Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] Ziman hebûna me ye
2011-04-07 22:59
:: Şîrvan Daş - Elîh
info@kurdigeh.com

>>Şîrvan Daş


Ziman mafekê xwezayî ye, wek şîrê dayikê helal e. Divê tu astengî û qedexekirin li ser zimanekî tunebe. Wek tê zanîn di sala 1990ê de Rêxistina Perwerde, Zanist û çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanên li dinê bigire, ji bo zextên li ser zimanên zikmakî yên hindikahî û gelên bindest bên rakirin û ji bo xurtkirina zimanên li ber mirinê, li dinê 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî îlan kir.

Li gor statîstîkên UNESCOyê li dinê ji 6 hezarî zêdetir ziman hene. Nêzîkî 2500 ziman li ber windabûnê ne. Ji wan zimanê Kurdî tengasiyekê taybetî de ye. gelê Kurd ji zêtirî 30 mîlyon nifûsa xwe heye lê hê jî dewleta Kurdan tûne ye. Ji ber vê sedemê mafên wan, çandan wan, hunerên wan û zimanên wan qedexekiriyê ye. Ji wan herî giring jî qedexekirina zimên e.

Ew dewletên ku Kurdistanê talan dikin, di sedsala 19ê û sedsala 20ê de û heya wan rojên dawiye jî dixwastin Kurdan asîmîle bikin. Ew dewletên emperyalîst hinekê jî gîhiştin armancên xwe.

Tirkiyeya ji avakirina Komarê heya wêga roj bi roj Kurdan asîmîle dike û pêşiyê zimanê kurdî li her derê Kurdistanê qedexe kir. Piştre navên Kurdan, navên Bajar û Navçeyan guhart.

Tirkiya her tişt li gor dile xwe kir lê tenê zimanê kurdan nikaribû asîmile bike. Ji ber vê yekê jî, ji bo asîmîle kirina Kurdî bi dehan proje çêkir.

Tirkiya ji ber çi zêdetir li ser qedexerina zimanî ma?; Dibêjin ku ger hun bixwazin welatekî ava bikin herin zimanê wî welatî ava bikin. Ger hun bixwazin welatekî xirabikin herin zimanê wî welatê xirabikin. Tirkiya ji di çarçoveya vê gotinê de xebat kir û dike.

Ew jî dizanin ku netewek bê ziman çênabe. Netewekê bifikirin dîroka wê heye lê zimanê wê tune ye ji ber vê yekê jî nikare dîroka xwe bi zimanê xwe binivîse û gelo ew dîrok dê ji dewletên emperyalîstan çiqas rast were nivîsandin. Ew dîrok dê roj bi roj winde bibe. Eynî tişt ji bo çand, Huner, wêje..û whd. e.

Her çi qas bi vekirina TRTyê û li hin zanîngehan vekirina beşên Kurdîpolîtîkayên înkarê îflas kirîbe jî, zimanê Kurdî hê jî bi awayeke azad nahê bikaranîn. Lewra, perwerdehiya bi zimanê tirkî ji aliyê rayederên dewletê ve wek xeteke sor a dewletê tê diyarkirin. Zimanê Kurdî di qada perwerdehiyê de hê jî qedexe ye. Girtiyên Kurd, Li dadgehan nikarin xwe bi zimanê re biparêzin. Di doza KCKyê de ji Kurdî re dibêjin “wek zimaneke ku jê nayê fêmkirin.” Di belgeyên fermî de tê qeydkirin.

Di dawiya dawîyê de ji bo pûçkirina polîtîkayên red, İnkar, qedekirin û asîmîlasyonê;
Bi kurdî dipeyîvim, Bi kurdî dixwînim, bi kurdî dinivîsim, bi kurdî difikirim û bi kurdî dijîm.