Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] belê belê
2011-04-07 22:20
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Belê Belê

Dema Xwedê evîn afirand zêde alikarî nekir
Dema Xwedê se afirandin zêde alikariya seyan nekir
Dema Xwedê giya afirandin ev ketûber bû
Dema Xwedê nefrîn afirand em bûn xwedî standarteke kêrhatî
Dema Xwedê em afirandin Wî em afirandin
Dema Xwedê meymûn afirand Ew di xewê de bû
Deam Wî zîraf afirand Ew serxweş bû
Dema Wî tevzînok afirandin Ew dewlemend bû
û dema Ew xwekujtin afirand Ew hejar bû.

Dema Wî tu afirandî di nîvînê de veketî
Dizanibû bê ka çi dike
Ew serxweş bû û Ew dewlemend bû
û Wî çiya û behr û agir di heman demê de afirandin

Wî hin şaşi pêk anî
lê belê dema Wî tu afirnadî -di nivînê de veketî-
hemû Pîroziyê Wî yên cîhanî lê vegeriyan

___________

>> Charles Bukowskî

Wergera ji zimanê ingilizî:Ferzan Şêr