Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çandî] banehên me 3 - dirûn
2011-04-14 00:10
:: Sebrî GUNDIKÎ
info@kurdigeh.com
>> Sebrî Gundikî [Gundik]
___________________________

BANEHÊN ME 3- DİRÛTİNA GİYAYÎ

Li banehan jîyana me piranî li ser heywan xwedî-kirinê bû. Her mal xwedîyê kerîyekê pezî bû. Biharê, havînê û pehîzê heta kanûnê çêrê pezî yê li dinê ve têra wan dikir. Gundîyan ji wî demî(Kanûn ê) û pê ve heywan dihêliştin malê û dêrîyên çilo, heliz an ji yê giyayî divekirin. Heywanên malê sê danan li dûngan diçêrîyan.

Serê biharê herkesê dirûngeha xwe kifş dikir. Çend hejik, dar di nav zevîyande diçandin. Cihê dirûna xwe pawen dikirin. Çi mirovê ev hejik bidîtiya dizanî ev der pawenkirî ye. Heywanên xwe li wir ne diçêrandin.

Baran heta Gulanê jî dibarî û her der ji avê têr dibûn. Dema ko ewrên reş û tarî ji ezmanan diçûn û tavê hedî hêdî dinya germ dikir, tov û rayên giyayan, daran hêdî hêdî hişîn dibûn. Li çîya û banîyên me bi hezaran dexel hişîn dibû. Her yekê rengekê, bêhneka, rewşkê xwe didan nîşan.

Heta bihar pîr dibû(nêzîkî dawîya Gulanê) me jî dest pê dirutina giyayî dikir. Dirungeha me kifş bû. Çend rojan me bi keyf û coşê berhazirîya xwe dikir. Das, tirpan, mevred(mivret), hesan, werîs… hemî berhazir dikirin û xistin di têrikekê de. Têrik, cihor, kurtanên dirûtinê, pînekirin.. hemî dihatin çêkirin. Ji bo mêvan û paleyan heywana ko dê bê ser-jê-kirin jî dihat berhazir kirin.

Dema ew roj dihat em û palên xwe diketin ser rêya dirûngehê. Têt bîra min dema em diçûyin di nêv dirûngehê de Mamê min Ehmed çavên xwe li zevîyê digerand û pêşeka kûr li cigara xwe dida. Bismillahek digot û dest bi dirutinê dikir. Tirpan hingî diçû û dihat çend melokên giyayî li erdê re dirêj dibîn. Mamê min ji bi xemlkê, rasterast tirpan dibir û dianî. Car caran disekinî û bere tirpana xwe mivred dida.Bere jî li pirîzeya xwe dinêrîya. Piyanogek av divexwar û cardî dest bi tirpan-kêşanê dikir. Dema çar, pênç xet dikêşiya tirpan didanî erdê û heta cigara xwe dipêça û pel dikir paleyên veydanê jî giyayên hatî dirotin diveydan û dikirin melûk. Dema paleyan melûk veydidan mamê min cardî dest bi tirpan-kêşandinê dikir.

Min piçekê ji dûr ve li vê menzereyê temaşe dikir. Wekî pale diçûnn bêhn vekirinê em diketin pê çûk û kewan. Wan jî hêdî hêdî dest bi çêkirina hêlînên xwe dikirin. Ji nav gîyadirûnê de giya dibirin û li derên xef hêlînên xwe diraçandin.

Wan roja em ne tenê bûyin li dirûngehan. Gundî hemî dihatin û her der dibû wekî seyrangehan. Dûyê xwarin û çayê diçû ezmanan. Gundîyan hevdû dikerimandin xwarin û vexwarinê. Bistikên goşt û qelîsêl li ser pelan dihat qelandin. Sifreyeka ji goştî, dewî, mastî, kadên sorîyê û penîr…. dihat xemilandin. Mêvan û pale dihatin kerimandin û firavîn bi keyf û coşê dihat xwarin. Piştî firavînê çay dihat vexwarin û herkesan nimêja xwe dikirin û hêdî hêdî berê xwe didan kar û barên xwe.

Dema hemî gîya dihat dirûtin melûk dima cihên xwe. Çimgî hê hişk nebûyîn bihatiyan lêkdan çêdibû kifik bigre an ji birize. Êvarê me barê hesp, hêstirên xwe ji giyasûsê û çilo bar dikir û di êvara honik de me berê dida malê.

Piştî sê, çar heftîyan em diçûyin û me ew melûkên li erdê pî şivgurzan girê dida. Ew melûk dema ji mehekê zêdetir diman li erdê tavê dibir û dibî puşî(Giyayê pir hişk û sivik). Ji ber wê qesê berî mehekê em diçûyin û me melûkên xwe girê didan. Girêdana wan jî ne hêsanîbû. Divê mirov şarza be. An nikare girê bide.


Dema me hemî melûk girê didan me çend hesp an ji hêstir dibirin û pê baran ew qes giya dibir dereka misaîd. Me ew gîya, dikir gidîş an ji dikir dêrî. Dêrî çêkirin jî ne ew qes rihet bû. Ez her tim dibêjim ko dêrî çêkirin hûnerî dixwazi. Yê dêrî çêker divê gelek şarza be û divêt dêrî bi ba, badev, baran û berfê ne keve û av di nêv de neçe. Dema dêrî zivistanê hat vekirin wekî hatî nijilandin welê bidin heywanan.

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Peyvistan: ( Amedekar: Miradê Gundikî)
_____________
Pirîze: Navê cihê peleyekê lê dirûn kirî ye

Melok: Ew koma giyayî ye ko mirov di carekê de dikare bike ber milê xwe.

Gidîş: Koma hemî melokên zevîyekê ye.

Gurz: Melokên hatî girêdan in.

Dêrî: Ew gurz in ko li ser hev hatîne bi cih kirin/nijilandin.