Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
deng
2018-02-20 13:18
H. Henûn
hh@kurdigeh.com
dengek tê ji wê bîrê,
dengekî bi hezar salan dûr,
û ew çend jî nêzîk bi serê du gavan;
li derveyî derwazeyên bajêr,
xalî, tik î tenê, bê his û pis,
agahdar nîne ji hay û bayê dinyayê,
ne derdikeve ser rêya wê şopek,
ne jî dar û berek hêşîn tê li derdora wê,
ji bilî yek beybûn
du beybûn
sê beybûn
çar beybûnên xwe kerr kirine li hevraza wê,
guh didêrin strana nemirîya dûredest bêsekin.

dengek tê ji wê bîrê,
her cara ku lê difikirim:
pelek diweşe ji dara xwe,
stêrkek dixurice ji esman,
gulleyek diteqe li derekê,
seranser dilerizim.

h. henûn

---
Wêne: http://www.featherofme.com