Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çandî] lorîna dayikan - şîrvanok
2011-04-25 12:02
:: Omer ALAN
info@kurdigeh.com
>> Omer Alan [Serhed]

:::::::::::::

ŞÎRVANOK

Ji bo me qonaxa zarokatiyê ji qonaxên din ên jiyana me cuda ye, çimkî buyerên vê demê li ser hemû jiyana me xwedî bandoreke girîng e. Zarokatî, dengên xweş û rengên xwerû li nav xwe de
dihewîne, bi çîrok û lorikan ve xwe dixemilîne.


Her kes li gorî xwe dibe zarok û dîsa li gorî xwe wan demên
dikpaqî û şengiyê dibihurîne, wan bi paş de dihêle. Lê bûyer û
serboriyên zarokatiyê yên ku di serê me de cih girtine, tu carî me
naterikînin.


Em her dem serboriyên xwe ên zarokatiyê di nêv dilê xwe de
dihewînin. Zarokatiya me dibe cih û warê stran, lîstik, serpêhatî
û hemû şengîniyên me. Carinan em ji kesên der û dora xwe re wan
parve dikin û bi vî awayî serdana wan demên xweş dikin.


Em dibêjin ka me çawa ji bostana gulberoj, gundor, zebeş, tirî û
fêkiyên mayîn didizîn û dixwarin. Dîsa em dibêjin çawa me çawa di avên belekiyan da sobanî dikir û em ji sermê diricifîn.


Wek her tiştên din ew serboriyên me jî li gor herêm, dem û
kesayetên cuda diguherin. Lê, her çiqas li gor kes û demê biguhere
jî, tişta ku qet naguhere paq û paqijiya hest û ramanên me ên wê
demê ne.


Bîranînên me ên zarokatiyê kêm zêde di bîra me de dimînin. Lê
belê, stranên ku me di paşla dêya xwe de guhdarî dikir wek
serboriyên zarokatiyê nayê bîra me. Em ji wan stranan re dibêjin
lorîn an jî lorik. Ji ber ku wek zarokeke piçûk em têgihîştî
nînin, em fehm nakin ka em ji çi guhdarî dikin.


Lorîn nîşaneya hezkirina dayîkê ya digel zarokê ye ku jidayikbûnê
heta zarokatiyê didome. Ew navbera dayîk û zarokê pêwendiyeka ji
dengan pêk hatî ava dike.


Meriv dikare loriyan cureyek stranên bi aheng û xweş bihesibîne. Ew
stran bi gelemperî bi zimanekî şîrîn û bi hevokên kurt pêk tên.

Ne mînakeke zêde berçav be jî min ew loriya ji dêya xwe
bihîstibû;


‘’Xwedê! şikur, te daye

Şîrvanokê şîr daye

Paşla qîza mîr daye

Zîpik zîpik xwê daye

Deng lê nekin axa ye

Xew ra nekin paşa ye.’’


Pitik bi loriyan ve pêwendiyê digel dayika xwe çêkirî zêde dike û
bi wî awayî dunyaya dengan, bi taybetyî dengên zimanê dê, dinase.

Zarok dengê dayîka xwe nas dike, loma dengekî nas ve guhdariya
lorikan wî/wê aram û aş dike. Bi wî awayî xew re kirima zarokê
hêsan dibe.


Heman demê de meriv yekemîn perwerdehiya xwe a li ser zimên di
dergûşê de, bi guhdarî kirina wan stranan û dengên der û dora xwe
ve hildide.


Ji xwe, perwerdehiya zarokan a li ser zimanê beyanî de jî
girîngiyeka mezin didin bikaranîna stranan. Ji ber ku zarok bêtir bin
bandora gotinên bi aheng de dimînin.


Lê mixabin, ew xeml û xêza zarokatiya me hêdî hêdî tê ji bîr
kirin. Ne tenê dayîkê kurd lê di heman demê de li hemû cihanê dayîk
êdî kêm caran ji bo zarokên xwe loriyan vedibêjin. Li gor pisporan
ew yeka hin pirsgirêka ji xwe re dîne. Lê zarokên ku lorikan
guhdarî dikin têgîhîştina xwe zûtir temam dikin.


Dawiya dawî, her çi qas lorî di bîranînên me de cih negirin jî
dirûvandina zimanê me de bandora wan heye. Pêwîste ku em wê
bandorê ji bo jibîrnekirina zimanê kurdiyê bikarbînin. Çimkî
zarokên kurd êdî zimanê dêya xwe ve xeber nadin. Ji bo wê jî ger
em hemû lorikan tomar bikin, heta hineka ji bo zarokan beste bikin, da
ku ew wekî berê di nav gel de belaw bibin. Bi wî awayî, dayîk wekî
berê bo dergûşa xwe loriyan vebêjin.