Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çandî] banehên me -4- gêre
2011-06-28 11:43
:: Sebrî GUNDIKÎ
info@kurdigeh.com
Li banehên me carinan tişta herî xweş û car - caran ji tişta herî nexweş gêre bû. Ew dexl an jî giyayê hatî dirûtin me pê hêstiran gêre dikir.

Ew giyayê hatî dirûtin dibîn melok. Dema çend roja, dima bi melokan re baş hişk dibî û ew melok hemî pê şivikan li ser milan an ji pê merşikan dihate lêk dan û dibû gidîş. Gidîş jî nêzîkî bînderê dihat çêkirin. Da ko dema dest bi gêrê dihat kirin, alîyê kêşanê ve zehmet nebe.
Ji pêşîya Gêrê çend rojan me li malê ber-hazirîya xwe dikir. Hêstir, telisên kayê, şûjin û bişûjin, tayê devê telîsan, têrika dexlî, xwarin û vexwarina xwe… Hemî tevahî hazir dikirin.

Sihara em biçin hê tavê nedayî dinyayê me barên hêstirên xwe lê dikir û me berê xwe car dî dida dirûngehê.
Em dihatin ser Kanî Kêvroşkê û me ava xwe didagirt. Dema em digihayin wê derê hedî hêdî tirîjên rojê dida serê Çîyayê Cûdî. Ji berî hemû tiştan bavê min, binê darbengê dikûla û ava me bin-ax dikir. Ew der avreşandî dikir û hinek çiqên benan jî didanî ser wê avê ko da ava me zû germ nebi. Baş bû ko ava me heta êvara derenk ji wekî qeşayê cemidî dima…

Dema me xwe serwext dikir me bi lez û bezê dest pê berhazirîya xwe dikir. Çimkî me dixwest hêj dinya hênik em kar û barê xwe pêk bînin.

Dema me dest bi gêrê dikir tirîjên rojê diavêt ser gulîya karçînên me. Me, lez li gêrê dikir. Me cara pêşî singek diçand û têl an jî hêsinek li wî singî dialand. Hefsarên hêstiran jî bi wî hêsinî ve girê dida. Dema me hemû asê dikir me dest bi gêrê dikir. Me zarokan dest diavêt şivikekê û em diketin pê/pey hêstiran. Wekî gêroseyan* hestir jî li dor wî singî dizivirîn. Bavê min pê sêguhê ew melokên ji ber pêyên hêstira pilate dibûn, careka dî diavêt ber pêyên hêstiran. Hêstiran jî simên** xwe yên hişk di nêv wan melokan de dikir û gîya hûr-hûr dibû. Hêdî-hêdî ev gîya hûr dibî û dibû ka.

Di wê germîya havînê de tozek kesk ji ber pêyên hêstiran dirabû û wê hinga me xwîdan dida laşe me dizûra***. Dasî, toza kayê, xwîdanê û germîya havînê baş li hev dikirin û em difelişandin.

Berîya nîvroyê me gêre diqedant. Dema me xelas dikir em diçûyin ber siha karçînan. Me firavîna xwe dixwar û me nimêja xwe dikir. Dema me bêhna xwe vedikir û dinya jî hênik dibû. Me kurtan û barê hêstiran lê dikirin û hêdî hêdî berê xwe dida Gundikê. Heta rojek dî ka ya me dima di bînderê de. Çimkî kêşan û bi cih kirina wê jî wekî gêrê nehêsan bû….

=>> Sebrî Gundikî, Gundik

::::::::::::::::: peyvistan ::::::::::::::::::::::

*Gêrose: Destar

**Simiç: Pêyê dewaran

***Zûran: Şewitîn, Sotin