Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] gulistanên cesedî
2011-08-22 13:38
:: Şengul OGUR
gernus@msn.com

û em diçin di nav gulistanên xwe yên cesedî de
li şûna diriyên gulan, diranên zarokên me ne yên ku di piyên me re diçin
û li şûna bêhna gulan, bêhna kizîra bedenên me di ber pozê me de
em diçin, di destê me de destê hezkiriyên me yê jêkirî
guliyên hezkiriyên xwe yên şewitî bêhn dikin em
di berêvariyên cejnan de

diyariyên me yên cejnan in gulistanên me yên cesedî
xweyiyên şaristaniyên bêhempa yî yekta!
bi hemû comerdiya xwe, ji ezmanan dişînin ji me re gulîstanên cesedî
pêşî dengek diteqe ji ezman, piştre ew deng di me de diteqe
û em dibin gul û em pir dibin û dibin gulîstanên cesedî

wexta deng di me de diteqe, xweyiyên şaristaniyên bêhemapa yî yekta!
ji kêf û eşqa dîtîna gulîstanên me yên cesedî digirîn û bi koroyî dibêjin;
""Em ê welatên we tije gulîstanên cesedî bikin, ey jêrbirakên me,
Em ê bi destûra yêzdanê xwe yî dilovan, hemû rojên we bikin bêrêvariyên cejnan.
Hûn ê bi diyariyên berêvariyên cejnan xenî bibin,""
û digirîn ji kêfan!


:::::::::::::::::::::::::::::: Şengul Ogur :::::::::::::::::::::::::::::::::::