Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] gava çûyîyê
2011-06-29 22:59
:: Şengul OGUR
gernus@msn.com

Çû.

Beriya bi gavekê.

Bi gavekê...

Gava xwe ber bi derenceka otobosê ve avêt û çû.

Qet li dû xwe jî nenerî. Pişta xwe da min û çû. Beriya ku destên xwe bide min; beriya ku min hemêz bike; beriya ku xatir ji min bixwaze; beriya ku li çavê min binere; beriya ku bigirî; beriya ku bibeşişe; beriya ku bikene; beriya ku xemgîn bibe; beriya ku têkeve nav xeyalan; beriya ku poşman bibe; bi awayekî ji xwe bawer; wekî ku ez ne li wir bim; wekî ku ez nebim; wekî ku ez ne ti tişt bim; wekî ku wê qet ez nedîtibim; nebihîstibim; nasnekiribim pişta xwe da min û çû.

Ez kevirekî di biniya pêyê wê de bûma wê yê bi heyina wî kevirê biniya pêyê xwe bihisiya, pêyê xwe rakira û li kêvirî bineriya. Yan wê awirine hişk jê vedaya ji bo ku binê piyê wê êşandiye yan jî bi awirine lêborînxwaz wê yê li kêvir bineriya ji bo ku pê lê kiriye û ew êşandiye. Belkî jî da ku fêhm bikira bê yê di biniya pêyê wê de çi ye wê yê pêyê xwe rakira, lê bineriye û piştî dît ku yê di binê pêyê wê de tenê kevirek e, bi awirine wekî ku bibêje, ‘’tenê kevirek e’’ wê yê gava xwe bavêta derenceka otobosê. Lê her bi çi awayî jî bûya, wê yê bi hebûna wî kevirî bihisiya û çawa jî be wê yê bertekek ji hebûna wî kevirê di binê pêyê wê de bû, bidaya.

Lê hebûna min ji bo wê ne biqasî hebûna kevirekî biçûk î di binê piyê wê de ku dikarî hebûna xwe pê bide hîskirin û pê re jî bertekek ji hebûna wî re bidaya jî bûm.

Ez ji bo wê rasterast nebûm û qet nebûbûm.

Ez ji bo wê ne xweyiyê hebûnekê ne jî heyiyekê bûm.

Ne nebûn ne jî neyiyek bûm.

Loma di nebûn û neyiyê de jî, tenê di zimanî de jî be bûyinek veşartî heye. Loma mirov nebûn û neyiyê jî encax di nav hebûn û heyiyê de dikare fêhm bike.

Lê ez di wê de qet nebûbûm heyin û heyiyek.

Di wê de ez ne navek, ne nasnameyek, ne zayendek, ne temenek, ne dengek, ne bêhnek, ne bejnek, ne awirek, ne hêrsek, ne hîsek, ne fikrek, ne xeyalek, ne kenek, ne giriyek, ne hilmek, ne pêjnek, ne şevreşkek, ne xewnerojek, ne xewnek, ne heynek, ne qêrînek, ne velerzînek, ne girnijînek, ne beşişînek, ne qehrek, ne kulek, ne dilek, ne hestiyek, ne goştek, ne revek, ne meşek, ne rawestek bûm.

Ez di wê de qet nebûbûm bûyinek. Wexta ku wê gavê, wê, gava xwe davête derenceke otobosê heke ez bigiriyama, biqêriyama, biqijîyama, biroriyama, binaliyama, bikaliyama, biloriyama jî wê yê qet dengê min nebihîsta.

Wê gavê...

Gava ku wê ew gava xwe davête ser wê derenceka otobêsê hemû şanêyên bedena min xwe li ber çavên wê yeko yeko biteqandana jî wê yê qet dengê wan nebihîsta.

Dema ku gava xwe avêtibû ser wê derenceka otobosê, hemû heyinên di qada heyinê de cemidî bûn. Na, ne cemidî bûn lê hemû heyinên li qada heyinê ji heyina xwe bûbûn. Hemû bi carekê re bi ser oqyanosa neyinê de weşiya bûn. Wê gavê, tenê ew gava wê ya ku ber bi derenceka otobosê ve dirêj dibû, hebû û ew derenceka ku wê ew gava xwe davête ser. Tu tiştekî din jî nebû.

Ez wê gavê li kû bûm?

Min çi dikir? Çi hîs dikir?

Li çi difikirim?

Min çi xeyal dikir?

Ez wê gavê çi bûm?

Di çi rewşê de bûm?

Rengê rûyê min çi bû?

Bejna min çiqas bû?

Çavên min li kû bûn?

Awirên min çi digotin?

Dilê min çawa lê dixist?

Çima lê dixist?

Xwîna min ber bi kû ve diçû?

Çima diçû?

Ezman di çavê min de çi bû?

Deng di guhê min de çi bû?

Peyv çi bûn?

Hest çi bû?

Hezkirin çi bû?

Û..û çûyin çi bû?

Çû.

Beriya bi gavekê.

Bi gavekê çû.

Wê ne li dû xwe nerî. Ne xatireke xwest. Ne destê xwe da min. Ne gotinek kir.
Ew montê wê yê gewr î ku bi pişta wê ve zeliqî bû û dikir parsûyên wê di bin de bel bibin, li ber çavê min bûbû kefenê min û li wê bedena min î ji raketî, qeremşkestî hatibû pêçan. Ew takên pora wê yên reş, yên ku bi ser navmilên wê ve dirêj bûbûn yeko yeko dibûna marên reş î ku li gorî baweriya îslamê di gorê de têne wan kesên gunehkar û xwedênas û dest bi xwarina goştê laşê wan dikin. Ew parsûyên wê, yên ku di biniya montê wê de beloq dibûn, dibûne kêlên gora min û bi tîpên dojehîn bi hezaran caran mirina min lê dihate nivisîn. Ew piştdayina wê piştdayina heyina min a li hebûna min bû.

Wê gavê...

Wê gava ku wê ew gava xwe ber bi derenceka otobosê ve davêt, bi carekê re hebûna min li wir heliyabû, fûriyabû û ji bilî êşa hebûna min î bê şop ti şop jî ji wê hebûna min nemabû.
Ew gav ji gavbûnê derket !!!

Ew gav dirêj bû, fireh bû, bilind bû. Ew gav bû saet, roj, hefte, sal û temenek. Katjimêra min, rûpelên teqwîma min, hemû heyberên rihber û ne riheber tenê di wê gavê de hene. Qada hebûnê tevî hemû hebûnên xwe ji sînorên zemanê bêsînor, xwe ji mekanê bêsînor vekişand û xwe di sînorên wê gavê de, xwe di mekanê wê gavê de bi cih kir.

Her tişt êdî di biniya siya wê gavê de, di biniya bandora wê gavê de ye niha. Ne zemanekî din heye, ne jî mekanekî din. Ne şeveke din heye niha ne jî rojeke din. Ne ezmanekî din heye ne jî heyveke din.

Ne doh heye ne niha ne jî siberoj. Ew gav ne pireke ku nihayê digihîne siberojê ye ne jî parçeyek ji doh e. Ew gaveke ji zemên qutbûyî ye. Ew gav ji mekên qutbûyî ye. Ew gav gava çûyina wê lê dîse jî neçûyinek e. Di cihê xwe de mayinek e. Li wir, di ezmanê zemên û mekên de aliqî mayinek e. Ew gav di çûyinê de neçûyinek e.

Ji mêj ve ye ji wê gavê, ji vê gavê, li wê gavê, li vê gavê dimeyzênim û dimeyzênim.

Şengul Ogur