Skip Navigation Links
Destpêk
Nivîsar
Ziman
Peyvistan
Helbest
Çîrok
Mamik
Leyistok
Çandî
Kurdîgeh
Pêwendî
Arşîv
Skip Navigation Links
 
[helbest] hoo guleya devlixwîn!!!
2011-08-22 14:12
Murat Bayram
miradgundiki@gmail.com
"" ji bo zarokên kurd yên ko bi bombeyan hatin kuştin ... ""

Hoo guleya devlixwîn
Ez li bextê te me, di hêlîna xwe de bimîne.
Bihêle, bila ji eniya zarokan dê maçî bikin.
Bihêle hema tenê ji bo zarokan jî be bila lûle sor nebin.

***

Hoo barûta bêbext!
Bêhna biheştê ji zarokan tê, bêhna xwînê neberdê.
Barûtêêê!
Ma ne tu jî dizanîîî, bêhna te li ti laşan nayêêê!

***

Tiliya tetîk-kêş!
Ez li bextê te me
Bihêle bila tiliyên zarokan bi pêleyistokan(pêyarîk) bilehîzin

***

(zarokek dibêje)
Ho pêleyistoka min!
Min neberde erêêê!
Were ez û tu birevin, dengê tê ne yê diya min e, yê çekan e.
Bêhna axê ji laşê min têê

***

Em birevin pêleyistoka min
Dizanim, bêhna xwînê ne li min tê ne jî li te têêê




::::::::::::::: Miradê Gundikî ::::::::::::::::::