Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] seyrana min î
2011-08-04 15:25
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
Hingavtina bi tiliyên te, dîlan û reqsa min e
tewafa tenikiya du lêvên te,
peyala serxweşî û heca min e,
te çi agir berdaye tirafa
hestên min yên kerixî.


Ez ê vê êvarê ..
çi bibêjim çavên xwe
yên ku ji gera li te nawestin?
Nizanim kê nehişt çavan têr bikim, nizanim?

Dibe ku ez ji te têr nebim ?!
tenê dizanim ku ez ji te hez dikim
ji te bi tenê

bi dilê min e…

ku bajarekî bi jinan û mêran ve
û zarokên wan
diyarî te bikim.


Zanibe tu,di kolan û sikakên mêjiyê min de
tovê evîniyê li laşê min yê şor belav dikî.

Ji sînga min derkeve
û were li hemberî min
hema bîstekê tenê raweste.



Dibe ku carekê çavan têr bikim.

Min çendî dixwest xwêya dendikan
ji du lêvên te bi maça yekemîn re zuha kiriba
û min xwe ji tîna te azad kiriba
û tu jî azad bûba.

Bila êdî kenê te bi firê ketiba
û meşka ezman
ji hev belav kiriba,
û ez jî mija lêvên te
bi tayê ketiba.

______________________________

Şêro Dalînî

sherodalinimuzik@hotmail.com