Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[lêkolîn] Ehmedê Xanî û giringîya Botanê û Cizîrê
2011-08-16 10:55
:: Eyup OKUMUŞ
info@kurdigeh.com
Ehmedê xanî di sala 1651’ê da hatîye dinê. Wî , di “Mem û Zîn”ê da, dîroka hatina xwe ya dinê weha nivîsîye:

“ Lewra ku dema ji xeybê fek bû
tarîx-i hezar û şêst û yek bû”.

Ev herdu malik,*(1) bi kurdîya xwerû weha ne:

“Lewra dema ji nedîyarîyê qut bû
tarîx hezar û şêst û yek bû”.

Dîroka 1061’ê ya ku Xanî li vir nivîsîye, dîroka Hîcrî ye. Ew dîrok li gora dîroka Mîladî, dîbe 1651.

Hin nivîskar û lêkolînêrên Kurd nivîsîne ku, tarîxa 1061’ê li gora tarîxa Mîladî dibe 1650. Wisa tê zanîn ku di hesabkirina her du tarîxan da şaşîyek hatîye kirin û ji ber wê şaşiyê ew tarîx ji alîye hin nivîskar û lêgaran ve wisa hatîye qebulkirin û wisa hatîye nivîsîn. Li gora serçavîyên rast ên ku ji alîye pisporan ve hatine nivîsîn , serê sala Hîcrî ya 1061’ê, rastê 25’ê meha 12’an a sala 1650’yê Mîladî hatîye û ew roj roja yekşemê bûye. Bi peyveka dî, roja 1’ê meha Muherremê ya sala 1061’ê Hîcrî, rastê roja yekşêmê ya 25’ê Kanuna Pêşîn a sala 1650’yê Mîladî hatîye. Li gora vî hesabî û li gor van tarîxan; yazde meh û sê hefteyên dî , ketina sala 1651’ê Mîladî.

Ehmedê Xanî nedaye zanîn ku ew di kîjan roja kîjan meha 1061’ê da hatîye dinê; wî tenê sala hatine xwe ya dinê nivîsîye, ku ew jî sala 1061’ê Hîcrî ye. Li gora ku wî tenê sala hatina xwe ya dinê daye zanîn û 11 meh û 3 hefteyên wê salê jî ketina sala 1651’ê Mîladî, em dikarin hema qutûbirr bêjin ku ew , di sala 1651’ê Mîladî da hatîye dinê.

Ehmedê Xanî li bajarê Colemergê (bajarê Mîrîtîya Hekarîyan) di gundê Xanî da ji dayik bûye. Navê bavê wî Îlyas e. Û gorî hin rîwayetan, ji eşîra Xanîyan e. Navê "Xanî" him navê dêya Şêx Ehmedê Xanî ye, him jî navê gund û eşîra wî ye.
Di vê derbarê da ne kifş e ku navê "xanî" ji ku hatîye. Ehmedê Xanî di 14 salîya xwe da dest bi nivîsînê kirîye .Nivîskar û hozanekî ew qas zana û xwedîyê qelemeka berdar,*(2) bê guman ji qelama wî gelek rûmetbilind derketine. Lê belê gelek mixabin ku piranîya eserên wî ferhenga wî ya Erebî-Kurdî ya bi navê “Nûbuhara biçûkan”, “Eqîda îmanê” û destana neteweyî ya Kurdî “Mem û Zîn”ê, tiştekî dî ji eserên wî nehatîye parastin û negîhaye dema me, neketîye destê me. Xanî di 14 salî da berhema xwe ya "Mem û Zîn"ê nivisandîye û di navbera 30 salî da ev berhem qedandîye. Xanî wexta ku "Mem û Zîn" tam amade kirîye emrê wî bûye 44. Tê zanîn ku her mirov di warê wêjeyî û çandî da di bin bandora kesatîyên mezin da mane û ji vir şûnda jî bê guman wê bê mayîn. Şêx Ehmedê Xanî di bin bandora "Elî Herîrî, Feqêyê Teyran û Meleyê Cizîrî" da maye. Çawa ku Şêx Ehmedê Xanî di bin bandora kesayetên mezin da maye, ew qas jî bandora wî li ser kesayetên mezin û Alimên mezin çêbûye. Wek mînak "Müceddîdê sedsala bistan" Bedîuzzeman Saîdê Kurdî di bin bandora Şêx Ehmedê Xanî da maye. Bedîuzzeman rojek çûye li ser goristana Ehmedê Xanî û li wê derê wûsa gotîye: Şêx Ehmedê Xanî mamostê min ê manevî ye.
Jîyana Şêx Ehmedê Xanî d i nav perwerdehîyê da derbas bûye. Wî li her derên Kurdistanê da, li medreseyan xwendîye . Di alîyên din da Şêx Ehmedê Xanî ji bona perwerdehîya zarokên Kurdan medrese vekirîye û li wir ders daye zarokan. Di medresa Şêx Ehmedê Xanî da ne tenê dersên Olî , dersên zanyarî jî dihatin xwendin. Şêx Ehmedê Xanî di medresa xwe da dersên "Felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî û astronomî dida. Helbestvanên bi nav û deng Îsmaîlê Bazidî (1654-1709) li medresa Şêx Ehmedê Xanî li ber Xanî xwendiye.


»Şêx Ehmedê Xanî kesayetek piralî bû. Û li ser mijarên civakî û ramyarî sekinîye.
Ew her dem li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgara Kurd sekinîye. Û di berhema xwe da wusa nîşanê me dide:


"Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet
Teshîlê dikir me îlm û hîkmet"


Wexta ku li ser vê çarînê em bisekinin, em dikarin di derbarê wateya wî da vana bibêjin: Eger ku pevçûn di navbera m e da tuneba, îttîfaq nava me da hebana, wê me olî û dewletî îkmal bikirana.
Jîyana Şêx Ehmedê Xanî di nava têkoşînek dijwar da derbas bû. Ji bona azadî û xelasîya gelê Kurdistanê pir xebitî, pir westiya. Xanî sal 1707 da li bajarê Agirî, navçeya Doxûbeyazıt (bazîd) da wefat kir. Goristana wî ji bo gelê Kurd zîyaret e. Gelê Kurd her dem diçin ser goristana wî, jê ra fatîha dixwînin. "Ruhê wî şad be. Cîye wî bihuşt be."


Dema mirov “Mem û Zîn”ê dixwîne û bi baldarî lê difikire, mirov dibîne ku Xanîyê nemir giringîyeka mezin daye herêma Botan û bajarê Cizîrê. Ev ji nîşan dide ku Xanî xwestîye salixê dewleteka Kurd a xweser û civateka Kurd a pêşketî û dînamîk û geş bide. Ji bo salixdaneka wisa jî Botan herêmeka îdeal bûye, Cizîr jî bajarekî îdeal bûye. Lewra di Kurdistanê da Botan herêmeka gelek giring e. Ji ber ku Botan hema hema di nîveka Kurdistanê da cî digire, ji te’sîra çandeya Tirkan û Eceman û Ereban dûr maye; rengê xwe neteweyî û rûyê xwe yê Kurdîtîyê parastîye; xasma li hevberê wêrankarîya her du dewletên zordest yanî Osmanîyan û dewleta Eceman, karîye li ser lingan bimîne û karîye digel xwe pênasî û çandeya Kurdî jî li ser lingan bihêle.

Botan ne ku tenê herêmeka Kurdistanê bûye, lê di eynê demê da dewleteka Kurd buye jî. Cizîr ji hem serbajarê wê dewletê bûye, hem ji ji bo herêma Botan merkezeka îdarî û abûrî û çandeyî ya gelek giring bûye; bi wî awayî , ji bo Kurdistanê gişt giringîya wê hebûye. Hukumdarê dewleta Botan jî bi dewlemendîya xwe, bi gewretî û şîyana xwe di Kurdistanê da nav û deng daye û bi navê “Mîrê Botan” hatîye naskirin.

Ji ber van semedan, Botan û Cizîr û Mîrê Botan di nava Kurdan da bûne sê nîşan, bûne sê sembol û hem di folklora Kurdî da, hem jî di edebîyata Kurdî ya klasîk da ci girtine. Gelek çîrokên Kurdî yên gelî hene ku di wan da qala Botan û Mîrê Botan tê dayin. Bi vî awayî, em dikarin bi hêsanî bêjin ku Botan, ne ku tenê hêleka Kurdistanê û dewleteka Kurd bûye; lê her weha, ji bo çande û folklora Kurdî jî kaneka giring û serçavîyeka têr bereket bûye.

Dîsa ji ber van semedan, hin hozanên Kurd ên berîn jî di helbestên xwe da cî dane Botan û Cizîrê û Mîrê Botan. Mesela, hozanê Kurd ê nemir Melayê Cizîr î di helbesteka xwe da weha gotîye:

“Ez gula baxçeyê Îrema Botan im
Ez şevçiraya şeva Kurdistan im”.*(3)

Wek ku tê zanîn Îrem navê baxçeyakî efsaneyî ye, ku bûye nîşan sembol ji bo xweşbûna cîyan. Melayê Cizîrî, di wê helbesta xwe da yan Botan şibandîye baxçeyê îremê yan jî bajarê Cizîrê şibandîye îremê ye, “ez gula wî baxçeyî me” yan “Bajarê Cizîrê ku di hêla Botan da wek baxçeyê îremê ye, ez gula wî baxçeyî me”.


*(1) Malik: Rêzeka helbestek yan jî rêzeka pirtukeka helbestî ; ‘mısra’
*(2)Berdar: Tiştê ku ber dide, fêkî dide, semere dide. Mesela dema bê gotin “Ev ax berdar e”. Mana vê peyvê ev e ku ev ax ber dide, tiştê ku mirov tê da biçîne mirov ber jê hitline.
*(3)Melayê Cizîrî, “Dîwan”, r.93.
çavkanî:M.EMİN BOZARSLAN, MEM Û ZÎN, EHMEDÊ XANÎ, çapa 3’a yan. Weşanên deng.





Berhevkar:Eyüp okumuş