Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[çîrok] Estrela
2011-07-11 12:03
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Estrela*

Carek ji caran keçeka bi navê Estrela hebû. Gelek û gelek biçûk bû. Tişta ko Estrelayê herî zêde hez jê dikir ne nan, ne teqreqok, ne bedena dêya wê an jî ne stêrk bûn.

Na.

Tişteka ji van hemîyan zêde û wê hez jê dikir hebû:

Gotin.

Pêşiyê elimî ko bi heyranîyê guhdarî li wan kir û paşê bi hestên gelek germ ew keşf kirin û ji ber ko gelek nazik xuya dikirin bi tirsa wan bişkêne, bi hişyarîyê dest bi bilêvkirina wan kir.

Keşf kir ko her bêje hikmê xwe li dinyayê dike. Dema ko digot av, hema bi lez û bezê hindekan av jê re dibir.

Dema ko hindekan ji wê re digotin ez hej te dikim çavên wê ditirisîn û sersînga wê piş dibû. Û pê hesiya ko mirov bi rîtma bêjeyan dinyayê diguherînin. Gotin dikarîn her tiştî bikin. Ew bi hêz bûn.

Rojekê her kesan dest pê kirin û gotin: Wîîî! Estrela çi qas spehî diaxive. Çi qas biçûk e û çi qas gotinan dizane. Ev keçik gelek biaqil e.

Estrelayê kefa destên xwe didanî ber hev û wek herweko pirtûkekê veke, vedikir. Dêya wê jê re digot; ka lê binêre eve kûçikek û bavê wê digot ka lê binêre eve jî gurrek. Paşê digel ko xwendin nedizanî jî dest diavêt rûpelekê rojnameyekê an jî pirtûkekê û ji dêya xwe re çîroka bizina xewn nedidît, ji bavê xwe re çîroka kulindekê çûk tê de û ji xweha xwe re keçika ko bi piskilêtê xwe dewra dinyayê dikir, dixwend û digot.

Hat gotin ko “ Sibeyê dibistan dest pê dikin Estrela tu dê xwendin û nivîsandinê bizanî.” Estrelayê wê şevê hemî gotin daqurtandin û hest kir ko milyonek stêrk di zikê wê de ditirisin.
Lê belê di roja dibistanê dest pê kirî ya pêşiyê de, tişteka ko nedihat hêvîkirin çêbû. Dema ko mamosteyê devê xwe vekir û gotina pêşiyê got, ew gotin ne yek ji gotinên Estrelayê bû. Dema ko mamosteyê bêjeya pêşiyê li ser textereşî nivîsand û bi dengê bilind xwend Estrela pê hesiya ko ew jî ne yek ji gotinên wê bû. Ew gotinên ko mamosteyê ji pirtûkê dixwend jî ne gotinên wê bûn.
Estrela li her derên dibistanê li gotinan geriya lê bi ser ve nebû.

Wek herweko gotinên wê nekaribûn bêne wê derê. Wek herweko divîya ew gotinên ko wê daqurtandibûn li derveyê bimayan. Herweko wê dikarî biçe hundirî lê gotinan nedikarîn.
Bi vî awayî Estrela elimî ko divîya wê gotinên xwe biveşartiyan. Gotinên zimanê xwe ...

Ji xwe tişta ko pêşiyê ew fêr bû, ev tişt bû.

Di roja pêşiyê ya dibistanê de Estrelayê qet devê xwe venekir.

Di wê şevê de hemî gotinên Estrelayê wek belbelîtanikan/pînpinîkan di zikê wê de çûn û hatin. Û dema ko raza/nivist dît ko bi hezaran belbelîtank ji devê wê firîn û çûn.

Roja piştre Estrelayê çawa ko da ji deriyê dibistanê ve wek belbelîtaneka keskesorî ji devê xwe berde çend gotin qêrîya. Û hingê bi tîketîka kenî hesîya. Pêşiyê bi dengê nifs.

Dema ko bi çend bêje dî qêrîya vê carê tîqotîqên kenî zêde bûn û pê hesiya ko li wê dikenin.
Li bêjeyên wê dikenîyan, wê baş nezanî ji ber çi ye û digel wê yekê jî Estrelayê hindekê fedî kir. Di emrê xwe de cara pêşiyê ji bêje û zimanê xwe fedî kir.

Û ha hingê zanî.

Ha hingê ferq kir ka ji ber çi hindek mirov ji gotin û zimanê xwe fedî dikin: Ji ber ko ji roja pêşiyê ve tişta fêrî wan hatîbû kirin ew bû. Ev jî dersa fêrî bûyî ya didoyê bû: ji zimanê xwe fedîkirin.
_______________________________________

*stêrk
_______________________________________

Wergerandina ji zimanê galisyanî ya ji bo zimanê tirkî: Îrfan Guler

Wergerandina ji zimanê tirkî ji bo zimanê kurdî: Miradê Gundikî
________________________________________
Têbînî: Sêçu Sendeyî ev çîroka xwe di sala 2010ê de li Diyarbekirê. Di konferansa ko weşanxaneya Avestayê ji bo danasîna kitêba Sêçu Sendeyî " Ez di xewnan de jî zimanê xwe ji bîr nakim" amade kirî de xwendibû.