Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] çûyî*
2011-06-23 12:52
:: Şengul OGUR
gernus@msn.com
Bi her çûyinê re ya Çûyî tê û cihê xwe li giyanê me xweş dike

Çû.

Bi carekê re. Wekî ku di vî zeman û mekanî de qet çavên me bi hev neketibin.

Gelo ew çû?

Belê, çû.

Lê bi çûyina xwe re wê xwe li dû xwe hişt!!

Bi çûyina xwe re wê xwe ji min re hişt. Ji wê gava ku ew çûyî û hetan niha di hemû kêlîkên min de ew tim bi min re ye, li ber çavê min e. Ji bo vê jî carinan dibêjim, ‘’baş e ku çû. Bi çûyina xwe re wê xwe diyarî min kir.’’

Çû.

Lê ew di her tiştî de li min vedigere. Bi hemû xweşikahiya xwe ve, bi hemû şêrîniya xwe ve ew di her tiştî de li min vedigere.

Wexta ku tarî dikûmişe li vî bajarî, ew bi tariyê re tê dilê min, li giyana min dikûmişe. Wî çaxî ji tarîtiyê pir hez dikim. Beşişîna li ser lêva wê, çirûskên ku li reşika çavên wê dilîstin, bi carekê re taritiyê dike ronahî. Tarîtî tê bi lêvên wê li min dibişire, tarîtî tê dibe çavên wê û li nava çavên min dinerin.

Çavên wê mezin dibin wê gavê. Dema li ezmên dinerim, ez ji du çavên mezin pê ve tu tiştî nabînim. Stêrikên li ezmên dibine çirûskên ku li reşikên çavên wê ji xwe re dilîzîn.
Çû. Ne ji zû ve ye. Beriya bi gavê ke ye. Lê ew gav li ber çavê min êdî ne gavek lê sal, sedsal, hezarsal in. Ev bi hezaran sal in ku ew li cem min e. Bi çûyina xwe re, her gaveke min kir hezar sal û di her gavê de ew bi min re ye. Heke neçûya ew ê tenê temenekî bi min re bûya. Yanî herî pir wê sih çil salî bi min re bûya. Baş e ku çû. Bi çûyina xwe re wê temenê min kire milyon sal û bi milyonan sal ez û ew em ê bi hev re bin.

Ku neçûya ew ê tenê bi bedena xwe, di bedena xwe de bihata min. Tenê dema ku min li rûyê wê bineriya min ê çavê wê bidîta. Lê niha hemû der çavên wê ne. Çavên wê di ser hemû tiştî re xwe digihînin min.

Mînak, ev zixurê ha yê li biniya wî dîwarî, dibine çavên wê û li min dinerin. Ew şewleya ku li vê parçeya camê dikeve û ditiyise çavên min çavê wê ji min re tînin. Ew mişmişa di destê vê zaroka ha de dibine çavên wê û li çavên min dinerin. Niha çi tişta ku çavên min bi wan dikeve rasterat dibine çavên wê û li nava çavên min dinerin. Bi çûyina wê re çavên wê bi her tiştî ve zeliqîn. Beriya ku biçe min kêm caran dikarî li çavên wê binerim. Niha bi dilê xwe me, bi hezaran caran, di hemû tiştî de dikarim li çavên wê binerim.

Dema ku ew çûyî gelo wê dizanî ku wê xwe daye min?

Heke bizanibûya ku bi çûyina wê re wê xwe daye min wê dîse biçûya gelo?

Ma wê dizanîbû ku niha ew ji bo min di heman demê de li her derê ye?

Wê destê xwe qet neda min. Lê piştî çûyina wê destê wê ji her deverê dirêjî destên min bûn. Niha di vê kulîlka di destê min de destên wê hene. Min bi destê wê re girtiye û di vê kolana ku qet wê neqede de ez û ew ji xwe re dimeşin. Min kulîlka li destê xwe da keçikeke zerik, bi çavên xwe li min beşişî. Min jî bi çavên xwe maçek li rûdêna wê danî û rahişte simîteke bi kuncî. Kunciyên simîtê bi destê min ve bûn. Di her kunciyê de destê wê hebûn. Ji kunciyekê min bi destê wê girt û ez û ew di nav şevê re, di nav baranê re, di nav mij û moranê re, di kaş û kendalan re, di biniya darên berûyan re, di ser gol û bîran re, di ser banên xaniyên kerpîç re ji xwe re hêdî hêdî meşiyan. Hê min simîta xwe neqedandî, zarokek derket pêşiya min. Min li çavên wî nerî, wekî ku ji zaroktiya min pekiya be, min simît da destê wî. Min ew hemêz kir û jê veqetiyam.

Piştre, min ji pelçimek ji darekê kir. Rayên pelçimê bûne destê wê û bi destê min girtin. Min destê bir devê xwe û ji kefa destê wê ew maçî. Kefa destê wê xwêdayî bû. Lê dîse jî hinekî cemidî bû. Wê qet deng nekir. Destê xwe venekişand ji destê min. Di çavê werdekeke di birkê de avjenî dikir li min bişirîn çavên wê. Wî çaxî ez bûm pirtitike ji wê werdekê û bi bi hewa ketim. Sivik bûm.
* * *

Li dû Awirên Çûyiyê.

Dema ku wê awirên xwe bi kûrahiya şevê de berdabûn bi carekê re hilçenî û li reşika çavê min nerî. Min ew awirên wê yên ku di tariyê şevê re daketibûn ronahiya şevên zaroktiyê û bêyî ku haya wê jê hebe li awirên xwe civandibûn, di kûrahiya giyanê xwe de çandibû.
Min awirên xwe dabûn ber hêstirên wê yên ji sedema ku wê ew ronahiya dûr a ku ji demên zarokatiyê winda kiribû ji awirên wê diniqutîn. Helbet wê nedidît dema ku her dilopek ji hêstirên çavên wê li wan awirên min diket bi hezaran gul û beybûnan lê zîl didan. Wê çaxê min dixwest ku bi destê wê bigirim wê bibim nav zeviyên awirên xwe yên bi gul û kulîlkên rengo rengo ve xemilî. Lê herçiqasî wê hay jê çênebûbû jî di awirên wê de awirên zarokatiya wê xwe dabûna der û ew awirên zarokatiya wê bi hezaran awirên ji hezkirinê dagirtî diyarî awirên min kiribûn û awirên min û awirên zarokatiya wê yên ku di biniya awirên mezinbûna wê- yên bi derbên çakûçan ve hatibûn zexmkirin- de xwe dabûne der , bi destên hev girtibûn û bi dizîka xwe ber bi dûrahiya zeviyên bi gul û kulîlkên rengo rengo yên awirên min û wê ve berdabûn.

Ji ber ku ew awirên li pêş ne yên wê bûn, ji ber ku min dizanî ku ew awir bi derbên bi salan li çavên wê hatibûn kutandin, ji ber ku min dizanî ku ew awirên wê yên ku şopên destên dirinde li ser in wê tu carî, erê wê tu carî wan awirên min fêhm nekin; ji ber ku min dizanî dema ku ez jê re bibêjim ku awirên zarokatiya wê hatine di wan awirên wê de xwe dane der û bi destê awirên min girtine û bi hev re xwe bera nav gul û kulîlkên zeviyên awirên min dane, ew ê awireke hişk ji min vede û biçe erza awirên zarokatiya xwe bişkîne, min qet behsa wê hevrevandina awirên me yên bi dizî jê re nekir.

Di wê şeva ku bi baranê dihate şuştin de, hestirên çavên wê hatibûn, awirên wê ji zenga ku ji derbên wî çakûçî lê bûbûn bar şuştibûn û li pişt wê zenga hatî şuştin, awireke wê ya ku temenê wê biqasî çirayeke ku bi vêketinê re hatibû tefandin bû, wekî rojekê li awirên min hilatibû, bi destê min girtibû û dîse bêyî ku haya wê jê hebe me xwe bera nava wê bihuşta ku diya me Hawayê û bavê me Ademî jê hatibû qewirandin, dabû.
Dema ku wê li çavê min nerî bû û fêhm kiribû ku min û awirên zarokatiya wê xwe bera bihuştê daye, wekî ku bibêje, ‘’de hinekî ji xwe re bigerin,’’ beşişîbû û dengê xwe li vê hevrevandina awirên me nekiribû. Lê ev ‘’hinek’’a wê pir ‘’hindik’’ bû û bi carekê re bi destê wê awira zaroktiya xwe girtibû û ew avêtibû girtîgeha jibîrkirinê.

Lê her çi qasî wê rahiştibû bedena wê awira xwe û ew avêtibû wê girtîgehê jî, giyana wê awira wê û awirên min bi dest hev girtibûn û tim li wê bihiştê mabûn.

Erê.

Rast e.

Çû.

Bêyî ku yek awirê jî bide min.

Lê niha, yanî ji wê gava ku çûyî ve, ji wê gava ku bêyî yek awirê bide min û biçe ve, awirên min û awirên wê yên di biniya wê awira mîxkirî de, bi destê hev girtine û pişta xwe dane wê dara qedexe û li hev dinerin.

Ma ew awirnedana wê, wê bikaribe were û wan awirên me yên ku awirên xwe di hev kutane ji hev veqetîne?

Ma wê bikaribe destên wan awirên me ji hev veqetîne?

Dema ku wê ew awira xwe ya ji betonê hişktir kutabû ser wê betona li biniya piyê wê, bêhna nêrgizan xwe di bêvila wê re kiribû û ew piyên wê yê ji wê qundireya ku tê de dihate guvaştin derxistibû û xistibû nav axeke têr rêwa ya ji baraneke Nîsanê mayî. Her çi qasî awirê wê ya çakûçkirî di betona sar de çikiyayî jî bû, awira di biniya awira çakûçkirî de firî bû û xwe li puxteya nêrgizekê danîbû. Dîtina min dîtî ew bû ku me gwîzekên xwe yên di heriya sor çûbûn, di nav kenên şilopilo de li hev dixistin û xeyala xwe di ser qozeqerê re avêtinê dikir.

Ew dereng bi vê gwîzeklihevxistina me û xeyala me ya xwe di ser qozeqerê re avêtinê hisiyabû.

Heya ku ew pê hisiyabû me bi ji zû ve bi gwîzekên xwe yên bi heriya sor, xwe di ser qozeqerê re avêtibû û em gihaştibûn miradên xwe.

Dema ku awira wê pê hisiyabû ku em gihaştine mirada xwe bêyî ku yek gotinê bike, bêyî ku yek awirê bide pişta xwe dabû me û çûbû.

Erê.

Çû.

Bêyî ku yek awirekê jî bide min.

Lê bi çûyina wê re, wê bi hezaran awir diyarî min kirin…

Ji bo van awirên xwe yên ku bêyî dilê xwe, bêyî ku haya wê jê hebe diyarî min kiriye, ez bi hezaran caran ji wê re spasdar im.


Şengul Ogur
______________________

* Çûyî: Ya/yê çûyî