Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
Hevpeyvîna Mustafa Aydoganî bi Maykil Çayit re kirî ya ji bo kovara PELÎNê
2010-12-29 14:30
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Ji Havîna 1987an û vir de ye ku Enstîtuya Kurd li Parîsê her ji şeş mehan carekê, bi navê “civîna Kurmancî” civîneke heyştrojî amade dike. Di civînan de, ji devokên herêmên Kurdistanê ên cuda, ji nifir û diayan, bêje û termên rêzdariyê, ji ferhengokên klasîkên kurdî û îdyomên kurdî bigirin, heta rastnivîsandina kurmancî, li ser gelek babetan encamên xebatên ku hatine kirin, wek pêşniyar tên pêşkêş kirin û minaqeşekirin. Berhemên her civînê, di rojnameya Kurmanciyê de tên weşandin. Îsal hejmarên Kurmanciyê ji 1ê heta 20an (Berhemên civînên ku di navbera Havîna 1987an û ya 1996an de hatine çêkirin), tevî ferhengoka wan a kurdîtirkîfransizîîngilîzî û endeksên tirkî, fransizî û îngilîzî wek pirtûkekê hat weşandin.

Civîna Kurmancî ya vê Biharê a bi navê civîna 25an jî di navbera 27.03.1999 03.04.1999an de li Swêdê li BîskopsArnoyê çêbû. Beşdarên vê civînê ji herêmên Kurdistanê yên cuda bûn. Yek ji van beşdaran jî Maykil Çayit bû. Di derheqê Maykil de, berê jî di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û hevpeyvîn hatibûn weşandin. Ji ber vê yekê, ez ê li ser jiyana wî tiştekî zêde nebêjim. Lê ez dixwazim bi tenê bibêjim ku Maykil Çayit di Radyoya Dengê Emerîkayê de, redaktorê beşa kurdî ye û yek ji wan sîh (30) zimanên ku ew pê dizane jî, zimanê kurdî ye.

Beşdarên civînên kurmancî di maweya civînan de, li ser gelek pirsên cur bi cur suhbet dikin û bi vî awayî bi fikirên hevdu dihisin û tesîrê li fikirên hevdu dikin. Ji dema ku Maykil beşdarî civînan bûye û heta niha, suhbetên me xweştir û minaqeşeyên me rengîntir bûne. Ji bo ku em hevdu baştir nas bikin û ji fikirên hevdu fêdê bibînin, civînên kurmancî hem atmosfereke xweş e û hem jî îmkaneke pir baş e.

Gava ku Maykil nuh hat nav me, bi henekên me nedikeniya. Wê gavê wî weha digot; “Heta ku ez bi henekên we nekenim, ez nabêjim ez fêrî vî zimanî bûme.” Lê di hundurê wextê de, ev rewş hat guhertin. niha êdî Maykil hem bi henekên me dikene û hem jî ew bi xwe bi kurdî henekan bi me dike. Maykil ne ji ber ku bi tenê kurdologek e, yanî ev kar karê wî ye û ji ber vê yekê, bi kurdî mijûl dibe. Ew digel kurdologbûna xwe, herweha bi kêmanî bi qasî kurdekî dilsoz xema pêşeroja vî zimanî jî dixwe. Ji ber vê yekê, her gaveke erînî ya ber bi ewlekirina pêşeroja kurdî ve tê avêtin, wî pir dilxweş dike û kêfa wî ew qasî pir tê ku nema di dilê wî de hiltê. Wê gavê, kêf û dilxweşiya wî lê dibe bişirandinek, xwe dide der û wek guleke ku nuh dibişkive, hêdî hêdî xwe li ruyê wî belav dike.

Ligel kapasîteya wî ya entelektuelî, devlikenbûn, nermbûn, tolerans û nefispiçûkbûna wî bala me hemuyan ji destpêkê de kişand û bi van xusûsiyetan ve atmosfera me ya erînî di demeke kurt de geştir kir. Têkiliyên me beşdarên xebata bi navê “Civîna Kurmancî” tê zanîn û Maykil li gel danûstendinên di pêvajoya civînan de, bi telefon û “email”an û bi şêwirdariya li ser pirsên kurmancî yên cuda, bûne perçeyekî jiyana me. Û ev têkilî bi atmosfera germ a civînan ve her ku diçe me bêtir nêzîkî hevdu dike.

Ji ber vê yekê, gava Pelînê ji min xwest ku ez li ser hin pirsên zaravayê kurmancî bi Maykil re hevpeyvînekê bikim û min jî ji bo pêkanîna vê hevpeyvînê têkilî bi wî re danî, em herdu jî têgihîştin ku ji xwe, me gelek caran minaqeşeyên weha kirine û loma jî me xwest ji berdêla hevpeyvîneke resmî, em li ser hin pirsên kurmancî çi piçûk, çi mezin suhbetekê bikin. Lê tevî vê jî hevpeyvîna li ser navê kovarekê her di bîra me de ma û ji ber vê, divê ez diyar bikim ku em negîhaştin rehetî û serbestiya suhbetên xwe yên civînan.

Her çi qas “pêşeroj”a min û “paşeroj”a wî di suhbetê de li bin guhê hevdu ketin û em dizanin ku ev ê di civata me de, demeke dirêj bê minaqeşekirin jî me di dawiyê de ferq kir ku em li ser gelek babetan nêzîkî hevdu difikirin. Ji ber ku di vê qonaxê de, kurd di warê bikaranîna zimanê nivîskî de, li awa û rêyên ku bikaribin wan nêzîkî hevdu bikin digerin, em herdu jî bi vê yekê kêfxweş bûn.

Bê gûman, di suhbeteke weha de, hemû pirsên hene nikarin bêne minaqeşekirin. Me li ser hin ji wan pirsên hene suhbet kir. Hûn ê jî bibînin ku me di vê suhbetê de, ne li ser pirseke taybetî bi tenê, lê li ser çend pirsên ku tesbît kiribûn suhbeta xwe kir.

Me xwest em di beşê yekem de, li ser rewşa kurdî, gefên li pêşeroja wî tên xwarin û perspektîvên ji bo lêbixwedîderketineke xurt bisekinin. Di beşa duyem de jî hin pirsên rêzimanî û rastnivîsandinê, nemaze hin ji wan pirsên ku di nivîsandina kurmancî de tên îhmalkirin, bûn mijarên suhbetê. Lê tevî vê jî carinan sînorên beşan tev li hevdu bûn. Hêviya me ew e ku suhbetên wilo dê berdewam bin û hercarê li ser pirsên cuda bêne kirin.

Bi hêviya ku suhbeta me bi kêrî xwendevanên Pelînê bê…

Mustafa Aydogan



Zimanê ku zarok pê nepeyivin, zimanekî bêpaşeroj e.

Maykil Çayit
Mustafa Aydogan: Kek Maykil, wek tu jî pir baş pê dizanî ku îro kurmancî di qonaxeke xeter de ye. Ev xeter bi îmkanên pêşveçûnên teknolojiya informasyonê mezintir bûye. Ji ber vê yekê, îmkanên asîmîlasyonê li gora demên dîrokê yên berê, bi awayekî nedîtî pirtir û bi tesîrtir bûne. Ji aliyekî ve, sîyaseta înkarkirin û tunekirinê li welatê me, bi hemû şideta xwe ve di rojevê de ye. Ji aliyê din ve, tevî hin gavên ku hêviyê bi mirovî re çêdikin jî misteweya lêbixwedîderketina kurmancî û ya parastina li hemberî xusûsiyetên ku mirov ji hebûna mirovî bi dûr dixin, têrê nakin.

Ji xwe, misteweya xwendina bi giştî her bi çi zimanî be jî ne tetmînkar e. Tew rewşa xwendina bi kurmancî ji vê jî xerabtir e.

Maykil, me gelek caran minaqeşe kiriye, lê ez niha dixwazim ji bo xwendevanên Pelînê ji te bipirsim. Gelo tu ligel xusûsiyetên vê pêvajoyê, pêşeroja vî zimanê ku bi her awayî tê tehdîtkirin, çawa dibînî?

Maykil Çayit: Beriya hemî tiştî, ez dixwazim diyar bikim ku tiştên ez ê niha bibêjim, dîtinên min in, ne dîtinên Dengê Emerîkayê ne. Ez paşeroja vî zimanî çawa dibînim? Weleh, ez geşbîn im, ez reşbîn nînim. Yanî ez optimîst im.

Mustafa Aydogan: Kurmancîaxêv di dema me de, ji bo vê gotinê, bêtir gotina “xweşbîn”ê bi kar tînin.

Maykil Çayit: Belê. Geşbîn, yanî xweşbîn. Ji bo min, gelek tişt hatine guhertin. Di pêvajoya van deh salên bihurî de, min çend guhertinên dilxweşker dîtin. niha gelek kurd li zimanê xwe bi xwedî derdikevin û zimanê xwe wek perçeyekî ji nasnameya xwe dibînin. Mirovên ku berê digot, karê min bi vî zimanî nîne, êdî niha dibêje; ez dixwazim hînî kurmancî bibim, zarokê min jî divê hînî zimanê xwe bibin. Ji ber vê yekê, divê berê, ez hînî kurmancî bibim, da ku ez bikaribim dû re zarokên xwe jî hînî zimanê xwe bikim. Prestîja zimanê kurdî jî bilindtir bûye. Belkî, ev ji ber wê ye ku niha televîzyon û radyo bi zimanê kurdî hene. Hem li Ewrûpayê û hem jî li Emerîkayê piştevanî heye. Bo nimûne; piştevaniya vî zimanî ya ji aliyê dewleta Emerîkî tiştekî kêm nîne. Ez ditirsim, piraniya kurdên Bakur nizanibin ku Dengê Emerîkayê herroj saetekê bi kurdî weşanê dike. Ev çar sal in ku ez li wira kar dikim, lê heta niha, ji kurdên Tirkiyeyê belkî sê name gihîştine me. Lê dîsa jî ez van guhertinên hanê, wek gavên ber bi parastina paşeroja vî zimanî dibînim. Bêguman, pirsgirêkên kevin her mane. Lê tevî vê jî ez dikarim bibêjim ku helwestên kurdan li hemberî kurmancî bi awayekî erînî, yanî bi awayekî pozîtîv tên guhertin. Ji ber vê yekê, ez dibêjim; ev guhertinên hanê yên ku di helwestên kurdan de çêbûne, min dilxweşker dikin. € berî pênc salan, ya jî berî dehsalan tiştekî wisa, ne dihat bîra min.

Mustafa Aydogan: Ji derveyî van sedemên ku te diyar kirin, tu sedemin din jî hene ku dihêlin, mirovekî wek te yê ku bi zimên ew qasî mijul e, tevî vê jî ne reşbîn, lê xweşbîn be.

Maykil Çayit: niha bi zimanê kurdî gelek kitêb têne çapkirin û weşandin. Tevî vê yekê, hejmara xwendevanan hê jî gelekî kêm e. Ev pirsgirêkeke gelekî mezin e û divê em çareseriyekê jê re peyda bikin. Divê em kurdan pal bidin ku ew hîn bibin bi zimanê xwe binivîsînin û bixwînin. Ev tiştekî gelek girîng e. Ji ber ku bi sedan kitêbên nuh têne weşandin. Eger li dinyayê, sîh û pênc milyon kurd hebin û hejmara kurmancîaxêvên ku van kitêban dixwînin ji hezarî kêmtir be, ev hejmareke gelek kêm e û dilxweşker nîne. Lê ez gelek hêvîdar im ku niha li nik kurdan, daxwaz peyda bûye ku hînî nivîsîn û xwendina zimanê kurdî bibin.

Mustafa Aydogan: Gava tu pêlên asîmîlasyona îro, bidî ber demên dîrokê yên berê, tu di navbera wan de, çi ferqê dibînî?

Maykil Çayit: Weleh, guhertin çêbûye. Ez dibêjim niha gelek kurd bi şanazî dibêjin, ez kurd im. Berî deh salan, gelek kurdan nedixwest eşkere bikin ku ew kurd in. Wan digot, ez ji Sûriyeyê me, ez ji Tirkiyeyê me. Yanî eger ez ne tirk bim jî ez ji Tirkiyeyê me.

Mustafa Aydogan: Li gora ku xuya dibe, rewş pir nazik e. Tevî pêlên asîmîlasyona ku ji her alîyî ve bi ser kurdan de tên jî, ji ber wan sedemên ku te anîn zimên û wan xusûsiyetên ku hêdî hêdî bi kurdan re çêdibin, tu xweşbînî.

Maykil Çayit: Belê. Tevî ku ev xusûsiyet hêdî hêdî çêdibin jî, hêviyê didin min û ji ber vê yekê, ez dikarim bibêjim ku ez xweşbîn im.

Mustafa Aydogan: Gelo ji bo ku kurd bi awayekî hîn xurttir li zimanê xwe bi xwedî derkevin û van xûsûsiyetên xwe yên ku hêviyê didin te, pêşdetir bibin, divê çi bikin, çi guhertinan di helwestên xwe de çê bikin û ji îro û pê ve bi çi awayî hereket bikin?

Maykil Çayit: Berî hemî tiştî, ên ku têne bîra min ev in; divê ku haya wan ji vejandina zimanên din hebe. Bo nimûne; zimanê ibrî. Di vî sedsalî de bi qasî du hezar salan zimanê ibrî, yanî zimanê cihuyan zimanekî mirî bû. Bi tenê zimanekî diayan bû. Zimanê axavtinê nebû. Lê îro zimanê ibrî, ne bi tenê vejiyaye, herweha zimanê hikûmeta Îsraîlê ye, zimanê sîstema perwerdekirinê ye jî. Gelek rojname û kitêb hene, gelek xwendingeh hene ku zimanê wan ê fermî zimanê ibrî ye. Zimanê ibrî îro, zimanekî nûjen e. Ev ji sedî sed weha ye. Yanî her tiştê ku mirov bi îngilîzî bibêje, tiştên li ser zanyariyê, li ser rojnamevaniyê, li ser dîrokê, li ser zimanzaniyê, mirov dikare bi rehetî bi zimanê ibrî bibêje. Berî pêncî salan, ev tişt di destpêkê de bû. Ji ber ku emrê dewleta Îsraîlê pêncî sal e. Lê ev tişt bi gelek salan berî damezrandina dewleta Îsraîlê çêbûye û ez dibêjim ku divê kurd ji nêzîk ve lêkolînan li ser wê pêvajoyê û wê rewşê bikin. Ji aliyekî din ve, divê ku haya wan ji ihtîmalên herî xerab jî hebe. Eger ew helwesta xwe neguherin dê çi bibe? Wek mînak li Emerîkayê “emerîkîyên resen” hene. Bi tirkî ji wan re dibêjin; “Kizilderililer”. Lê ew bi xwe naxwazin ku em ji wan re bibêjin, “çermsor”. Vê gavê, ez rêz û rûmeta daxwaza wan digirim û ez ji bo wan dibêjim; “emerîkiyên resen”. Bi îngilîzî dibêjin; “native american”. Gelek ji zimanên wan nemane. Berî sed salan, bi hezaran kes hebûn ku bi filan zimanî diaxivtin, piştî hingî bûn bi sedan, bi dehan. Piştî hingî bû yek û piştî ku ew yek jî mir, ziman jî digel wî mir. Gelo em dixwazin tiştekî weha bê serê zimanê kurdî jî? niha piştî valabûna gelek gundên Kurdistana Tirkiyeyê, gelek gundî mecbûr bûn birevin û herin bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyeyê. Gelek guvaştin û sengî li ser wan hene ku ew xwe asîmîle bikin, yanî xwe di nav civaka Tirkiyeyê de bibişêvin. Eger ew zû hişyar nebin, bi lez bizavê nekin û rê li ber wendabûna zimanê kurdî negirin, di nav deh salan de, eynî tişt mimkin e ku li ber çavên me, bê serê zimanê kurdî jî.

Mustafa Aydogan: Ji bo vê yekê, divê metodeke çawa bê bikaranîn? Yanî, divê kurd çawa bikin? Gelek kes hene ku dixwazin li zimanê xwe bi xwedî derkevin û rê li ber wendabûnê bigirin, belkî rêyên lêbixwedîderketinê, metodên xweparastinê ji bo wan pir ne diyar in. Di vî warî de, belkî gelek kes hebin ku nizanin, bê divê mirov çawa bike.

Maykil Çayit: Gelek tişt hene ku mirov dikare bike. Divê ku mirov bi zarokên xwe li malê bi tenê bi kurdî bipeyive. Bi tenê bi kurdî! Ez nikarim ji te re bibêjim ku çend hevalên min ên kurd ên welatparêz û neteweperwer hene ku li xwe mikur tên ku zarokên wan bi xwe bi kurdî baş nizanin. Yanî filankes bi jina xwe re bi kurdî dipeyive, lê gava bi zarokê xwe re dipeyive, bi tirkî dipeyive. Ev yek, li ser hebûn û paşeroja zimanê kurdî gefeke gelek mezin pêk tîne. Dirûşma min ev e: Zimanê ku zarok pê nepeyivin, zimanekî bêpaşeroj e. Li dawiyê, ez ê bibêjim ku parastina zimanê kurdî ne li ser hikûmeta Tirkiyeyê, ne li ser hikûmeta Emerîkayê, ne li hikûmeta Sûriyeyê, ne li ser ya Iraqê û ne jî li ser ya Îranê falan dimîne. Li ser kurdan bi xwe dimîne. Eger kurd dixwazin zimanê xwe biparêzin, ev yek di destê wan de ye. Her roj, her gava ku ew devê xwe vedikin, ew dikarin zimanê kurdî bi kar bînin, nemaze di perwerdekirina zarokên xwe de. Yan jî ew dikarin rêyeke hêsantir bigirin ku dê wan ne bi tenê ji paşeroja wan, lê herweha ji boriya wan jî bi dûr bixîne, Ev yek tiştekî wisa ye ku divê ku her kurd ji bo xwe hilbijêre, ji bo xwe biryarê bide, ka ew dixwaze çi bike. Radyoya Dengê Emerîkayê, çend kanalên televîzyonê hene. Lê ne ku ev bi tenê, kurd li hemî deverên Tirkiyê, nemaze li Tirkiyeyê lê li gelek deverên Iraq, Îran, û Sûriyê jî hene. Kurd dikarin bi hev du re bi zimanê xwe bipeyivin. Ez dibêjim; li Tirkiyeyê kujek nemaye ku kurd lê nebin, vêca mirov gava ku solên xwe pêlavên xwe dide boyaxkirin, dikare bi kurdî bipeyive. Gava mirov ji bo ku tiştekî bikire, dihere dikanê înşaleh cixareyê nekire, lê tiştên saxlemtir bikire dikare bi kurdî bipeyive.

Mustafa Aydogan: Xuya ye, tu ne bi tenê di taswasa zimanê kurdî de yî, herweha di taswasa siheta kurdan de yî jî.

Maykil Çayit: Belê. Gava ew ji bo kirîna tiştan diçin dikanê, dikarin bi kurdî bipeyivîn û kirîna xwe bi kurdî bikin. Divê ku mirov şanaziya xwe bi zimanê xwe nîşan bide. Berî hemî tiştî, divê ku mirov vê şanaziyê, vê serfiraziyê û vê serbilindiyê di dilê xwe de his bike.

Mustafa Aydogan: Ne xwe, divê kurd beriya her zimanî, bi kurdî bixwîne, bi kurdî binivîsîne, bi kurdî bifikire û fikirên xwe bi kurdî bîne zimên. Ev niqteya herî girîng e. Ji axavtina jî diyar e ku di vê qonaxê de û di vî warî de, îhmalkariya herî piçûk, pêşeroja vî zimanî dixe talûkeyê. Ji ber vê yekê, ger bi dilê te jî be, ka em ji wê niqteyê hereket bikin ku kurd dê li gora balkêşî û pêşniyarên te li zimanê xwe bi xwedî derkevin û ji ber vê yekê jî em ê suhbeta xwe li ser rast bikaranîna zimên û hin şaşiyên di vî warî de, yên berbiçav, bidomînin.

Wek tu jî dizanî ku mirov di suhbeteke weha de nikare li ser hertiştê di dil de heye, bipeyive. Lê ji van çend hene ku girîng in û di pêvajoya îro de, ji aliyê bikaranîna zimên ve balkêş in. Li ser gelek şaşiyên di nivîsên bi kurdî de, me gelek caran suhbet kiriye. Lê ger tu bixwazî, bi qasî ku di çarçoveya vê suhbetê de hilê, em piçekî li ser çend şaşiyên ji wan şaşiyan bisekinin û hewil bidin ku qaîdeyên di vî warî de hene, diyar bikin.

Maykil Çayit: Berî hemî tiştî, ez dixwazim bibêjim ku li gora min, divê kurdên Tirkiyeyê îtîraf bikin, qebûl bikin ku bê çend di bin tesîra zimanê tirkî de ne. Gelek kes naxwazin vê yekê eşkere bikin. Loma jî înkar dikin û dibêjin; na, ev pûç e. Lê ez dibêjim; na, ev ne pûç e. Gava em kovar, rojname û kitêbên ku heta niha hatine çapkirin dixwînin, em dibînin ku peyiv, hevok û struktur yekser ji zimanê tirkî hatine wergirtin. Ez jî dizanim û tu jî dizanî ku bi kurmancî peyveke çêtir heye . Ev delîleke gelek li ber çav e ku ev kurdên hanê ne bi kurdî, lê belkî bi zimanekî din, bi zimanê tirkî difikirin. Ji aliyekî ve, em dikarin bibêjin, ev tiştekî xwezayî ye, tiştekî tebîî ye. Lê ji aliyê din ve, divê ku em fêm bikin, bê talûke û xeterên vê yekê çi ne. Eger kurdên Tirkiyê dixwazin ku kurdên Sûriyê, ên Iraqê, ên Îranê û ên Ermenîstanê ji zimanê wan fêm bikin, divê ku em bi zimanekî kurdî yê wisa bipeyivin û binivîsin, da ku kurdên welatên din bikaribin bi hêsanî tê bigihêjin. Ji ber ku kurdên Sûriyeyê, Iraqê, Îranê û Ermenîstanê bi tirkî nizanin, eger kurdên Tirkiyeyê dê peyvên ji tirkî wergerandî bi kar bînin, wek mînak; kurdên Iraqê fêm nakin.

Mustafa Aydogan: Yanî di warê hilbijartina gotinan de, divê mirov hîn bêtir bi hûrbijarî hereket bike. Û berî ku mirovên kurd hawara xwe bibin zimanên biyanî, divê xwe li devokên kurmancî yên cuda bigirin û di warê peyvan de ji xizneya zimanê xwe îstifade bikin.

Maykil Çayit: Belê. Bes berî hemî tiştî, divê ku hayê mirov ji vê fenomenê, ji vê diyardeyê hebe.Û ez dibêjim piraniya kurdên îro nizanin, agahdar nînin ku ew vê yekê dikin. Ez dibêjim, gelek kurdên ku zimanê kurdî di xwendingehê de ne xwendibin, hay jê nîne ku zimanê wan ê perwedekirinê tirkî ye û ew bi tirkî difikirin û gava ku ew hevokan dadirêjin, darêştina wan, ya kurdî nîne, ya biyanî ye. Belkî ji zimanê tirkî ye. Û tiştekî xerabtir jî ev e ku mirovê ciwan, belkî nizanin ku di wextê xwe de, rêyeke din hebû ku mirov van tiştan bîne zimên yan diyar bike. Dê û bavên wan dapîr û bapîrên wan belkî hê jî ji van tiştan agahdar in. Divê ku em rêza dapîr û bapîrên xwe bigirin û ji bo parastina van tiştan, wan wek jêderekî herî girîng bibînin. Digel wan bi awayekî çeleng bipeyivin û fikirên wan û peyvên wan bipirsin û tomar jî bikin.

Mustafa Aydogan: Pir eşkere ye ku gelek ji kurdên ku bi kurdî dinivîsînin, îmkanên dewlemendiya vokabulara kurdî bi qasî ku tê xwestin, nikarin bi kar bînin. Gava misteweya zanîna wan a şexsî di vî warî de têrê nake, gelek caran ew ne di misteweya xwe de, lê di zimên de, li kêmaniyan digerin. Teşhîsa şaş rê li ber çareserkirineke rast digire û ji ber vê yekê, rêya herî hêsan tê hilbijartin. Loma jî divê mirov ji bo bikaranîneke bi rêkûpêktir hin pêşniyarên rênîşander pêşkêş bike.

Maykil Çayit: Eger ew bikaribin nivîsarên nivîskarên mezin bixwînin û li gora uslûbên wan binivîsînin, dê pir bi fêde be. Yanî ger mirov nivîskarên weha ji bo uslûba nivîsîna xwe jî bike mînak, ev yek dê gelek baş be. Wek mînak; Erebê şemo. Herçend e ku esla wê wenda bûye û ya îro di destê me de, wergerandineke ji wergera rûsî ya ku ji wergera eslî ya kurdî be jî.

Mustafa Aydogan: Şivanê Kurd?

Maykil Çayit: Belê, Şivanê Kurd. Gelek ji nivîsarên kurdan li Sûriyê û li Ermenîstanê berdewam bi zimanê xwe dinivîsînin. Dîsa jî ez nabêjim ku nivîskarên baş ji Kurdistana Tirkiyeyê derneketine. Nivîskar hene. Kovar jî hene, wek Nûdem, Çira, Berbang û Pelîn bi xwe û hwd. Lê ez nikarim bibêjim ku hemî nivîskarên ku ji bo wan kovaran dinivîsînin, mînakên baş pêk tînin. Gava ku mirov dinivîse û gava ku mirov dipeyive divê ku mirov hizir bike, divê ku mirov bifikire: “Gelo ev tiştên ku min aniha gotin, li bin tesîra zimanekî din in, an na”. Divê mirov haydar be ku ihtîmalek heye, ez ji eslê zimanê xwe bi dûr ketibim.

Mustafa Aydogan: Tu dizanî ku di gelek minaqeşeyên li ser zayenda gotinan de, gelek kes dibêjin ku ev pirs ne pir muhîm e. Li gora ku ew dibêjin; a muhîm ev e ku mirov bi zimanê xwe bipeyive û fikirên xwe bi zimanê bîne zimên. Û herweha li gora îdîaya wan, pêvajo weha diyar dike ku nêr û mêtiya di kurmancî de heye, ber bi rabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê, ew girîngiyeke bi qasî ku tê xwestin, nadin ferqa navbera nêr û mêtiya gotinan. Hin dibêjin; ev ne tiştekî ew qasî girîng e ku divê mirov serê xwe pê biêşîne. Gelo tu li ser vê yekê çi difikirî?

Maykil Çayit: Bi dîtina min, ev yek kifş e. Zimanê kurmancî zimanekî wisa ye ku hemî navên tê de, yan nêr in, yan mê ne. Zimanê tirkî wisa nîne. Zimanê tirkî ji xwe, ne zimanekî Hindo û Ewrûpayî ye. Di piraniya zimanên Hindo û Ewrûpayî de, ev diyardeya hanê heye. Bi elmanî heye, bi fransî heye, bi rûsî heye, bi yûnanî heye, bi latînî hebû, bi sanskrîtî hebû. Bi zimanên Hindistanê yên nûjen wek hindî, li Pakîstanê û Bengladeşê jî heye. Bi kurmancî û dimilî jî û heta bi hewramî jî her maye, heye. Mirov nikare bibêje; “desta min”. Ev çewt e, ne rast e. Ji ber ku peyva “dest” nêr e. An “keçikekî xweşik” çênabe. Ji ber ku bi qasî ku ez dizanim “keçik” mê ne. Ev ji ber wê yekê ye ku tesîra zimanekî din li ser kurdî heye. Ev jî saxlemiya zimanê kurdî dixe xeterê.

Mustafa Aydogan: Di avakirina atrîbutan de pirseke din heye ku bi zayendê ve elaqadar e. Gava ku mirov gotinekê bi gotineke din ve girê dide, li gora zayendeyê ditewîne.

Maykil Çayit: Ez dibêjim, ger tu di vî warî de, çend mînakan bide, dê bêtir zelal bibe.

Mustafa Aydogan: Ger ez gotina “komele”yê wek mînak hilbijêrim, ez ê bibêjim; “komeleya me”. Ev di gotina “rojname”yê de, bo nimûne; “rojnameya min” û di a “bername”yê de jî “bernameya min” e. Wek ku tu jî dizanî, di nivîsandina kurdî de gelek kes leksemê wek bingeh wernagirin, di avakirina atrîbutan de, vokala leksemê (lexem) ya dawiyê dixwin. Bo nimûne: Ji berdêla “komeleya min”, “komela min”; ji berdêla “rojnameya min” jî “rojnama min” tê nivîsandin. Li gora te, divê mirov di vî warî de, çi wek bingeh werbigire?

Maykil Çayit: Zimanê kurdî zimanekî wisa ye ku ji deverekê heta devereke din, tiştên wisa tên guhertin. Ez nikarim bibêjime te ku yek ji wan rast e û yek ji wan ne rast e. Li hin deveran, wek mînak li Hekariyan û li Behdînanê li Kurdistana Iraqê, wek qanûn, ew ê bibêjin; “bernama min”, “rojnama te”, “komela wî”. Ew nabêjin; “bernameya min”, “rojnameya te”. Lê li Bakur, bi giştî dibêjin, “bernameya min”, “rojnameya min”. Divê ku mirov biryarê bide, bê mirov ji bo standardkirina zimên dixwaze kîjan deverê wek bingeh werbigire. Di vê qonaxê de, bi dîtina min ew qasî girîng nîne. A ji bo min girîng ew e ku gotina “bername”yê wek navekî nêr bi kar neyê. Bila mê be, wê gavê ger ji bo wî rehettir be, li şûna “bernameya min” bila bibêje; “bernama min”.

Mustafa Aydogan: Baş e, gelo wê gavê, di vî warî de, ji aliyê analîza morfeman ve problem dernakeve?

Maykil Çayit: Ez tê digihêjim, bê mebesta te bi vê çi ye. Eger mirov peyva “rojnama nû” bibîne, em weha bihesibînin ku mirov nizanibe, bê ka peyva esasî “rojnam” e, an “rojname” ye, wê gavê awayê nivîsandina wek “rojnama nû” dê ji bo zanîna forma bingehîn alîkariyê pê neke. Gelo forma bingehîn “rojnam” e, an “rojname”? Yanî sînorê navbera morfem û îzafeyê ne xuya ye. Ez dikarim bibêjim ku ez çi bi kar tînim. Ez bi xwe ji bo herdu nimûneyan, forma “bernameya min” û ya “rojnameya nû” bi kar tînim.

Mustafa Aydogan: Te di nav axavtina xwe de, tiştin li ser syntaksê, hevoksaziyê jî gotin. Di hevoksaziya ku îro di tekstan de diyar dibe, gelek caran tesîra zimanên din xuya dibe. Gotin di nivîsan de, bi awayekî weha li dû hevdu tên rêzkirin ku awayê rêzkirinê ne li gora hevoksaziya kurdî ye. Bi vî awayî, ji hevoksaziya kurmancî bi dûr dikeve. Gelo li gora te, divê kurdên bi kurdî dinivîsînin, çi bikin, di çi de israr bikin? Gelo ev ji aliyê bi kurdî fikirandinê ve, xeterek e, an na?

Maykil Çayit: Ez dibêjim ku ev xetereke mezin e. Eger xwendingehek, yanî sîstemeke standardkirî hebûya û hemû kurd xwediyên eynî pêzanînan bûna, ev yek dê gelek alîkar bûya. Lê di eynî wextê de, ez naxwazim ku kurd kor korane hemû jêder û kitêbên ku heta niha hatine çapkirin wek Qur’an, yan Tewratê qebûl bikin û bêyî ku binirxînin, lê bikolin, yan pirsiyaran li ser wan bikin, li dû wan biçin. Bo mînak; rêzimana Lescot û Celadet Bedirxan kitêbeke gelek girîng e. Lê ew kitêba hanê di destpêka vê sedsalê de hatibû nivîsandin. R. Lescot bi xwe kurd nîne. Ev zimanê wî yê zikmakî nîne. Celadet Bedirxan jî ez dibêjim li Stenbûlê mezin bûye. Lê dibe ku gelek tiştên ku wan wê gavê gotibûn, îro cîhê minaqeşekirinê bin. Zimanê kurdî zimanekî gelek dewlemend e û zimanekî gelek balkêş e. Ez dixwazim xwendevanan pal bidim ku ew bala xwe bidin zimanê xwe û zimanê kurdên deverên din û li ser dewlemendiya vî zimanî, kevnahiya vî zimanî bisekinin. Ji ber ku ev tiştên hanê di rastiyê de, ji bo hemû kurdan cîhê serfiraziyê ne, cîhê şanaziyê ne.

Mustafa Aydogan: Ger tu bixwazî, em ê bên ser pirseke ji wan pirsên bingehîn ku îro jî di civata kurd de di nav kesên ku bi kurdî dinivîsîne de, bi awayekî xurt tê minaqeşekirin. Di vî warî de, fikirên cuda hene. Ew jî pirsa ergatîvê ye. Li ser vê pirsê, gelek kes ji devokê gundê xwe hereket dike û li ser wê bingehê dixwaze bipeyive û binivîsîne. Di civîna kurmancî de, te bi xwe jî li ser vê pirsê tiştek amade kiribû ku di hejmara Kurmanciyê ya 24an de hat weşandin. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji te bipirsim; ji bo çi te berî hertiştî xwest di warê ergatîvê de, tiştekî amade bike û pêşkêşî civîna kurmancî bike? Girîngiya vê ji bo te tê çi mahneyê?

Maykil Çayit: Ji ber ku ev yek ji berbiçavtirîn delîl an belgeyên tesîra zimanên biyanî li ser zimanê kurdî yê îro ye. Çima em dibêjin “Ez hatim” lê “Min dît”? Em nabêjin “Ez dîtim” û em nabêjin “Min hat”. Çima em dibêjin “Tu çûyî”, lê “Te girt”? Em nabêjin “Tu girtî” û nabêjin “Te çû”. Çima di zimanê kurdî de û di rastiyê de, di zimanên Îranî de, di zimanên Arî de bi giştî ji bilî zimanê farisî ku berê bi sedan salan ev cudahiya hanê wenda kiribû ev yek heye? Di navbera lêkerên transîtîv û lêkerên întransîtîv de ferqeke gelek mezin heye. Ev cudahiya hanê ya navbera lêkerên transîtîv û întransîtîv ji xusûsiyetên zimanê Îranî, zimanê Arî ye. Bi dimilî an zazakî hê jî heye, heta bi soranî jî hê heye.

Mirov dibêje:

Ez hatim

Tu hatî

Ew hat

Em hatin

Hûn hatin

Ew hatin

Ev lêkereke întransîtîv a tîpîk e.

Lêkerên wek çûn, revîn û kenîn jî weha ne. Lê gava ku objekt (bi tirkî nesne) hebe, em bi awayekî din ditewînin. Îro ez sêvekê dixwim. “Ez”, subjekt e. “Sêvekê” objekt e. “Dixwim” jî lêker e. Ne wisa? niha di dema bihurî de, “ez” dibe “min”, “sêvekê” dibe “sêvek” û “dixwim” dibe “xwar”. Lê divê ku “xwar” li gora objektê bête tewandin, ne ku li gora subjektê. Vêca em ê çi bibêjin? Em ê bibêjin; “Min sêvek xwar”. Bi awayekî dîrokî, mebest pê ev e; ji aliyê min ve sêvek hat xwarin. Eger ez pirxur bim, belkî ez ê ji sêvekê zêdetir bixwim. Îro em ê bibêjin “Ez du sêvan dixwim. Ez sê sêvan dixwim”. “Sêv” dibe “sêvan”. Lê di dema bihurî de, dîsa em ê bibêjin; “Min du sêv xwarin”. Ne ku “Min du sêvan xwar” ku li gora syntaksa tirkî ye. Lê li gora syntaksa kurdî, divê ku “xwar” an “xwarin” li gora objektê, bête tewandin. Ji ber ku eger em bi awayekî dîrokî li vê yekê binihêrin, me’na ev e: Ji aliyê min ve du sêv hatin xwarin.

Mustafa Aydogan: Wek tu dizanî, ev tevlihevî bêtir gava di dema bihurî ya lêkerên transîtîv de, kesê sêyem plural, yanî “wan” wek subjekt bi kar bê, çêdibe. Di nivîsan de, ew tiştên ku mirov ji sedî sed jê ewle bin, dibin mijarê rexneyê. Ji ber vê yekê, ez dibêjim; ev pirseke me ya girîng e.

Wek te bi xwe jî got; lêkerên transîtîv di dema bihurî de, li gora subjektê natewin. Ji ber ku di vî halî de, subjekt ji grûpa tewandî tê hilbijartin û lêker tu carî xwe li gora perçeyên hevokê ên tewandî natewîne. Lêker di halê weha de, li gora objektê, objekta netewandî formê werdigire. Yanî ez dibêjim; lêker ji bo formwergirtinê, di hevokeke kurdî de, li beşa netewandî digere û ew li ku peyda kir, li gora wê şikil dide xwe. Ger tu bala xwe bidiyê, di dema bihurî ya lêkerên transîtîv de, objekt hertim ne netewandî ye. Ji ber ku objektek heye ku di kurmancî de bi hemû lêkeran re û ji bo hemû deman hertim tewandî ye. Loma divê em vê niqteyê piçekî din zelal bikin. Wek min got; di hin halan de, di dema bihurî ya lêkerên transîtîv de, hin sedem çêdibin ku objekt bi xwe jî divê bitewe. (Qesda min jî û ya te jî li vira ne objekta datîv e. Ji ber ku ji xwe, min berê jî got ku ew di kurmancî de hertim tewandî ye.) Bo nimûne; ger prepozîsyonek, yanî daçekek jî bê pêşiya navdêrekê, wê gavê divê ew navdêr bitewe. Ji ber vê yekê, di halên weha de, lêker forma xwe li gora yekhejmariyê diguhêre. Gava ku em bibêjin; “Min du mirov dîtin”, lêkera “dîtin”ê li gora objekta netewandî, yanî li gora gotina “du mirov” forma xwe digire. Lê gava sedem çêbû û objekt hat tewandin, wek “Min li du mirovan xist”, wê gavê lêker di peydakirina beşê hevokê yê netewandî de, li beşekî rast nayê ku xwe li gora wî biguherîne. Lê di pirtûka Lescot û Celadet Bedirxan de, herdu sedemên ku tên diyarkirin, bi subjektê ve elaqadar in û ji ber vê yekê, destûra ji vê qaîdeyê bidûrketinê tê dayin. Gelek kesên ku ji berê de, vê yekê şaş bi kar tînin, gava di vî warî de pirtûka Lescot û Celadet Bedirxanî dixwînin, tiştên di wira de hene, wek argûmentên xweparastinê bi kar tînin û di nivîsandina bi wî awayî de israrê dikin.

Maykil Çayit: Ev rast e. Wekî din jî divê ez bibêjim; cîhê daxê ye ku mirov dikare ji Kemal Badillî jî nimûneyên şaş peyda bike. Ew dibêje; “Min dêr şikenand”. Ev ne rast e. Divê mirov bibêje; “Min dar şikenand”. Hem “min” û hem jî “dêr” bi hevdu re nabin. “Ez” dibe “min” û “dar” jî dibe “dêr”. Weha çênabe. Di halên weha de, yanî di dema bihurî ya lêkerên transîtîv de, gava ku subjekt û objekt bi hevdu re hebin, mirov nikare herduyan bi hevdu re bitewîne. Ji derveyî sedema ku bîstikeke berê, te jî behs kir ku prepozîsyon tesîrê li objektê bike, ev yek wisa ye.

Mustafa Aydogan: Min xwest tu bêtir li ser wan hevokan rawestî ku “wan” subjekta wan e. Bo nimûne; “Xwarin xwarin”, “Ji min re tiştek gotin” nimûneyên weha rast in, an na? Gelo rast e ku mirov di van halan de “wan”ê bi kar nîne? Ez dixwazim nimûneyeke din jî bidim: “Min sêvek xwar” û “Deh hezar kesan jî sêvek xwar”. Tu jî pê dizanî ku di gelek nivîsan de, “Deh hezar kesan sêvek xwarin” jî tê nivîsandin.

Maykil Çayit: Belê, ez dizanim. Ji bo çi mirov “wan”ê bi kar nayne? Divê mirov wê bi kar bîne. Ger mirov “wan”ê bi kar neyne, ez dibêjim ku ev nimûneyeke fikirandina bi tirkî ye. Ev ji bo zimanê kurdî tiştekî tebîî nîne. “Wan sêvek xwar” a rast e. “Wan sêvekê xwarin”, yan “Sêvekê xwarin” çênabe. Yanî li vê derê, hem subjekt tewandî ye û hem jî objekt. Bi dîtina min, ev li ser zimanê kurdî gefa herî mezin e. Lê dîsa ez dixwazim vê yekê zelal bikim ku ez li vira behsa zimanê nivîskî, zimanê standardkirî dikim. Eger mirov di axavtina xwe ya rojane de, wisa bi kar bîne, li gora dîtina min, em nikarin mirovan mecbûr bikin ku zimanê xwe yê axavtinê biguhêrin. Ev ji qeweta me der e jî. Eger ev taybetmendiyên devoka wan be, bo min a girîng ew e ku zimanê kurdî wek zimanekî zindî bimîne. Ez naxwazim, ji bo serrastkirina tiştên wisa bi awayekî nebûyî hewil bidim. Ji ber ku çênabe. Ez dibêjim; ji bo perwerdekirinê, ji bo nivîsînê çênabe ku ev şaşiyên hanê di kovar, rojname û kitêban de bêne bikaranîn. Lê divê ku kurd bêne perwerdekirin û ji ber ku xwendingeh heta niha tune bûn, ez fêm dikim, çima ev pirsgirkên hanê hene. Lê dîsa divê em di gava pêşîn de, mirovan agahdar bikin ku di navbera qanûnên rêzimanê û awayê ku gelek mirov di axavtina xwe ya rojane de bi kar tîne de, mecal ji bo ferqbûnê heye.

Mustafa Aydogan: Ger tu newestiyayî be, em suhbeta xwe li ser rêziman û rastnivîsandinê bidomînin.

Maykil Çayit: Na, kerem bike. Tu dizanî ku di civînên kurmancî de, tevî ku rojê saet ji heyşt û nîvan, heta heyştê êvarê em li ser pirsên zimên minaqeşe dikin jî em dîsa nawestin. Ji ber ku divê ev kar bê westan bête domandin.

Mustafa Aydogan: Wê gavê, ez dixwazim li ser rastnivîsandina hoker û rengdêran, yanî adverb û adjektîvan (zerf û sifatan) tiştekî bipirsim. Di vî warê nivîsandinê de, ev wek pirsekê xuya dibe. Yanî hoker û rengdêr di hevokan de tev li hevdu dibin. Ger tu bala xwe bidî du nivîsên cuda, tu ê du awayên cuda bibînî. Tu lê dinihêrî ku di nivîsekê de, hoker cuda hatiye nivîsandin, lê di nivîseke din de bi hevdu re hatiye nivîsandin. Ev ji bo rengdêrê jî her weha ye. Ev herdu nivîsên ku ez behsa wan dikim, dikarin nivîsên eynî mirovî bin jî. Di vî warî de hin qaîde hene. Lê wek her pirsê, em di vê niqteyê de jî guh nadin qaîdeyan. Gava ez dibêjim; “em”, ez xwe jî tê de dihesibinîm.

Maykil Çayit: Ger tu di vî warî de hin nimûneyan bidî, bi a min, dê zelaltir bibe.

Mustafa Aydogan: Bo nimûne: “Ez çayê bi şekir vedixwim” û “Ez çaya bişekir vedixwim”.

Maykil Çayit: Di nimûneya “Ez çayê bi şekir vedixwim” de, “bi şekir” adverbek e û di nimûneya “Ez çaya bişekir vedixwim” de, “bişekir” rengdêrek e.

Mustafa Aydogan: Gava mirov ji aliyê rastnivîsandinê ve lê hûr bibe, gelo divê mirov di nivîsandinê de bi awayekî diyar bike ku ev hoker e û ya din jî rengdêr e, an fonksiyona ku ew di hevokê de dileyize, bi tenê têrê dike û ji ber vê yekê jî ne zêde girîng e?

Maykil Çayit: Bi qasî ku ez dizanim, ez ê di vê nimûneyê de, hokerê wek du peyvên cuda binivîsînim: “bi şekir”. Ez çayê çawa vedixwim? Bi şekir. Lê gava “bi şekir” wek rengdêrekê bê bikaranîn, yanî wek bi tirkî dibêjin “şekerli”, ez ê wê yekê wek peyivekê binivîsînim. “Ez çaya bişekir vedixwim”. Wek “Ez çaya germ vedixwim”.

Mustafa Aydogan: Gava ez nivîsên bi kurdî dixwînim, ez dibînim, du gotin hene ku hem ji aliyê rastnivîsandinê ve û hem jî ji aliyê rêzimanê ve, bi awayên cuda cuda tên nivîsîn. Yek jê “hemû” ye û ya din jî “herkes” e. Ji xwe diyar e ku “hemû” bi hevdu re tê nivîsandin, lê di warê forma lêkerê de, herkes bi awayê xwe dinivîsîne. Lê ji bo gotina “herkes”ê ev problem hem di warê rastnivîsandinê û hem jî di warê rêzimanê de, diyar dibe. Yanî divê em gotina “herkes”ê di hevokan de cuda binivîsînin (her kes) an bi hevdu re (herkes) binivîsînin? Gava “herkes” subjekt be, forma lêkerê dê çawa be?

Maykil Çayit: Ji xwe, wek te jî got, li ser rastnivîsandina peyiva “hemû”yê pirs nîne. Lê li ser forma lêkera ku “hemû” subjekta wê ye û netewandî ye, pirs heye. Bi ya min; peyiva “hemû” an hevmaneya wê “gişk”, peyiveke pirhejmar e. Ji ber vê yekê, di halê netewandî de, divê lêker jî forma xwe li gora pirhejmariya wê werbigire. Bo nimûne; “Hemû wisa dibêjin” lê “Hemûyan wisa got”, ne ku “Hemûyan wisa gotin”.

“Herkes” divê wek peyvekê bête nivîsandin. “Herkes” yekhejmar e. Gava mirov wê wek subjekt bi kar bîne, divê mirov forma lêkerê ji bo subjekta netewandî û li gora yekhejmariya peyiva “herkes”ê biguhêre.

Mustafa Aydogan: Wek tu dizanî, qaîdeya di warê daçekan de heye, ev e: Daçek bi xwe natewe, lê bê pêşiya kîjan navdêrê, wê ditewîne. Lê di nivîsan de, tevliheviyeke mezin heye. Tew di “circumposition”an (di…..de, di…. re û hwd) de, ev pirs hîn bi xurtî derdikeve pêşiya me. Bo nimûne; gelo “Ez destê xwe di dîwêr de didim” an “Ez destê xwe di dîwêr didim” rast e? Herkes çawa fêr bûye, weha dinivîsîne û awayê fêrbûna xwe ji xwe re dike qaîde. Gelo te bi xwe di nivîsên bi kurmancî de, tiştin bi vî rengî tesbît kirine?.
Maykil Çayit: Ev pirs gelek caran ji deverekê heta devereke din tête guhertin. Ji bo radyo, televîzyon û rojnameyan, ez bi giştî dibêjim çend ji me bê, divê em zimanekî standard bi kar bînin. Wek mînak li bakur, Serhed, Qers , Agirî û Rewanê, ji berdêla ku mirov bibêje “di vî bajarî de”, mirov ê bibêje; “vî bajarî de”. “Di” dikeve.

Mustafa Aydogan: Yanî beşê “circumposition”ê yê pêşî dikeve. Lê li hin deveran jî beşê dawiyê nayê bikaranîn. Bo nimûne; ji berdêla “Ez destê xwe di dîwêr de didim”, mirov dibêje; “Ez destê xwe di dîwêr didim”.
Maykil Çayit: Ev weha ye. Ez dibêjim ku ji bo saxlemiya zimên divê ku hemî nivîskar û hemî zarok bêne perwerdekirin da ku ew “Di vî bajarî de” bi kar bînin. Ji ber ku “Di” bi serê xwe bes nîne û “de” jî bi serê xwe bes nîne. Li malê çi bi kar tînin, bila bînin. Lê ji bo zimanê standard, ev ne wisa ye. Ev diyardeya hanê, di hemû zimanan de heye. Bi îngilîzî jî ya ku ez dibêjim, ez nanivîsînim. Ferq di navbera zimanê kolankî û zimanê nivîsîn û xwendinê de heye.

Mustafa Aydogan: Di vî warî de, yek ji wan problemên din jî ev e; navdêra ku bikeve nava “circumposition”ê divê bitewe. Bo nimûne; “di bajar de” ne rast e, lê “di bajêr de” an “di bajarî de” rast e.
Maykil Çayit: Ger em gelek îstisnayan çêbikin, ziman dê dijwartir bibe. Ji ber vê yekê, divê em vê yekê li gora qaîdeyan bi kar bînin.

Mustafa Aydogan: Tu tiştin din hene ku te bi xwe ew tesbît kirine û tu dixwazî bi minasebeta vê suhbetê ji bo xwendevanên Pelînê behs bikî?

Maykil Çayit: Belê, hene. Bo nimûne; mirov hene ku ji berdêla “tiştekî din” dibêjin; “tiştek din”. Ev tesîra tirkî ye. Ji ber ku di tirkî nêr û mê tune ye. Ji ber vê yekê, gelek kurd nizanin, ka di rastiyê de “tişt” nêr e, an mê ye. Ez dibêjim, ev ji bo bi rêkûpêktirkirina zimên ne baş e.

Mustafa Aydogan: Tu dikarî qaîdeya di vî warî de formule bikî?

Maykil Çayit: Bi giştî, ger rengdêrek piştî vê gotinê yanî “tiştek” bê, divê ku “î” bo nêr û “e” bo mê bê nivîsandin. “Tiştek din” çênabe û “gavek din” çênabe. Divê mirov bibêje; “tiştekî din” û “gaveke din”.

Mustafa Aydogan: Mebest ji vê ew e ku divê di atrîbutê de zayenda navdêr diyar be.

Maykil Çayit: Belê. Yanî divê ku kurd êdî wek tirkan nefikire. Bi tirkî nêr û mê tune ye. Eger kurd tirk nebin, divê di vî warî de jî fikirandina wan ji ya tirkan cuda be. Berî heftê û pênc salan an berî sed salan, ev di nav kurdan de tebîî bû. Di nav kurdên Iraqê de, ev tiştê hanê her zindî ye û ergatîv jî her bi awayekî rast û durust bi kar tê.

Mustafa Aydogan: Te got, gava navdêrek bi rengdêrekê ve bête girêdan, divê zayenda wê diyar be. Bo nimûne; “nivîseke baş”, “çavekî xweşik”. Lê ez dibêjim, ne bi tenê bi rengdêran ve, herweha gava navdêrek bi pronav û navdêran jî tê girêdan eynî qaîde derbas dibe.

Maykil Çayit: Belê. “Hevalekî min”, an “hevaleke min”, lê ne “hevalek min”.

Mustafa Aydogan: Wek ku em pê dizanin tu li ser ferhengekê dixebitî. Min bi xwe ferhenga te du sal berê dît. Û di her civînê de, ez hem ji te dipirsim û hem jî dîsa li wê dinihêrim, bê hela ka çi qas fireh bûye. Xuya ye ferhenga te her berfirehtir dibe. Ew qasî berfirehtir dibe ku tu bi xwe jî nema dizanî, bê ew ê kengî biqede. Lê ji bo xwendevanan ev tişt ne diyar e. Ji ber vê yekê, ez dixwazim tu ji bo xwendevanên Pelînê piçekî behsa ferhenga xwe jî bikî. Tu ferhengeke çawa amade dikî? Te kengî dest pê kir? Aniha di kîjan qonaxê de ye? Li gora te gava ev ferheng biqede, dê çi tesîrê li kesên ku bi kurmancî dixwînin û dinivîsînin bike?

Maykil Çayit: Ez nikarim ji niha de bibêjim, ka dê çi tesîra wê çêbibe. Lê ez dixwazim bibêjim, di destpêka hînbûna zimanê kurdî de, ji ber ku ji bo min, kitêbên rast û durust tune bûn, min xwe bi xwe fêrî zimanê kurdî kir. Min dest bi berhevkirina peyivên kurdî kir û ev ji bo hînbûna zimên, wek metodekê bi kar anî. Piştî hingê, min dît ku ev projeyeke hêja ye û çêdibe ku bibe ferhengeke berfireh.

Mustafa Aydogan: Yanî gava ku te dest pê kir, ne bi armanca ku tu ferhengekê amade bikî, lê bi armanca ku tu fêrî kurdî bibî, te dest pê kir.

Maykil Çayit: Belê. Ji ber ku heta hingî bi îngilîzî tişt tune bûn. Ferhengên kurdîrûsî, kurdîfrensî, kurdîerebî, kurdîtirkî hebûn, lê ferhenga kurdîîngilîzî tune bû. Hemî tiştên ku min peyda kirin, min ew bi xwe wergerandin îngilîzî. Min got, heyf e ku bi tenê ez fêde ji van tiştan bibînim. Di wan rojan de, li ser kurdan bi zimanê îngilîzî, gelek kêm tişt hebûn. Lê îro rewş hatiye guhertin. Îro bi îngilîzî gelek tişt hene. Dîsa jî piraniya lêkolînên zimanzanî ên li ser kurdan, ne bi îngilîzî ne. Bi rûsî gelek tiştên hêja hatine weşandin. Bi tirkî jî gelek tiştên girîng hene. Eger yek bixwaze fêrî zimanê kurdî bibe, mirov nikare jê bixwaze ku ew berê fêrî tirkî, erebî, rûsî, frensî û almanî bibe û piştî wê, hînî kurmancî bibe. Beriya bîst salan, rêyeke din tune bû. Vêca min biryar daye ku ez ê hemî lêkolînên xwe bi zimanê xwe, bi zimanê îngilîzî binivîsînim. Ne ku ji ber ji bo min hêsantir e, lê ji ber ku zimanê îngilîzî zimanekî navneteweyî ye. Ji bo ku ez bala dinyayê bikişînim ser kurdan û ser rewşa wan, min biryar da ku ez ê ne bi tenê lêkolînan binivîsînim, ez ê tiştên girîng jî werbigerînim îngilîzî. Ez nikarim rewşa siyasî biguherînim. Ez yek kes im. Ev yek ji qeweta min der e. Lê wek min got, ez dikarim tiştên girîng, çi ji tirkî be, çi jî ji kurdî be, werbigerînim îngilîzî. Ez ê tiştên ku bi awayekî din bi îngilîzî berdest nebin, werbigerînim. Heta dereceyekê min wisa kiriye jî.

Ez hêvîdar im ku ferhenga min hem ji bo hînbûna kurdî û hem jî ji bo dîroka zimanê kurdî, dê bi fêde be. Heta niha, herkes di geliyekî de xebitiye. Ger tu li ferhengên kurdî mêze bikî, tu ê bibînî ku bo nimûne, yek xelkê Qersê ye û bi tenê li ser devokên Serhedan disekine. Yekî din jî li ser devokê Hekariyan. Divê ku di navbera wan de pêywendiyek hebe. Bo nimûne; eger li Qersê filan peyv bi kar tê, divê mirov lê binihêre ka li Mêrdînê, beramberî wê çi bi kar tê. Eger eynî peyiv be, baş e. Lê eger peyiveke din be, kî dê bizanibe? Vêca ger ez peyivên hevme’na wek mînak bidim, gelek girîng e ku mirov bizanibe wek mînak gezî heye, bermalk heye, şicink heye, sivnik heye, kinoşe heye, melkes heye, li Dersimê jî hevlik heye. Hemî bi tirkî; “süpürge” ye.

Ez hêvîdar im ku ferhenga min dê, ji bo avakirina pirên wisa ên di navbera deverên cur bi cur de, bi fêde be.

Mustafa Aydogan: Beriya du salan gava ku tu nuh beşdarî civîna kurmancî bûyî, tu di derheqê ferhengê de çi difikirî? niha piştî du salan, ji aliyê xebata te ya li ser ferhengê çi tesîr li te çêbû?

Maykil Çayit: Ferq ev e: niha civatek heye, grûpeke însanan heye ku ez dikarim bi wan bişêwirim. Heger ez ne piştrast bim, gelo me’naya filan peyivê çi ye, gelo di navbera du peyivên ku ez wek sînonîman werdigirim de, ferq heye, an na, ez dişêwirim. Ji ber ku çê dibe ku ne wisa bin. Mirov hene ku çi bi rêya komputerê, çi bi rêya telefonê, çi rû bi rû ez dikarim bi wan bişêwirim. Vêca karên min êdî bi tenê li ser şirovekirina min namîne. Ez hêvîdar im ku dê projeyeke bi rêkûpêktir be, ji ber ku hemî jêder her ji destpêkê de kifş bûn, min ew eşkere dikirin. Lê niha, ji bilî kitêban, mirovên zindî jî hene ku ez dikarim wan wek jêderan bi kar bînim. Û eger tiştek hebe ku min bi awayekî rast û durust fêm nekiribe, ez dikarim bidim zelalkirin.

Mustafa Aydogan: Gelo tu bi awayekî giştî, li ser xebata kurmancî çi difikirî? Tu dizanî, pirtûka bi navê “Kurmancî” ku ji bîst hejmarên kurmancî pêk hatiye, hat çapkirin û weşandin. Ew ê bikaribe çi tesîrê li kesên kurmancîaxêv bike?

Maykil Çayit: Weleh, ew kitêba hanê dewlemendiya zimanê kurdî derdixîne ortê. Gelek gelek mezin e û cîhê şanaziyê ye. Ez hêvîdar im ku ew kitêb dê gelek kurdan heweskar bike, da ku ew li dapîrên xwe, bapîrên xwe, gundên xwe û parastina xwe vegerin û bo nimûne, bi komkirin an berhevkirina îdyomên kurdî peyivên bi çandiniyê ve girêdayî û hwd ve mijûl bibin. Ez xwe bextewar dizanim ku ez ji bo beşdariya van civînan hatim ezimandin. Ez dibêjim, ji bo dîroka zimanê kurdî, rola wê dê gelek mezin be.

Mustafa Aydogan: Kek Maykil, dil heye ku em gelek tiştan suhbet bikin. Lê suhbeta me hêdî hêdî sînorê kovarekê derbas dike. Ji ber vê yekê, ka em pirsên din jî ji suhbetên din re bihêlin.

Bi hêviya ku suhbeta me bi kêrî xwendevanên Pelînê bê û suhbetên pêşerojê geştir bin…

Maykil Çayit: Ez spasî Pelînê dikim û hêvî dikim ku hejmara kovar û rojnameyên kurmancî li welêt û li Tirkiyeyê zêdetir bibe û kurd li kurmanciya xwe ya şêrîn bêtir bi xwedî derkevin.



Pişka Kurdî ya Dengê Emerîkayê

Her roj: Se’at 16.0017.00 (Greenwich meantime)

(Zivistanî têne guhertin)

Frekansên Havînê:

19.3 Kîlohertz 15525

19.8 15170

25.1 11975

( kovara PELÎNê, hejmara 2yê)