Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[ziman] Rewşa zimanê kurdî li komarên Sovyeta berê û niha
2011-03-26 21:40
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
>> Têmûrê Xelîl


Ji bo min zehmet e ez di nava rasthatinekê da derheqa karekî da bipeyîvim ku eva 80 salan zêdetir e em dikin. Ezê pêşî wêneyekî li ber we raxim, da ku hûn bizanibin bi tevayî di karê pêşketina zimanê kurdî (zaravê kurmancî) yê nivîskî, standardkirina wî da keda me çiqas e.

Ez ji serê sêrî da bêjim ku me ew kar bi alîkarî û di bin baskê dewleta Sovyêta berê, bi resmî, bi profêsyonalî kirîye. Ango, me 80 salan, rojê 8 sehet ser helkirin, zelalkirin, azurûkirin, pêşxistina zimanê xwe û ne tenê zimanê xwe kar kirîye, lê herwiha çand û edebîyeta xwe pêş xistîye. Ango, ew karê me yê yekemîn bûye. Û ev kar kesên ku li ûnîvêrsîtêtên Rewanê, Moskvayê xwendibûn û kurmancîke baş zanibûn kirine. Haya we gelekan ji dengê radyoya me û sitiranên wê, qîmetê rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” ku ji sala 1930î heta niha çap dibe, pirtûkên kurdî yên folklorê û berhemên edebî heye.
Berî avabûna Yekîtîya Sovyêtê, ango sala 1917an, kurd di van komaran da diman: li Azirbêcanê, Turkmênistanê, Ermenistanê û Gurcistanê. Ji vana yên herî pir li Azirbêcanê diman û jimara wan digihîşte weke 30 hezarî. Kurdên Azirbêcanê ji sedsalên navîn li wir dimînin. Piştî wan bi jimara xwe va kurdên Turkmênistanê pir bûn, weke 5 hezar ku di sedsala 16an di dema Şah Abbas da ew ji bo parastina hidûdên welêt ji Kurdistana Îranê mihacirî Xorasanê kiribûn, ji wir jî ew mihacirî vî welatî bûne. Wan deman, ango berî şerê cihanê yê yekemîn, jimara kurdên Ermenistanê û Gurcistanê ne pir bû. Weke hezar kurdên ji eşîra Rojkîyan (Şerefxanê Bîtlîsî jî ji wê eşîrê ye) ku ez jî ji wê malbetê me, di dema şerê di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da (di salên 1827-28an da) ji Bîtlîsê mihacirî Împêratorîya Rûsîyayê bûbûn. Jimara kurdên Gurcistanê ku li ser hidûdên Tirkîyê diman, belkî ji hezar kesî jî derbaztir ne dibû. Ew jî ew kurd bûn ku dema piştî hilweşîna Împêratorîya Osmanîyê hidûdên Tirkîyê hatine kişandinê, ew vî berî man, ango neketine nava sînorên Tirkîyê.

Piştî destpêka şerê cihanê yê yekemîn, sala 1915an li Tirkîyê û Kurdistana Bakur dest bi qirkirina ermenîyan bû. Û ji ber ku ew gelkujî ne tenê dijî ermenîyan, lê herwiha dijî hemû kesên ne musulman bû, êzdî jî ketine ber devê şûrê Tirkîyê ku heta niha jî kurdên me jê ra Roma reş dibêjin. Û bi hezaran kurdên êzdî, herwiha bi sedan kurdên musulman jî ku dijî desthilatdarîya Tirkîyê bûn, ji ber tirsa xezabûnê xwe li riya revê, mihacirîyê, şaristanîyê girtin, berê xwe dane Ermenistana niha. Di nav salan da gelek kurdên ku mihacirî Ermenistanê bûbûn, ji bo peydakirina kar berê xwe dane paytextê Gurcistanê - Tbîlîsîyê û li wir jî dîyasporeke kurdan çê bû.

Ango, îdî ser axa Sovyeta berê ewqas kurd hebûn ku dihatine hesibandinê yek ji gelek miletên welêt. Jimara kurdan wan salan bi tevayî digihîşte weke 60 hezarî. Serokatîya Sovyetê fikirî ku gerekê pirsa van miletan ya di hêla pêşketina ziman, çand û edebîyeta wan da bê helkirinê û biryar-dêkrêteke wisa derxist ku him gorî sîyaseta dewletê bû, him jî alî pêşketina wan miletên bi jimara xwe va hindik dikir. Û ji ber ku înîsîyator û bingehdarê wê serekê dewleta Sovyêtê Lênîn bû, navê wê biryar-dêkrêtê danîn ”Polîtîka Lênînîyê ya miletîyê”. Ango polîtîka welatekî yekgirtî, ya Yekîtîya Sovyêtê bû ku 12 komar diketine navê. Di bingeha wê da dihate gotinê ku efrandin-berhemên gelên Sovyetê gerekê bi forma (cûrê) xwe miletî bin, lê bi naveroka xwe sosîyalîstî bin.
Ev biryar, wek dibêjin, “him ziyaret bû, him jî tucaret bû”. Sovyetê dixwest li cihanê bide xuyakirin, ku li cihanê bi mîlyonan kurd hene, lê tenê çend deh hezar kurdên welatê Sovyet mafên xwe sitendine. Kurdan jî ev yek bi kar anî bona pêşketina çand û edebîyeta xwe.

Kurd jî yek ji wan miletan bûn, lema jî biryar kirin li wan komaran, li ku kurd hene, merkezên hilanîna nexwendîtîyê, perwerdeyê saz bikin, her tiştî bikin bona ew milet di hemû warên ronahîdarîyê da bi pêş bikevin. Ji ber ku piranîya kurdan li Azirbêcanê û Turkmênistanê diman, guhdarîya mezin danîne ser wan. Li Azirbêcanê sala 1923an heta avtonomîyeke kurdan jî saz kirin ku dihate binavkirinê ”Kurdistana Sor”, bi paytextê Laçîn va. Lê di van komarên Sovyetî da ev kar rind ne meşîya. Çend sebebên vê yekê hebûn:

1.Kurdên van komaran çend sedsalan ji welatê xwe qut bûbûn û têra xwe asîmîle bûbûn. Di vî karî da azirîyan û turkmenan jî “alîkarîya“ wan kirin. 2. Pêşketina kurdan ne bi dilê desthilatdarên wan komaran bû. Ne dûr e ku destên dewletên ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, di nav wî karî da hebû. 3. Kurdên wira musulman bûn û ji bo gelekan femdarîya dîn ser femadarîya milet û welêt ra bû.
Ev kar li Gurcistanê jî wek ku pêwîst bû nemeşîya, ji ber ku 95 % kurdên wira li paytext, ne ser hev (kompakt) diman, ya sereke jî - gundên kurdan tunebûn ku bingeha xweparastinê, nehelandinê ya sereke ye.

Di hêla pêşdabirina çand, edebîyet, dîrok, zimanê kurdî da Ermenistan bû merkeza hemû pêşketinan û ne tenê bona kurdên Sovyeta berê, lê hela ji bo kurdên hemû cihanê jî. Çend sebebên wê pêşketinê hebûn:

1. Ermenîstan û ermenî bi dostanî û xêrxazî piştgirîya me dikirin. a) ji ber ku wana bi çevên ”ev êzdîyên me ne, di gelkujîyê da me piştgirîya hev kir, ew jî zirareke mezin ketin û ziyaneke mezin kişandin”, b) ermenîyan zanibû ku pêşketina me ne bi dilê dewletekê ye ku kurd û ermenî wê dijmina xwe dibînin. Ji ber ku kadroyên kurd tunebûn, di destpêkê da ronakbîrên ermenîyan yên kurdî xweş zanibûn bi xwe karê pêşketina ziman û çanda me kirin, heta rêdaktorîya rojnameya ”Rya teze” jî.

2. Kurdên Ermenistanê nû ji Kurdistanê mihacir bûbûn û kurdîyeke xweş zanibûn. Zanebûnên kurdên me ji zanebûnên kurdên herêmên Kurdistana Bakur yên mayîn û herwiha ji kurdên Împêratorîya Osmanîyê jî zêdetir bû, ji ber ku piranîya kurdên me ji der û dorên Qersê, Surmelîyê û herêmên dinê bûn ku berê jî di bin desthilatdrîya rûsan da bûn. Heta ji wan kurdên êzdî jî zêde bû ku ji Wanê mihacir bûbûn.

3. Dînê me û ermenîyan ne eynî dîn bû û di fikira wan da jî tunebû me asîmîle bikin.

4. Perwerdeya li Ermenistanê ji ya Azirbêcanê û Turkmênistanê xurttir bû. Kurdên me ermenî ji gelek ermenîyan çêtir zanibûn, ji ber ku piranîya wan wextê diçûne dibistanan, xênji kurdî zimanekî din nizanibûn û yekser ermenkîya (an jî ûrisîya) edebî, ya standardkirî hîn dibûn.

5. Weke 30 gundên me yên xurû kurdî hebûn û di çend gundên ermenîyan da jî di her yekî da heta 100 malên kurdan hebûn.
Niha em bêne ser pirsa ka me ew kar çawa destpê kir û heta niha em gihîştine çi qonaxê: bi texmîna min me di hêla çandeya kurdî da şoreşek kirîye, di hêla perwerdeya bi zimanê kurdî da raperînek kirîye.

Ew kar li cîkî xalî, vike-vala hate kirinê. Haya me ne ji efrandinên Ahmedê Xanî, Elîyê Herîrî, ne jî ji rojnameya kurdî ya pêşin - ”Kurdistan”ê hebû. Ew kêmanîyek bû. Bedirxanîyan jî karên xwe wek me dest pê kirin. Nehayadarbûna wan ji karê me û astengên ku Yekîtîya Sovyetê çê kiribûn, firsend ne dan ku di destpêka çapkirina kovarên ”Hawar”, ”Roja Nu”, ”Ronahî”yê da tecrûbeya me ya di hêla pêşketina zimanê kurdî da bi kar bînin, sûd jê bigirin.
Sala 1921ê dost û xêrxazekî kurdan Hakob Xazaryanê ermenî ku di dîrokê da bi navê Lazo eyan e (kurdên me jê ra herwiha Apo jî digotin) elfebaya kurdî ya bi tîpên ermenî çê kir û pirtûka perwerdeyê ya bi sernivîsara ”Şems” çap kir. Lê evê elfabayê di nav kurdan da cî negirt, ji ber ku herfên ermenî têra sewtên (dengên) kurdî ne dikirin.

Sala 1928an bi biryardayîna dewleta Sovyêtê û xemxurîya hukumeta Ermenistanê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê aşûrî elfebaya kurdî-latînî çê kirin û piştî salekê wana bi wan herfan pirtûka kurdî ya bi tîpên latînî ya pêşin li cihanê bi sernivîsara ” Xu-xu hînbûna xundina nivîsara kurmancî” çap kirin. (Min ew pirtûk ji pirtûkxaneya bavê xwe diyarî Pirtûkxaneya Kurdî ya Înstîtûta Parîsê kir). Bi vê pirtûkê ez dixwezim wê fikira şaş ji holê rakim ku elfabaya kurdî ya latînî ji alîyê Bedirxanîyan va hatîye sazkirinê. Wan salan eger kurdek hebûye ku ev rastî qebûl kirîye, karê me şêkirandîye û qîmet dayê, ew jî Celadet Bedirxan e. Ewî bi xwe di hejmara ”Hawar”ê ya 8an da bi naznavê Herekol Azîzan nivîsek çap kirîye ku di wê da tê gotinê:

"Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ku gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ku Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".

Hejmara rojnameya ”Rya teze” ya pêşin sala 1930î bi wê elfabayê derket ku heta îro jî çap dibe û bû bingeheke çêkirina zmanê kurdî yê edebî û destpêka gulvedana edebîyeta kurdî li Ermenistanê û komarên Sovyêta berê gişkî, herwiha zimanê rojnameyê li welatê me bona kurdan wek zimanê nivîskî yê resmî hatibû qebûlkirin, bûbû zimanê standard.

Sala 1931ê li Rewanê (Yêrêvanê) Xwendegeha Pişkavkazê ya kurdî ya dersdarhazirkirinê hate vekirinê bona amadekirina mamostayên ziman û edebîyeta kurdî. Li wir kurdên ji hemû komarên Yekîtîya Sovyêta berê dixwendin û piranîya wan di paşdemê da di cî û warên xwe da bûne mamostayên ziman û edebîyeta kurdî.

Ew elfaba herwiha bû bingehê xuliqîn û pêşketina edebîyeta kurdî jî; şayîr û nivîskarên me berhemên xwe bi wê elfabayê çap kirin. Ji sala 1932an heta sala 1936an çend antolojîyên berhemên efrandarên kurd, herwiha folklora kurdî, di nav wan da ”Folklora Kurmanca” ya sala 1936an, bi 650 rûpelan va ku sertaca edebîyeta me û kubarîya hemû kurdan e, çap bûn. Wan salan edebîyeta kurdî ya wergerê jî gavên pêşin kir û bi pêş ket û evê yekê edebîyeta me xurttir kir.
Lê heyf ku sala 1937an rêjîma Stalîn bi bahaneyên cuda-cuda her tişt ji holê rakir, qedexe kir ku miletên kêmjimar bi zimanê xwe bixûnin û binivîsin. Yek ji wan bahaneyan ew bû ku xwedêgiravî zimanên miletên kêmjimar di nav çend salan da nebûn zimanên edebîyetê. Çapkirina pirtûkan û rojnameya ”Rya teze” hate qedexekirinê. Hela di ser da jî gelek ronakbîrên me avîtine hebisê, di nav wan da Erebê Şemo, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî, Hecîyê Cindî û yên din, giva pêwendîyên wan bi miletên wan yên dervayî Sovyêtê ra heye. Hilbet ne dûr e ku destên ji der va, xêrnexwazên gelê kurd di vî karî da rola xwe lîstin.

Heta nîveka salên 50î di hemû waran da bal me valahîyek çê bû. Tenê çend antolojîyên berhemên nivîskarên me bi nîvfermî çap bûn. Piştî mirina Stalîn (sala 1953an) hate biryarkirinê ku piştgirîya gelên kêmjimar bikin bona ew ziman, çand û edebîyeta xwe pêşda bibin. Û ji ber ku di wî karî da cêribandina me îdî hebû, kadro hebûn, ew kar di demeke kurt da bi ser ket. Dewletê siparte Hecîyê Cindî ku elfabaya kurdî ser hîmê tîpên kirîlî çê bike. Bi wê elfabayê carek din dest bi weşana rojnameya ”Rya teze”, pirtûkên ziman û edebîyeta kurdî bona dibistanan, bi dehan pirtûkên edebî û zargotinê (folklorê) bûn. Wê salê radyoya kurdî jî dest bi karê xwe kir. Ji bo pêşketina vî karî biryar hate qebûlkirinê ku li Akadêmîyayên Ermenistanê, Rûsîyayê (li Moskvayê û Lênîngradê, niha Sankt-Pêtêrsbûrgê) di Înstîtûtên Rojhilatzanîyê da beşên kurdzanîyê vekin, li çend ûnîvêrsîtêtên welêt dest bi amadekirina kadroyên kurdzan (zimanzan, edebîyetzan, dîrokzan, edebîyetzan, êtnograf) bikin. Ulmê kurdzanîyê ewqas pêşda çû ku hewcedarîya çapkirina ferhengên kurdî pêşda hat. Pey hev Ferhengên Kurdî-Rûsî ya Qanatê Kurdo, Kurdî-Rûsî ya Çerkez Bakayêv, Rûsî-Kurdî ya Îvan Farîzov çap bûn.

Li vir ez dixwezim fikirekê bêjim, belkî li we ecêb bê: elfabaya kurdî ya bi tîpên kirîlî ji bo kurdên me ji ya latînî baştir bû, ji ber ku: a) di wê da hemû sewtên (dengên) kurdî hebûn û b) ji bo zarokên kurd ku nû destbi xwendina dibistanê dikirin, zehmet bû fêrî herfên ermenî bibin (di gundan da hemû dibistan bi ermenî bûn), ji ber ku herfên wan yên taybet hene, herwiha di dibistanan da rûsî jî derbaz dibûn û eger kurdî jî bi tîpên latînî bûya, dibû sê elfaba.

Şoreşa bi serokatîya Barzanîyê Mezin nav û dengê kurdan li dinê xist. Sovyêtê texmîn kir ku li Rohilata Nêzîk quweteke xurt heye û hewce dît karê pêşketina ziman, dîroka kurdan li welatê xwe xurttir bike. Rojnameya ”Rya teze” kir organa Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Ermenistanê, hukumetê û dewletê, ango rojnameya me bû yek ji çar rojnameyên komarê yên sereke. Sovyetê hewil da ji cihanê ra bêje ku di dinyayê da bi dehan mîlyonan kurd hene, tenê li Sovyetê heqên wan hatine kefîlkirin (garantîkirin). Bi wê yekê va dixwest kurdan bikira sîmpatîzan û piştgirên xwe. Ew yek dihate hesabê hemû kurdan jî û lema Sovyetê zêde guh dida ser me. Me ev firsend bi kar anî û daxaza heqên zêde ji Sovyeta berê kir. Li vir dixwezim nimûneyekê bînim: Xelîlê Çaçan ku 24 salan serokê radyoya kurdî ya Rewanê bû, di nîveka salên 60î nameyek ji serokatîya radyoya Moskvayê ra nivîsî, da Mustefa Barzanîyê Mezin, ku ew bigihîne ber destê serokê dewleta Sovyetê Nîkîta Xrûşçov. (radyoya kurdî ya Rewanê di esilê xwe da radyoya Yekîtîya Sovyet bû, ne tenê ya Ermenistanê bû) ku dirêjaya wextê radyoya kurdî gerekê ne gorî jimara binecîyên wê be û heqê kurdan gerekê ji heqê hemû miletên Sovyêt yên kêmjimar zêdetir be, ji ber ku hema bêje ew hemû milet xwedî dewlet in, dewletên wan an li ser axa Yekîtîya Sovyêtê, an jî dervayî welêt heye. Ji bo nimûne, heqê ermenîyên Ûkraînayê, an jî almanên Qazaxistanê gerekê ne wek yê kurdan be, yê kurdan gerek zêde be”. Ev fikir maqûl hate dîtin û wextê radyoya kurdî hate zêdekirinê, ji nîv sehetî gihîşte 90 deqeyî û her ro. Ji bo nimûne, li Ermenistanê azirî bi jimara xwe va 8 caran ji kurdan zêdetir bûn, lê dirêjaya wextê radyoya wan 40 deqe bû.

Me bi karê xwe va piştgirîya wan hemû kurdan jî dikir ku di komarên din da diman û firsenda wan ya pêşdabirina ziman, edebîyet û çanda kurdî tunebû. Ji bo nimûnê, me pirtûkên dersan ji wan ra dişand, gelek kes aboneyê ”Rya teze” bûn, me berhemên hinekan ji wana bal xwe çap dikirin, wana radyoya me guhdarî dikirin, ango guhê me li ser hev bû.

Me bi karê xwe va tirs kiribû dilê dijmin. Welatên ku Kurdistan di nav xwe da parevekirine, guhê xwe bel dikirin û çavên xwe zoq dikirin, bona nehêlin kurd ji çarçoveya tixûbên wan der jî, li welatekî mayîn, heqê xwe bistînin - ziman, çand û edebîyata xwe pêşda bibin. Ji ber wê jî karên radyoya me, rojnameya "Riya teze", beşên kurdzanîyê bûbûne kelemên çavên dijminan û neyaran, xwesma yên tirkan. Û pêşketina me ji xwe ra tehlûke didîtin. Dewleta Tirkîyê gelek caran bi rêyên dîplomatîk hewl daye ku ev ocaxên kurdan – berî gişkî radyoya me û rojnameya me – bêne berbendkirinê, ji holê rabin. Ji bo nimûnê, xebatkarê dîplomatîyê yê Sovyetistanê li Yêrêvanê Neymark di nameya xwe ya ji bo wezareta karên der va ya Yekîtîya Sovyet ra şandî da (05.04.1935) ev xet jî nivîsîne: "Mercîyên xwedî qerar yên Ermenîstanê bi himet serokatîya rojnama "Riya Teze" dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin" (kovara Çira, gotara Ahmed Ferîd, hejmar 12, sal 1998, rûpel 11). Di rûpela 12an ya wê kovarê da tê gotinê, ku Neymark nameyeke xwe ya mayîn da (09.05.1935), ku ji serokê qismê 1ê yê wezareta karên der va yê Sovyetistanê ra şandîye, awa nivîsîye: "Li gor agahdarîyên di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz [•] di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: li Êrîvanê rojnama "Riya Teze" hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkîyê ji bo me tehdît e û îşareta dijminatîyê ye". ([•]Aral û Yilmaz karbidestên dîplomatîk yên Tirkîyê bûn. Aral konsûlê Lênînakanê (îro - Gumrî) bû, ku bajarê Ermenîstanê yê dudan e).

Ev hemû kar heta hilweşîna Yekîtîya Sovyêt, heta salên 90î yên sedsala 20î kişand. Piştî rûxandina dewleta ku xwedî û xudanê me bû, wek dibêjin ”pişta xwe da me û çû”. Îdî em ne di bin baskê dewleteke xurt da bûn. Em niha tam nikarin bêjin ku rojnameya “Rya teze“, radyoya kurdî, beşên kurdzanîyê kar dikin, em dikarin bêjin ku ew nehatine girtinê. Hilweşîna Sovyêtê zirareke mezin gîhande çandeya me. Xên ji dewleta Sovyêtê, xwedîyê miletê me ronakbîrên me bûn jî. Wana jî dît ku îdî karê wan wek berê wê nemeşe, her yek xwe li rêyekê girt. Di ser da jî çend kurdên êzdî, çend “hevalên“ ji Kurdistana Bakur, çend kurdên ji Azirbêcanê ku berê tu eleqeyên wan hemûyan bi ronakbîrîyê û pêşketina çand û edebîyeta me tunebû, serê xwe bilind kirin, êrîş birine ser ronakbîrên rast ku ew dewsa wan bibine xwedîyê milet. Komika êzdîyan bi serokatîya çend kesên nîvxwendî ketine meydanê û propaganda “Em ne kurd in, em êzdî ne“ li her deran kirin û ji xwe ra gelek piştgir peyda kirin. Dewleta Ermenistanê jî rê ber wan vekir, heta di radyoya dewletê da nîv sehet wext da radyoya êzdîyan, ango “bi zimanê êzdikî“, rojnameya ermenkî bi navê “Dengê êzdîyan“ çap dikin, pirtûkên “êzdikî“ yên dersan amade kirine û h.w.d. Gorî statîstîka dewleta Ermenistanê ya resmî ya sala 1991ê jimara kurdên Ermenistanê ji 56 hezaran dakete 4 hezaran. Ango, 52 hezar kurd di nav rojekê da bûn êzdî, ango ne kurd. Tiştê ecêb ew bû ku wê salê ji 4 hezar kurdên Ermenistanê 5 hezar bûne aboneyên rojnameya “Rya teze“. Min derheqa vê yekê da înformasyonek ji “Kitêba rêkoran ya Guinness“ ra şand, wek bûyareke nedîtî. Kurdên “heval“ jî ketine nava miletê me gotin: “Hûn wedelî li vir dijîn, welatê we Kurdistan e, me di binê erdê da Kurdistan çê kirîye, maye ser erdê çê bikin“. Vana jî ji xwe ra gelek piştgir peyda kirin. Komika “Yekbûn“ ku bi serokatîya hinek kurdên Azirbêcanê (piranî ji warên Kurdistana Sor ya berê) hatibû sazkirinê, kete nav milet, propaganda kir ku “Em gerekê axa xwe li xwe vegerînin“. Riya vegerandinê jî ew yek didîtin ku hemû kurdên Sovyeta berê herine ser axa Kurdistana Sor ya berê (ku di navbera Ermenistanê û Qerebaxa Çiya da ne), şerê azirîyan bikin. Ango milet bibine di navbera du dewletan da (Ermenistanê û Azirbêcanê) ku ew bi xwe jî şerê hev dikirin. Ev hemû li ser riya pêşketina me bûne berbend û hasêgeh.

Di vî halê îro da em xwedîyê xwe Kurdistana azad dibînin. Em hêvîdar in ku ewê di hewara me da bê, wê dengê me bibihê û piştgirîya me bike, da ku em bikaribin wek berê û xurttir jî karê pêşdabirina ziman, çand û edebîyeta xwe berdewam bikin.

Xwesma rojnameya “Rya teze“ hewcê alîkarîyê ye. Hinek kes dikarin bifikirin ku gelek rojname têne girtin, bira “Rya teze“ jî bê girtin. Lê bi berdewamkirina weşanên wê emê bikaribin ji cihanê ra bêjin ku kurd dikarin 80 salan û zêde jî rojnameyeke xurû kurdî derxin.

Wek me got, yek ji sebebên pêşketina me piştgirîya dewleta Sovyêtê bû. Kontrola dewletê û ya ronakbîrên me jî alî me kir ku em karê xwe bi rûspîtî bi ser xin. Ji bo nimûnê, li welatê me her kes bi hêsanî nikaribû bibûya helbestvan an jî nivîskar. Yê ku bixwesta pirtûkeke xwe çap bikira, gerekê berhemên xwe bida komîsyona Komeleya nivîskarên kurd ya li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê. Ewê komîsyonê berhemên wî dixwend û biryara çapkirinê an jî çapnekirinê dida. Bal me hinek kes hebûn bi çewalan “helbest“, “serpêhatî“, “roman“ û h.w.d. nivîsîn, lê nebûne nivîskar, ji ber ku pirtûkên wan nehatine çapkirinê. Hilbijartina kadroyên ku gerekê di ocaxên kurdî yên kûltûrî da kar bikirana jî bi vî awayî dihate kirinê. Ango, merivê ne kompêtêns, dûrî kar û barên ronakbîrîyê nikaribû bikete “govenda“ kûltûra me.

Dawîyê dixwezim çend gotin jî derheqa kurdên Qazaxistanê û Qirgizistanê da ji we ra bêjim. Di van welatan da weke 50 hezar kurd hene. Piranîya wana ew kurd in ku berê li Gurcistanê û Azirbêcanê, ser sînorê Tirkîyê diman û Stalîn sala 1937an ew sirgûnî wira kiribûn. Beşek ji wan kurdan jî kurdên musulman yên Ermenistanê û Azirbêcanê ne, ku piştî hilweşîna Sovyetê û şerê azirîyan û ermenîyan cîguhastî wira bûne. Tiştekî weke paradoksê ye ku niha ji hemû komaran çêtir li vir çand û edebîyeta kurdî bi pêş dikeve. Li vir bi serokatîya akadêmîkê kurd yê pêşin li cihanê Nadirê Kerem Nadîrov û prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Almaatê, profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoev Yekîtîya kurdên Qazaxistanê hatîye sazkirinê, kovareke kurdî çap dibe, di gundên kurdan da û gundên ku kurd lê dijîn, dersên ziman û edebîyeta kurdî têne derbazkirinê, konfêrans û civînên ser pirsên kurdî têne teşkîlkirinê, berhemên şayîr û nivîskarên kurd têne çapkirinê û h.w.d.

Pêşketina me wê diha pir bûya eger hinek kêmasî, asteng, xêrnexwazî, heta dijminayî di karê me da tunebûna. Kêmasî ev bûn:

1. Kadroyên kurd yên pêşin ew kes bûn ku piştî gelkujîya ermenîyan ya sala 1915an hatibûne Ermenistanê û ji ber ku tu kesî wan tunebû, di sêwîxanan da mezin bûn, wek Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û yên din. Kesên bi salan ne di gundên kurdan da mezinbûyî, dûrî erf û edetên kurdî di nav çend salan da kurdî hema bêje ji bîr kiribûn, bi ermenkî difikirîn, akil û kubira kurmancîyê di mejûyê wan da reh nedabû. Rast e, wana paşdemê da kurdîya xwe xurt kir, lê kurdî zanîbûn û kurdî hînbûn ne wek hev in.

2. Hemû pêwendîyên bi kurdên Kurdistanê û welatên dervayî Sovyêtê ra qedexe bûn. Rêyên ku em xwe bigihînine ronakbîrên kurd yên dervayî Sovyetê, girtî bûn. Firsenda ku em bi radyoya xwe, di rojnameya xwe da derheqa Kurdistanê û kurdên welêt da bipeyîvin, tunebû. Ji me ra bi resmî dihate gotin ku rojnameya “Rya teze“ ne ya kurdan e, ew rojnameyeke Sovyêtê ye bi zimanê kurdî.

3. Li welatê me “rûbenda hesinî” (perdeya hesinî) hebû û hinek ronakbîrên me yên çevtirsîyayî û ziravqetîyayî jî li ser wê rûbenda hesinî “rûbenda ji polayê“ çê kiribûn.

4. Welatparêzîya hinek ronakbîrên me sînorkirî bû. Hinekan welatparêzî di sînorên Ermenîstanê da didîtin. Ango, karê ji bo çend hezar kurdan dikirin û zêde ne difikirîn, ku ev kar gerekê bigihîje tevaya miletê kurd û ew gerekê jê feydê bibîne. Şansê me ne baş bû, ku gelek salan berpirsyarîya weşandina pirtûkên kurdî yên edebî di destê du kesên wisan da bû, ku him ji edebîyetê dûr bûn, him jî zêde ne welatparêz bûn. Ji ber wê jî hinek berhemên giring çap ne bûn. Wek: kurdzana bi nav û deng Margarîta Rûdênkoyê “Mem û Zîn”a Ahmedê Xanî kiribû bi herfên kirîlî û şandibû bona bal me çap bibe, lê çap ne bû. Romana kurdî ya pêşin “Şivanê kurmanca” carekê di sala 1935an da bi latînî çap bûbû û piştî wê bi kurmancîya kirîlî çap ne bû. Gelek berhemên du helbestvanên me yên here bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen di saxîya wan da çap ne bûn.

5. Kêmanîya here mezin ew bû ku di serokatîya dewleta Sovyêtê da çend kes hebûn ku derheqa rewşa ziman û çanda kurdên Sovyêtê da înformasyon didane serokatîya dewleta Sovyêtê. Ew kes jî xelqên şerqê bûn, ango azirî, teter û miletên din bûn ku ne dost û xêrxazên me bûn.

Serkanî: www.niviskar.se