Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] gur û rovî
2011-04-25 14:35
:: Eyup OKUMUŞ
info@kurdigeh.com

:::::::::::::::::::::: GUR Û ROVÎ [çîroka gelêrî/anonîm ::::::::::::::::::::::

Gurek û rovîyek bûne destbirayên hev. Rojekê, gur birçî bû, gote rovî:

GUR: “Ez ê te bixwim “.

ROVÎ: “Mal-ava, ez û tu destbirayên hev in, çawan tu dibejî ez ê te bixwim? “

GUR: “Bira, qet fêde nake, ez ê te bixwim “.

ROVÎ: “Niha, ko ez ji te re tiştekî çêbikim ko tu bi roj herî nav keriyên mih û berxan û kes te nebîne tê min efû bikî?”

GUR: “Heke tu tiştekî wilo ji min re bikî, ez li dinyayê qenciya te ji bîr nakim”.

ROVÎ: “De, bide pey min!”

Gur da pey rovî berê xwe da serê çiyê û bi hewa ket heta ko her du gihane serê çiyê.Hema rovî bi şivên ter ket û ji darê kirin, li ser hev kirine kom.

Paşê dest pê kir û selikek çêkir. Heta gihande nêvî, gote gur;”Bira de were rûne”.Gur jî hat tê de rûnişt û rovî pê ket. Hêdî hêdî devê selikê da hev heta ko devê wê girt û qenc asê kir.Carekê dehfa xwe lê da û di kêş hema wer kir.

Gurê gewir bi selika xwe ve serjêrî nava gundekî bû. Se û zarokên gund li gur hatine hev û gur di selikê de kuştin.
____

Gur: Gurg, gurî


::::::::::::: www.kurdigeh.com ::::::::::