora te lê, a ku dike çîn çîn
Dide dû me dubare sêbare çarbare
Li pawuka me disekine
L’serê her quncî-w dîwarî
Naqere, venagere

Xatû Geremol
Em pev re ne
Em pev re ne?


H. Henûn


*Ev helbest jimara 140. ya kovara Nûbiharê de hatiye çapkirin.