Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar-lêkolîn] Navê "Diyarbekirê" ne "Amed" e
2011-06-07 22:10
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
Ez dirêj nakim û dê bi kurt û kirmancî bibêjim ko ez fêm nakim çira hinek kes ji Diyarbekirê re dibêjin Amed lê yek tenê strana li ser Amedê ya kevin nîne û stranên wek Diyarbekira Xopan, Diyarbekir şewitî, Diyarbekir mala min e ... hene û di ti klasîkên me de navê Amedê nîne lê belê nave Diyarbekirê heye.

Navên “Amîd” û “Amîda” di seyahetnameyên gelek Kevin de hene û “Amed “ her ti caran nîne . Navê Kevin yê Diyarbekirê “Amîd” e û eve ji 400 salan zêde ye ko em ji bajarê xwe “Amîdê” re dibêjin “Diyarbekir”. Me kurdan bi nave “Diyarbekirê” stran gotine, çîrok nivîsandine û eve ji 400 salan zêde ye ko em bajarê xwe bi nave “Diyarbekir” nas dikin.
Tişteka gelekê xerîb e ko şaredariyên Diyarbekirê gelek kitêbên li ser dîroka Diyarbekirê çap kirine û di yek kitêbê tenê de jî nave “Amed” nîne û welê jî ew şaredarî li her deran nave Diyarbekirê wek “Amed” dinivîsînin.

Ez dê hewl bidim di vê gotarê de nîşanî hewe xwendevanên delal bikim ko ji seyahetnameya Evliya Çelebîyî ( 1671 – 1682) hata van salên paşiyê hemî kesan ji Diyarbekirê re gotine “Diyarbekir” û nave “Amed” yê ko di van çend salan de weke alaveka sîyasî tê bi kar anîn “çêkirnokî” ye.

Ji beriya ko ez behsa sefernameyan bikim ko ew behsa “Diyarbekirê” dikin, dixwazim bersiva vê pirsê bidim:

“ Gelo çima tirk ji Diyarbekirê re dibêjin “Diyarbakır” û van salên paşiyê hinek kurd jê re dibêjin ”Amed”

Tirkiyeyê piştî ko komara xwe ava kirin xwestin heyina kurdan qebûl nekin û tiştên kurdan tîne bîra mirovî ber bi tirkîtîyê ve biguherînin.
Dewleta tirkan ji kurdan re gotin hûn tirkên çiyayî ne, dema ko hûn li çiyayan bi ser berfê re bi rê ve diçûyîn pêyên hewe di nêv berfê de diçû û dengên” kart-kurd” derdiêxistin lew hewe ji xwe re gotiye ”kurd” lê hûn jî ”tirk” in.

Her dîsa weke wê nimûneyê Diyar-bekir ji ber ko navekê kurdan e xwestin ber bi tirkîyê ve biguherînin. Di zimanê tirkî de ”diyar” dîsa weke diyara bi kurdîyê ye û ”bekir” di zimanê tirkan de bêraman e ji ber wê yekê li şûna ”bekirê” gotin ”bakır” ko di zimanê tirkî de ”bakır” bi zimanê kurdî ”sirf” e. Bi zimanê kurdî ”Diyarbakır’’ jî dibe ”diyarê sirfan”.

Ez bi xwe kîmyager im û ho baş dizanim ko ”diyarbekir” ne diyarê sirfan e. Bircên Diyarbekirê û dor û pişta wê bi berên(kevirên) ”bazaltî” hatine avakirin. Heke Diyarbekir bi mitayan bihatiya bi navkirin dê ”Dîyarê bazaltan” an jî ”Diyarbazalt” bûya.
Yên ko ”Amîd” kirine ” Amed” û ”Diyarbekir” kuştine weke çawa tirkan ”Diyarbekir” kirine ”Diyarbakır” wan jî bi mêl û mexsedên siyasî kirine ”Amed”.

Yên ko dibêjin ”Amed” dibêjin ko: ” Ji ber ko Amed bajarekê kurdan e û kurd jî nevîyên Medan in ji ber wê yekê Amedîyan ji navê bajarî re gotine ”ya Medan => a Medan=> Amedan => Amed ”.
Ji xwe Diyarbekir bajarekê Kurdistanê ye û ne hewceye ko em bi van leyistokan hewl bidin, îspat bikin ko bajarekê kurdan e û navê ”Amed” ji binî ve xelet e ji ber ko:

1) Hêj împeretoriya ”Medan” neheyî jî bajarê ”Amîd”ê hebû ji ber wê yekê çênabe ko bajarê bi navê ”Amîd” navê împeretoriya ko hingê neheyî li xwe bike.

2) Heke em qebûl bikin ko navê Diyarbekirê Amed e û wê xwe weke ”ya Medan => a Medan=> Amedan => Amed ” bi nav kiriye, dîsa jî ji aliyê gramêrê(rêzimanê) ve navê ”Amed”ê xelet e. Heke li şûna ”bajarê Medan” em bibêjin ”ya Medan” çênabe. Ji ber ko bajar navekê ”nêr” e û divêt em bibêjin ” Yê Medan => Ê Medan => Êmedan => Êmed”.

Piştî van agahîyan ka em li çend seyahetnameyên seyahên(gerokên) ko hatine Diyarbekirê binêrin, ka wan bi kîjan navî behsa Diyarbekirê kirine.

[ Di vê gotarê de ez xwe dispêrim Seyahetnameyên ko M. Şefîk Korkusuzî berhev kirine, her dîsa hêjayê gotinê ye ko ez dê bi xwe hinek nivîsaran ji zimanê Osmanî wergerînim û dê wergera wergerê ya nivîsarên Îtalyanî, Fransî, Farisî .. ji zimanê tirkî bikim]


1) Nasirê Hûsrevî ( SEFERNAME – 1061):

Diyarbekir: nenivîsandiye
Amîd : 2 caran nivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

Nimûne:

“ Min li ti deran qeleyeka weke Amîdê nedîtîye û nebihîstiye û min nebihîstiye ko yekê dî jî ji hinekan bihîstibe ko qeleyeka wek ya Amîdê heye[ rûperê 11ê]”


2) Evliya Çelebî( SEYAHETNAMEYA EVLIYA ÇELEBÎYÎ : 1671-1682) :

Diyarbekir: 83 caran nivîsandiye
Amîd: 6 caran nivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

“ …. Em ketin ser rêya Diyarbekirê ”
“ … Em çûyin Şerbeteynê û ew der jî bi ser axa Diyabekirê ve bû …”
“ … Hazretî Yûnûs Efendî … ji mûsilê hatiye Diyarbekirê û bêyî ko mûcîzeyekê ji Xwedê bixwaze ew anine ser rêya îmanê ..”
[rûperê 1ê]


3) C. Niebuhr ( AGAHIYÊN GERÊ – 1778)

Diyarbekir: 6 caran nivîsandiye
Amîd : 1 carê nivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

Nimûne:

“ Diyarbekir ne navekê gelekê kevn e, hê jî tirk di belgeyên xwe de nave Amîd dinivîsînin[ rûperê 51ê]”

4) John Macdonald Kinneir (ÇÛYINA ASYAYA BIÇÛK; ERMENÎSTAN Û KURDISTANÊ: 1813 – 1814)

Diyarbekir: 6 caran nivîsandiye
Amîd: nenivîsandiye
Amed : nenivîsandiye

5) Heude William ( ÇÛYINA DER Û DORA ÎRANÊ Û HATINA JI HINDISTANÊ HETA INGILÎZÎSTANÊ – 1817 )

Diyarbekir: 2 caran nivîsandiye
Amîd: 2 caran nivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

6) J. S. Buckingham ( GERA LI MEZOPOTAMYAYÊ – 1827)

Diyarbekir: 14 caran nivîsandiye
Amîd: 1 carê nivîsandiye
Amîda: 5 caran nivîsandiye
Amed: nenivîsandiye
“ Dora bajarî hemi kuçên reş in ji ber wê yekê tirk ji vî bajarî re dibêjin Kara Amîd [Amîda Reş … mrd] “

7) J. Lewis Farley ( - 1866)

Diyarbekir: 9 caran nivîsandiye
Amîd: nenivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

8) Scweiger Lerchenfeld ( ROJHILAT – 1891 )

Diyarbekir: 7 caran nivîsandiye
Amîd: nenivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

9) Arif Paşa ( SEYAHETNAMEYA ARIF PAŞAYÎ – 1891 )

Diyarbekir: 26 caran nivîsandiye
Amîd: nenivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

10 ) Dr. Lamecsaad ( 16 SAL DIXTORÎ … - 1890 )
Diyarbekir: 26 caran nivîsandiye
Amîd: 1 carê nivîsandiye
Amed: nenivîsandiye

Nimûne:

“ Diyarbekira ko tirk jê re dibêjin Kara Amîd [ Amîda Reş … mrd] … “

Encam:

Her çi qas mirov nekare bi gotareka rojnameyekê behsa hemîya vê lêkolînê bike jî ji van delîlên ko min nivîsandine eşkera dibe ko nave “Amed” xelet e. Di 28 seyahetnameyên Diyarbekirê yên min xwendî de nave “Amed” ti caran nehatiye nivîsandin. Me kurdan bi sed salan bajarê xwe bi nave Diyarbekir nas kir, me li ser stirhan(stran) gotin, çîrok û efsane çêkirin û ya baş jî ew e ko em dest li nave “Diyarbekir”ê nedin.
_______________________________________

Têbînî: Ev nivîsar li başûrê kurdistanê, di rojnameya EVROyê de, 07.06.2011ê bi tîpên erebî-kurdi weke kunciknivîsa min belav bûye.
________________________________________

:::::::::: keda min ya ji bo vê lêkolînê ji dotmama min Zozan Hawarê re diyarî ye :::::::::::::::