Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[nivîsar] çepgirî û rastgirîya di zimanî de
2011-08-04 14:40
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Zimanê zikmakî; ew ziman e ku dema mirovek ji dayikê dibe, wî zimanî dibihîse lewra jî di navbera du salan de hewl dide ku pê biaxive. Bi awayekê xwezayî ye ku her mirov ji bav û kalên xwe zimanekê distîne û wî zimanî dide paşeroja xwe.

Ev ziman ger ji bona mirovan mîna sipartekekê be an jî ger ji bona tinêtiya wan be her tim cihek sereke digire. Ev taybetmendiyên zimanê zikmakî û giringiya wî nîşan dide.

Ziman mîna çetelekê bêguneh e. Tenê di jiyana rojane de ji bo têkilî û peywendiyan dibe arîkar. Ger ev çetel dema meriv xwarinê dixwe devê mirovan biêşîne sedema vê yekê ne çetel e, mirov bi xwe ye. Ji bona wê jî pêwîst e ku mirov bi hişmendiyê zimanî kar biîne û wî biparêze.

Wekî ku tê zanîn şoreşa zimanê tirkî di 12’ê Tîrmeha sala 1932yê de pêk hat, biryarek hat standin ku peyv û gotinên erebî, farisî û kurdî neyên bikaranîn. Lê belê kesên zimanzan pêwîst e bi zaniban, ziman xwezayî ye û mirov weke daxwaziya xwe nikare biguherîne.

Ev biryareke pir xelet bû.

Vê biryarê birînên mezin li ser zimanê tirkî vekir û ew birîn heta niha jî nehatine girtin. Salên 1970-80’an de rewşa siyasî bandor li ser zimanî jî kir û ziman bû du serî. Kesên çepgir, peyvên kevin (kurdî, erebî, farisî) bi kar ne anîn; kesên rastgir jî li ser wan peyvan hetedar bûn. Ev rewş heta îro jî didome û ziman pir xirabûye. Di Tirkî ya îro de ji her deh peyvan şeş peyv ne tirkî ne. Li gor rewşa teknolojî û guhartina cîhanê ji zimanên din (fransî, ingilîzî hwd.) gelek peyv, gotin û rêbazên rêzimanan tevlî zimanê tirkî bûye.

Zimanê kurdî; ger bi zagonên nijadperstî, ger jî ji ber bêbaldariyê bi paş ve maye. Di salên dawî de lêkolînên li ser zimanî hatîn çêkirin pirsgirek jî derxistine holê. Sedema vê jî ew e ku kesên zimanî baş nas nakin biryarên di derbarê zimanî de didin. Îro di gelek kovar, rojname, malper hwd. de gelek kes bi zimanê kurdî dinivîsin. Lê belê dema mirov bala xwe diditê gelek xeletiyan di nivîsarên wan de dibînin. Sedema vê jî nezanîn e. Ew kesên xwediyên van nivîsaran ji hişmendiya ziman dûrin.

Ev pisrsgirêka xeter e.

Ev xeletî dê zimanê kurdî bike di rewşa zimanê tirkî de. Hinek nivîskarên li ser bîrdoziya rastgiriyê peyvên erebî û farisî kar diînin. Ev xeletiyeke mezin e. Ziman ne lîstoka zarokan e!

Ez dixwazim mînakekê ji van nivîsaran bidim: ‘‘Bêguman mefhûma miletbûna him ji alî dînî ve, him jî alî etnîkî…’’ di vê hevokê de li ber çavan e ku peyvên biyanî ji peyvên kurdî zêdetir in. Dibe ku du sedemên van xeletiyan hebe; yan xwediyê vê nivîsarê kurdî baş nizane yan jî ji ber fikr û ramanên xwe wisa nivîsandiye.
Bersiv: sedem, sedema duyem e. Ji ber ku kesek bikare li ser zimanî biaxive pêwîst e zana be. Kesek zana jî ji xeletiyên xwe berpirsiyare.

Zimanê kurdî, niha mîna zarokekê ye, mirov çawa wî mezin bike, çawa fêrî tiştan bike wê bi wî awayî derbasî paşeroja xwe bibe. Pêwîst e her kesek hişmendiya zimanî bizane û wisa tev bigere. Ger dijî vê rewşê nivîskarên Kurd binvîse, kurdî jî wê mîna zimanê tirkî bikeve rewşeke nebaş de. Ev banga min ji tevahî nivîskar û rewşenbîrên Kurd re ye..


ÎHSAN YALIN