Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[ziman] sibe ne pêşeroj e lê paşeroj e ?
2011-07-12 23:07
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
________________________________________

Beriya ko ez behsa pêşeroj û paşerojê bikim divêt ho eşkerayî çend tiştekê li ber çavê me zelal bikim.

**

yek:

Ti caran mirov ber bi wextekê ve naçe an jî jê bi dûr nakeve. Wext( siet, roj, meh, sal, sedsal...) bi xwe tê û diçe.

Ka em bi hev re li çend komekan binêrin:

” Hey zalimo!! Roja te jî dê » bê « ”
( Roja zalimî dê » bê « lê ne zalim dê biçe roja xwe )

” Dema ko Roja Qiyametê » hat « hemî mirî dê vejîn ”
( Roja Qiyametê dê » bê « û em naçine wê rojê )

” Axxx ax hey gidî ciwaniyê, hemî salên çûyîn ji kîsê min » çûn « ”
( Salên ciwaniyê ji kîsê me » diçe « lê em jê naborîn )

**

Dido :

Wext ne rêyek e ko mirov bi wê rêyê ve biçe an jî li ser bimeşe. Ne cihek e ko li pêşiya mirovan, li paşiya wan, li rexa wan, li ser serê wan an jî li bin pêyên wan be.

Lê belê:


» Wext dikare li pêşiya wextekê dî be an jî li paşiya wî wextî be.«


Ji bo nimûne:

Duhî/doh li pêşiya îro/evro bû, pêr ji pêşiya duhî çû, bertira pêr ji pêşiya pêr çû, bertira bertira pêr ji pêşiya bertira pêr çû ....

Yanî navê roja » pêşiya « îroyê duhî ye. Navê roja pêşiya duhîyê pêr e ...

Her dîsa:

Piştî ko îroyê dest pê kir, paşiya 24 seetan sibe
(sibehî) dest pê dike. » Paşiya « îroyê sibe dest pê dike û roja li paş sibeyê dusibe ye, roja li paş dusibeyê sêsibe ye ...

Ji ber vê yekê gelek di cih de ye ko mirov ji bo roja ji pêşiya Îroyê ( Îro: roja ko em niho dijîn ) bibêje : » pêşeroj « û ji bo roja paşi îroyê jî bibêje » paşeroj «

**

” Pêşiyên me ”

Em ji bo bapîr û dapîrên xwe yanî ji bo wan mirovên ko di wextê ji pêşiya me de jiyane dibêjin

” pêşiyên me ” lê heke em ji bo wan rojên ko ew tê de jiyane nebêjin ”pêşeroj” ka gelo rast e em ji wan re bibêjin pêşiyên me?

Heke ew ji pêşiya me hatibin ser dinyayê rojên ko ew tê de jiyane jî ji pêşiya me hatine û çûne.

Her dîsa ew kesên ko ji bo mezinên xwe yên ji beriya sedsalan dibêjin ”pêşiyên me” ji bo nevî û nevîçîçirikên xwe jî dibêjin ”pêşiyên me, pêşerojên me(?)”

**

” Paşê ”

Em her car dikarin ji bo wextê piştî niho bibêjin paşê.

Ji bo nimûne:

[ Em bibêjin Bila Xezal biçe Gundikê û bila Delal bixwaze di dî ya roja piştî çûyina Xezalê de biçe, gelo ev axaftina li jêrê dê rast be? ]

- Delal ! Ez ê biçime Gundikê ka tu jî bi min re nayê ?

- No Xezal ka tu here, Ez ê » paşê « bêm.
Delalê ji bo paşiya rojekê got “ paşê” û negot “pêşê” heke ji bo salekê bigotiya dê bigotiya » paşiya « salekê. Heke behsa saleka borî bikiriya dê bigotiya » pêşiya salekê.«

**

“ Kêrî paşî û paşerojan nayê”

Li Botan dêya min da ko bibêje hizira(fikira) rojên xwe yên bê jî bike( Teserûfê bike).
Dibêje:

- Kurê min hizira “paşeroja xwe” jî bike. ( Li paşeroja xwe jî bifikire )
Her dîsa li Botan gotineka pêşiyan heye.
Holê( bi vî awayî) ye:

“ Golika wê dayê[golika wê dayikê]
Jê re nemezîxe( nedagire) kadînên kayê
Kêrî ti paşî û >> paşerojan << nayê “
[ Yanî yên ko dayika wan ne baş be ew bi xwe jî nebaş in ( bi taybetî ji bo keçan tête gotin) ]

**

“ Paşîv “

Em ji bo wextê xwarinê( danê xwarinê) yê >> paş şîvê << dibêjin >> paşîv << her dîsa heke wextê piştî şîve bi awayê pêşeseet, pêşeroj, pêşesal bûya ji bo wextê paş-şîvê me dê bigotiya pêşeşîv, pêşîv lê em dibêjin paşîv û gotina paşîv wek kuçê giran ji cih naqeliqe(nalive).

**

Nimûneyeka bi kar anîna xelet ya gotina
“ Di pêş de”yê


Gelekê caran ez ji hevalên xwe yên zimanzan û nivîskar jî dibihîsim ko ( ji bo nimûne) dibêjin:

” Mirad em dê di pêş de vêk re( bi hev re) biçin ser Bircên Diyarbekirê”

Lê belê ew dixwaze bibêje ko:

” Mirad em dê paşê vêk re biçin ser Bircên Diyarbekirê”

Gelo ji ber çi dibêjin ” di pêş de”

Tirk da ko bibêjin paşê dibêjin ”ileride” û heke em wê gotina ”ileride” rast û rast wergerinin kurdiyê holê( bi vî awayî) ye: ” di pêş de”.

Ji bo nimûne da ko tirkek bi zimanê xwe bibêje:

» Di pêş de « Bircên Diyarbekirê hene”
Ho dibêje:

” » İleride « Diyarbakır Surları var”
Û da ko bibêjin ” » Paşê « em dê vêk re biçin ser bircan”

Ho dibêjin: ” » İleride « beraber surlara çıkacağız ”

Tirkekîaxêvek dikare bi zimanê tirkî ji bo gotinên » paşê û di pêş de « bibêje » ileride « lê ji bo kurdîyê ew du gotinên cida ne û heke hinek ji hevalên me ji xeleteyî ve ji bo gotina » paşê « bibêjin »di pêş de«, » paşerojên me nabin pêşeroj « û hêj em tê de nejiyayîn me nenîyet e em bihêlin yek roj jî ji me bibore...

**


Nivîskar û edîtorê kurd Sidqî Hirorîyî di nivîsareka xwe ya di malpera Nefelê de, di derheqê Paşeroj û pêşerojê de van delîlan rêz dike:

**
Feqiyê Teyran di malika 223-yê ya »Şêxê Sen"an« de ya ji berhevkirina Rudenko ya ko Memo Yetkînî wergerandiye bo tîpên latînî û »Roja Nû« di 1986-ê de li Stokholmê weşandiye, dibêje:

Dê aşiqan meylek hebî
Guhdarê mehbûba xwe bî
Qet hayî ji paşrojê nebî
Li intîzara weslet

Qenatê Kurdo di pirtûka xwe ya gramerê de wextî wisa dabeş dike:

Wextê bihirî, berê
Wextê niha
Wextê wê bê (paşwext)

Kamuran Bedirxanî di rûpela 39-ê de, di pirtûka xwe »Turkçe izahli Kürtçe Gramer« de »dema paşî« bo »paşerojê« bi kar aniye.

Herwiha Celadet Alî Bedir-Xanî jî di ferhenga xwe ya kurdî–fransî de, ko hêj çap nebûye, bêjeyên »paşroj« û »paşrojî« bi kar anîne û bêjeya »pêşeroj« di ferhenga wî de nîne.

paşroj, f. : économies, f.pl. ; pécule, f.
paşrojî, f. : économie, f. ; paş rojî kirin, économiser.

miradgundiki@gmail.com

::::::::::::::::::.. Bi hêvîya PAŞEROJên xweş ..::::::::::::::::::::::::::

Miradê Gundikî

Têbînî: Ev nivîsar di hejmara yekê ya kovara WENDAyê de belav bûye.