Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] bihayê zimanê kurdî zêde dibe
2011-07-23 23:00
:: Gêko Aydinkaya
g.aydinkaya@gmail.com
Li gor zanîna ekonomiyê (aborîyê) çi qas mal û milkekê pir be bihayê wê jî ew qasê kêm e û çi qas milkekê kêm be jî bihayê wê ew qasê zêde dibe.

Îro jî em dibînin ko miroven bi kurdî dizanin( yên ku bi kurdî difikirin, dinivîsînin û dixwînin) pir hindik in , di heman demê de televîzyonên kurdî , rojnameyên bi kurdî malperên bi kurdî û hwd… , her diçe hêjmarên wan zêde dibin û bi otomatîkî bihayên keda van mirovan jî zêde dibe.

Ji bo mînak çend meh berê ciwanên kurdên fransayê kanalek bi navê Azadnews ava kirin (anka weşana xwe li ser facebookê dike) Da ko derdê xwe bi zimanê fransî bigihêjîne fransiyan...

Ez jî tevlê wê komê bûm. Di nav vê komê de bi tenê ez kurdiyê baş dizanim ji ber wê yekê jî hîn xebata vê komê muhtaca min in .

Berê zimanê kurdî zimanê gundiyan bû lê îrô ez dibînim ko yên ko bi kurdî difikirin, dinivisînin û dixwînin bi gelemperî însanên xwendî û zana ne. Ji ber vê yekê zimanê kurdî hêdî hêdî dibe zimanê rewşenbîr û ronakbîran.

Li gor min ev tişteka baş e ji ber ko însanek waxta ko bixwaze xwe zana bide xûyakirin bi mecbûrî xwe fêrî wî zimanê pesindanê dike.
:::::::::::::::::::

Gêko Aydinkaya