Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] kulmek xwelî
2011-04-07 23:13
:: Xecê OMERÎ
info@kurdigeh.com
Kulmek xwelî


Ji şevbûhêrk û robûhêrkên lawaz

Ber bi zeviyên komika sêwiyan ve dipengizim

Û pêdihisim…

Piştî te kendaleke dilkêşî!...

Piştî te kulmek xwelî

Ji xewn û xeyalên qir kirî

Bê hemd li birînên xwe diçerixim

Li çûyîna te dilikumim

Di-ingirim…

Bes û temam ji destê vê dema qaşo derman


Xecê omerî 09. 02. 2010