Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] Efareya Werzeke Biyan
2010-12-29 19:57
:: Xecê OMERÎ
info@kurdigeh.com
Radestȋ efsûna peyvê dibim
Bi cizbê dikeve pênûsa min
Û sev perda rû yê xwe diçirȋne
Nepeniyên ji sedsala bȋsta mayȋ
Kirasên li xwe şelandin
Û bû qajewaja canên ku li kolanan
Şopa qesasên xwe dişopȋnin
Çîrokên diltezîn
Mikurhatin ên erjeng
Û rika sedsalan dengvedide
Di vê şevbêrka
“Bira bira ye bazar li dera ha ye” de
Xwîn li erdê mayî !
Dilopek nizilî jerxana biratîyê
Û li bira zoma peregende
Tovên tolê aj dide…
Ew efare ya werzeke biyanin
Bi xewn û xeyalên dagirkiri
Bi mejîyekî tîştîşî
Li rawestgeha bê nasnameyan bênavin

>> Xecê Omerî, Nisêbîn, 2011
____


Pênivîsa:
Jin û wek jinîtiya xwe nazelîn.
Pênivîsa:
Kurd û wek kurdîtiya xwe xwedanesil.
û
Pênivîsa:
Ciwan û wek ciwaniya xwe zindî...

Xecê Omerî, bi pêlên hestên helbestî, pêlan li xwîna di demarê kurdîyê de dide...

Tu li ser xêrê hatî Kurdîgehê..