Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] hin helbestên bijare yên Wîlyim Şekspîr-î (William Shakespeare)
2011-08-21 08:26
Kurdîgeh - Kurdistan
info@kurdigeh.com
William Shakespeare (1564–1616) navdartirîn şanonivîsê cîhanê û yek ji jêhatîtirîn helbestvanên inglîzîziman tê jimartin. Li vê derê 20 helbestên wî yên sonetî diyarî we xwendevanên delal dikim. Bi hêvî me ko di nêzîk de zimanê kurdî bi hemû sonetên wî – ko zêdeyî 150 liban in – bixemilînim.

Sonet 1

Ji yên bedewtirîn em zêdebûnê hêvî dikin
daku Sorgula Bedewiyê qet nemire,
lê ger dema mirina yê gihiştî hat,
bila dûndeha wî kelepûra wî hilgire.

Lê tu, yê dildarî çavên xwe yên geş,
agirê çavên xwe bi şewata xwe gurr dikî,
xelayê li şûna bereketê diçînî,
ey tu yê delaliya xwe nefret dikî, li xwe zalim î.

Ey nexşeya zelal ya hemû dinyayê,
mizgînê biharek bikêf,
vedişêrî nav bişkoja xwe qenciya xwe
û bi çepelî pûç dikî, hey gazindoyê nazik.

Dilê xwe bi dinyayê bişewitîne
yan dê bixwin para wê tu û gorr.


Sonet 2

Dema bi dehan zivistan eniya te dorpêç bikin
û meydana spehîtiya te hilxewirînin,
kincên serbilindiya xortaniyê, yên niha perritî,
dê kêrî ti neyên û biavêjî quncalekî.

Hingê dê ji te bê pirsîn, ka hemû bedewiya te,
ka hemû gencîneya rojên qenciya te,
dê bikevî şermê û bêwec pesna xwe bidî
ger bibêjî: "Di kendên çavên min de ye."

Dê çend şirîntir be ger bikarî
bersivek wiha bidî: "Ev zarroyê şeng
dê hesaba min temam ke, pîriya min ciwan ke",
û dê pişkivîna xwe di dûndeha xwe de diyar kî.

Wiha, tu yê pîr, dê bi xwe jî nû bibî,
xwîna xwe ya sar dê germ bibînî.


Sonet 3

Li neynikê binere, bibêje rûyê dibînî:
niha dema venûkirina van dêman e,
nû ke wê xweşengiyê yan dê dinyayê
jê bêpar bihêlî, dê dayikekê bixapînî.

Ma kî jin hind spehî ye ko rê nede
gasinê te zeviya wê bikêle?
Yan ma kî mêr wa aqilsivik e
ûcaxa xwe li gel xwe bibe gorrê?

Neynika dayika xwe yî, û ew di te de
bihara pişkivîna xwe dibîne;
dem e xwe nû bikî daku piştî biçilmisî bikarî
di pencereya demê re li serdema xwe ya zêrrîn binerî.

Lê ger tu bêdûndeh bijî,
wêneya te jî dê li gel te bimire.


Sonet 5

Ew kêlîk, yên bi karek hunerane saz dikin
wê dîmena hemû çav lê govendê dikin,
wek zordaran wê dîsan diruxînin,
şirîniyê ji şengiyê dişelînin.

Dema bêrawestan havînê digihîne
zivistanek tarî, li wir difetisîne,
gezoyê diqerrisîne, pelan dadiwerîne,
bedewiyê diherrişîne; tenê stewrî dimîne.

Ger havîna sefandî xwe ranegire,
dîla avî ya dîwarên camî,
bedewiyê û bandora wê jî vedirevîne,
ne ew û ne jî kelepûra wan dimîne.

Şerbeta gulê jê bigivêşe! Dema zivistan bi ser de bê,
ew dê dirûvê xwe biavêje; lê şerbet dê bo te bimîne.



Sonet 12

Dema saeta demê dipîve dibînim
yan dema roja zelal diçe ava,
dema çilmisî dibînim binefşekê
yan pirçek reş ya bi zîvî zîqandî,

dema rût dibînim darên girs
yên terşî havînê çilû jê dixwar,
dema dibînim gidîşkirî ye
û bi bizîngan girêdayî ye keskiya havînê,

hingê li xortiya te dipûnijim:
li ber ruxandina Demê xwe ditewînî,
şirînî û şengî vedireve
û dimire dema şitilek nû dibîne.

Ti tişt nikare xwe ji şaloka Demê biparêze,
ew dê te jî bibirre, tenê tov dê bimîne.


Sonet 16

Çima xurttir şerr nakî
dijî zalima xwînxwer Demê,
xwe naspêrî çekên pîroztir
ji helbesta min ya stewr?

Niha gupika bextiyariya xwe yî
û pirr zeviyên zerî yên nekêlayî
bi hêviyên pak dixwazin li wan şên bibe
wêneyê te yê ji nexşeyan delaltir:

bila jiyan binexşîne jiyana te
madem firçeya serdemê
yan qelema min ya şagirtane têrê nake
nirx yan şirîniya wî diyar bike.

Ger xwe bidî, dê bimînî:
bi hunera xwe dê xwe binexşînî.


Sonet 18

Ma te bidim ber rojek havînê?
Tu nerm û narîntir î:
hirreba bişkojên delal yên biharê direcifînin
û hevpeymaniya li gel havînê jî kurt e,

çavê esman, roj, jî carinan zêde kel e
û pirrî car geşiya wê jî tarî dibe...
Wa kêm dibe bedewiya her tiştî carekê
ji bêdestî yan jî li ber çerxa siriştê.

Tenê havîna te herdemî ye,
ne diçe û ne jî spehîtiya wê jê dibe
û Mirin nikare bi pozbilindî bibêje:
li bin sîberê xwe digihînî helbesta herherî:

Hindî çav bibînin yan dil lê bide,
tu dê her di vê de sax bî.


Sonet 19

Biruxîne, Dem, pencên şêrî,
bila ax têjikên wî jî bixwe,
didanên tûj yên pilingî ko bike
û sîmirê pîr jî bişewitîne,

heyamên şînî û şahiyan bîne û bibe,
çi dixwazî bike, Dema destdirêj,
li xweşiyên dinyayê: ew dê biçilmisin.
Lê tenê gunehek giran li te qedexe dikim:

eniya evîndarê min bihêle,
bi qelema xwe ya kevn reş neke,
di ber re bibore, dest nekiyê,
bila bimîne nimûneya spehîtiyê bo paşiyan.

Çi dî jî dikî, bila, lê bila ew
di helbesta min de her xort bimîne.


Sonet 23

Wek şanovanek negihiştî li ser dikê
yê tirs rola wî ji bîrê dibe
yan jî tiştek dirrinde yê kerb
dilê wî bi xwe lawaz dike,

wisan ez ê reben lal dibim
li cejn û seremoniyên evînê,
li hêza hezkirina xwe dilikumim
û li bin barê dildariya xwe diherrişim.

Lew bila awirên min bedewbêjî bin,
bila bêyî gotin peyama dilî ragihînin,
bedewtir ji lavayên tên lorandin,
baştir ji hemû awayên ziman bikare.

Fêrî xwendina evîna bêgotin bibe,
bi çavan peyama wê bibîze.


Sonet 24

Çavên min xwe kirine nîgarçêker,
bedewiya te li dilê min nexşandiye
û bedena min milbenda wî tabloyî ye.
Perspektîva wî baştirîn hunera wan e.

Tenê ger di wan re lê binerî,
dê bibînî cihê bi rastî wêneyê te lê:
atolyeya sînga min.
Pencere bi çavên te hatine camkirin.

Wiha çav qenciyê li çavan dikin:
yên min dirûvê te nexşandiye û
yên te bo sînga min pencere ne
ku tê re roj bi şadî tavê dide.

Dîsan jî di hunerê de kêmasî maye:
wan ya diyar nexşandiye lê dil veşartî maye.


Sonet 25

Bila her methan bikin xweşdiviyên stêrên xwe
bi navdarî û serbilindiyê.
Ez, yê Felek serkeftinan bo nake diyarî,
li benda ya nayê lêgerrîn dimînim.

Li ber tavê berdiliyên mîran
çavên gula xwe vedikin
û bi xwe dibin gorra xwe:
her sarmayek bo wan mirinê diîne.

Şervanê navdar yê êş û jan kişandî,
yên piştî sed serkeftinan carekê têk diçe,
ji şerefnameyê tê avêtin
û hemû çelengiya wî tê jibîrkirin.

Tenê bextê evîna min naheje,
rê li min nagire û ez jî lê nagirim.


Sonet 27

Bi kedê westiyame, dilezim nav nivînan,
lingên bi rê ve betilî dirêj dikim.
Hingê rêvingî di mejî de dest pê dike.
Dema beden li bênvedanê be, mejî li kar e.

Raman ji cihê ez lê
dilezîne heca te
û çavên min bel dihêle
daku li tikîtariya şevê binerim.

Çavê xeyalî yê canê min
dirûvê te nîşanî yê nediyar dide,
wek durreke bi dîwar ve daliqandî ye
ku rûyê pîr yê şeva tarî ciwan dike.

Bi roj beden, bi şev mejî
bo te ne; hedanê nadin min.


Sonet 28

Û dê çawan bigihim xweşiyan
ez ê ji bênvedanê bêparkirî
dema barê rojê sivik nake şev
lê roj şevê û şev rojê diperçiqîne?

Ew herdu, yên dijminî hev,
dest didin hev bo êşandina min:
yek bi dijwariyê, ya din bi nalînê:
çend bilezînim jî, her ji min dûrtir dikevî.

Wiha kêfxweş dikim rojê: tu ron î,
esmanî geş dikî dema bi ewran tarî.
Şeva ebareş razî dikim:
dema stêr jî naçirisin, tu êvarê dibiriqînî.

Lê roj bi roj êş û jana min zêdetir dibe.
şev bi şev derdê dilê min dijwartir dibe.


Sonet 55

Ne mermer, ne peykelên zêrrkirî yên mîran
dikarin jîdirêjtir bin ji helbesta min;
geştir dê di vê de bibiriqî,
ne di kevirê dem biherrimîne de.

Dema cenga kembax peykelan diruxîne
û şerrenîx kelehan dilweşîne,
dê ne Mars bi şûrê xwe, ne ceng bi gurriya xwe
bikare bîrnameya te ya jîndar.

Piştrast dikarî jivaniya mirinê
û jibîrbûnê bikî; navê te dê her
hejî pesnê be di çavên pêşhatiyan de
dema dinya ber bi qiyametê ve diçerixe.

Belê, ta li dawiya deman şiyar bibî,
dê her di çavên evîndaran de bî.


Sonet 56

Vebijî, evîna şirîn; bila devikê te
ne kotir be ji xwarinxwaziyê
ku heke îro xwarin wê vebimirîne,
sibê ew dîsan xwe ditûjîne.

Tu jî wisan bike, evîn: ko îro tijî bibin
çavên te yên birçî û bimiçin,
binere sibê: nabe giyanê evînê
bikeve xewa giran, yan xewnê.

Bila navbirra xemdar ji me re wek deryayê be
ku destgirtiyan ji hev vediqetîne:
ew her roj tên beravan û ko vegera evînê dibînin,
ji berê jî hê pîrozkirîtir in.

Yan jî bila veqetiya me mîna zivistanan be
da hatina havînan hê zêdetir hêvîkirî û şirîn be.


Sonet 57

Koleyê te me, ma çi dikarim bikim
ji bilî amade bim dema bixwazî?
Nîne dem ya bi kar bînim,
nîne ti karek ta fermanê nedî.

Nakerrixim demek bêdem-dirêj
- serwera min - li demjimêrkê binerim;
ji tehliya veqetîna ji hev naqehirim
dema xatirê ji xulamê xwe dixwazî,

ez ê çavnebar newêrim lê vekolim
ka li kû dimînî, çi dikî
lê tenê - wek koleyek xemgîn - dipûnijim
ka - li kû bî jî - çi xweşiyê didî xelkê.

Qeşmerek dilsaf e evîn:
çi bikî jî, te xirab nahesibîne.


Sonet 64

Dema dibînim avaniyên xurt
yên bi destê Demê hatî herrişandin;
dema bircek bilind diherrife yan
derbeyek kujer yê kerbê pê dikeve,

dema deryaya çarbirsî zeviyan
ji paşayê beravan distîne
yan avê qut dike axa hişk,
xela bereketê û bereket xelayê tîne.

Dema min dîtin guherrînên wisan
yan jî ruxîna tevavî,
wêraniyê fêrî vê kirim:
dê were Dem û yara min jî bistîne.

Ev raman mirin e! Êdî xweşiyê naîne heyîn
madem dizanim dê ji min bêt standin.


Sonet 71

Zêdetir şîniya min neke
ji dengê zengila xulkoyî û dengvedana wê
ya radigihîne ko min ev dinyaya nemerd hişt
û raguhezîm warê nemerdtirîn kirmikên vê dinyayê.

Heke vê rêzikê bixwînî, wî neîne bîra xwe
yê ev nivîsiye; hind ji te hez dikim
ku naxwazim di bîranînên te yên nermîn de bim
heke ev bîranîn ji te re bijan be.

Belê, heke te carekê li vê helbestê nerî,
ku hingê belkî êdî bi axê re bûme yek,
bila navê min hilneyê ser lêvên te,
bila bi jiyana min re bimire evîn.

Wek din, xelk û alema şatir dê bikene,
dê qerf û henekan bike bi te.


Sonet 104

Ji min re, hevalê delal, tu pîr nabî,
bedewiya te mîna hingê ye ko yekem car
çavê min bi te ket. Sarmaya zivistanê
xemla sê havînan ji daran werandiye,

sê caran bihara rengîn beyiye
dema sal borîne, û meha pûşperê
kulîlkên sê avrêlan şewitandine
piştî min tu dîtî lê hê jî tu bixeml î.

Ax, bedewî mîna çirkeyên demjimêran
bi dizîkî direve, gavên wê jî nayên dîtin,
şirîniya te ranaweste, ew dilive
yan jî belkî çavên min şaş dibin.

Loma dibêjim, venaşêrim:
havîna bedewiyê dê ji berî te bimire.


Sonet 106

Dema dibînim ka çawa demnameyên kevnare
afirandiyên bedew teswir didin
û ka çawa Bedewî helbestan bedew dike
ji bo pesndana çelengan û zeriyên mirî,

dema bi rengîntirîn ji Bedewiyê
tên nîgarkirin dest, pî, lêv, çav an birû,
tê digihim ko pênivîsên kevnare
dê bedewiya te jî nîşan bidana.

Wan bi pesnên xwe tenê pêşbîniya
serdema me dikir, tenê nîşe didan
lê çimkî wan tenê dikarî texmîn bikin,
nedikarî hemû nirxa te salix bidin.

Herçi em in, ko niha heyranên te ne,
me çav hene lê ziman nîn in ko pesna te bidin.


Sonet 113

Piştî min tu hiştî, çavê min di giyana
min de ye, rêberika min geh dixebite
geh jî çavkor e, geh tiştan dibîne,
geh jî vemiriye.

Nahêle bikeve dilê min, ne firindeyek,
ne gulek, ne ti awir an teşeyek,
şikilên wan di ber min re diborin,
dîmenbîniya wê jî gêj bûye.

Loma dîmenek çi berz be yan narîn,
çi rûyek dilhebîn be yan bêteşeyek dilxofîn,
çi derya be yan çiya, roj be yan jî şev,
çi qijik be yan jî kevok, hemû dibe şikilê te.

Wiha giyana min tijî dibe ji te,
wiha dil jî kulav xwar dike li min.

Wergêr: Huseîn Muhammed

::::::::::::::::::: serkanî: www.nefel.com ::::::::::::